Di zarokan de perwerdehiya rêzgirtinê – 3

Rêzdarbûn yek ji taybetmendiyên bingehîn ên mirovekî baş e. Rêzgirtin ew e ku sînorê di navbera kesayeta xwe û kesayetiya kesên din de bizanibe û ji wî sînorî dernekevin û guhdana li maf û qanûnên kesên din jî li dijî xwe bin. Her dêûbav dixwaze ku zarokên wan li hember xwe û derdora xwe rêzdar bin. Lê sînorê rêzgirtinê çi ye; Li ser kê û heta çi radeyê rêz lê were girtin, dibe ku hin pirsên wiha hebin.

Pîvanên rêzgirtinê ji her çandê de ji hev cuda dibin. Her çend rêzgirtina ji kal û pîran re di çanda me de girîng e, dibe ku di çandên din de zêde ne girîng be. Her weha di çanda me de pir girîng e ku em ji kesên hewcedar re bibin alîkar û bexşandinê bikin. Lê wek mînak alîkarîkirina kesekî ku li Japonyayê dijî, dayîna pereyan wek heqaret û bêhurmetî li kesayeta wî tê hesibandin. Pêwîst e ku bi berçavgirtina van cudahiyên çandî pîvanên rêzgirtinê werin destnîşankirin.

Di nav heman çandê de, dibe ku di pîvanan de hin cûrbecûr hebin. Dibe ku biryarên nirxê bi demê re biguhezin. Wek mînak, ji ber ku çanda îtaet û hurmeta zêde ya ji bo desthilatdariyê li dijî xwebaweriyê kar dike, pêwîst e pîvanên di vî warî de ji nû ve werin rêzkirin.

Şaşiyên ku di perwerdehiya rêzgirtinê de têne çêkirin

Weke ku me li jor jî diyar kir, di çanda me de îtaet û rêzgirtina ji mezinan re cihekî girîng digire. Ne tenê ji bo mezinanê, bêguman, tevgerek pir baş e ku meriv ji her tiştê ku nefes digire re rêzdar be. Lêbelê, gihandina vê heya nuqteya paşguhkirina xwebaweriyê, mirovên ku ji xwe ne bawer in, ne karsaz in, ku nikarin însiyatîfê bigirin, lêpirsîna guhartinê nakin, yên ku nayên ceribandin, û ku nikarin jêhatîbûna xwe pêş bixin eşkere dike. Di salên paşerojê de zexta civakî, zexta mêran, zexta dayîkê jî li vê pêvajoyê tê zêdekirin, ku ji ber taybetmendiyên çandî yên me yên zordar di nava malbatê de zexta bav û kalan dest pê kiriye û mirov qedr û qîmeta ku dide xwe winda dike û xwe wek paspasê dibîne. Kesê ku sînorên kesayetiya xwe nizane, ku tenê xwe mecbûr dibîne ku rêzan bişopîne, lê hukmê xwe nepirse, derdikeve holê.

Dê û bav dixwazin zarokên xwebawer mezin bikin ku karibin li mafên xwe xwedî derkevin. Lê dema ku em bûyerên jiyanê digrin dest xwe û lêdikolin, bi gelemperî em dibînin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê di wê kêliyê de baweriya zarokê bi xwe xera dibe. Pir kes ji bo ku kesên din aciz nekin zarokên xwe diêşînin û pir caran jî nizanin ku ev tevgerek xelet e.

Divê em rêzgirtina perwerdehiyê bi hestê mafdarîyê re bidin zarokan. Divê zarok hem şiyana daxwaza mafên xwe û lêgerîna mafan bi dest bixe, hem jî hişyariya ku zirarê nede mafên kesên din bigire. Ji dêvla ku zarok edeta îtaetkirina bi çavgirtî raberke, divê hurmeta rast, ya maf î û maqûl were hîn kirin. Ji bo ku têgîna baş-xirab, rast-çewtî di hişê zarok de çêbibe, divê sedem û hincetên qaîdeyan jê re bên ravekirin. Divê zarok ne ji ber ku dêûbavên wî vê yekê dixwazin, lê ji ber ku ew bawer dike ku ew rast e, rêzê bişopîne û li ser vê motîvasyonê divê rêz ji kesên din re nîşan bide. Dê di qaîdeyên ku bi korî de têne sepandin de nakokî hebin ji ber ku nayê zanîn çi û çima tê kirin. Ya sereke ew e ku meriv di zarokê de guhartinek behre û hişmendiya rêzdariyê ya domdar biafirîne. Nexwe, zarok tenê dikare li ber dêûbavên xwe wekî ku ew dixwazin tevbigerin û gava ku ew bi tenê ye, tiştê ku ew dixwaze bike.

Helwesta dê û bavan di perwerdekirina rêzgirtina zarokan de pir girîng e. Em dizanin ku zarok eznavendparêz(egosentrîk) in.

Eznavendparêztî dibe sedem ku zarok xweperest tevbigerin û xeletiyan bikin. Zarok bêyî ku li encamên tevgera xwe bifikirin tevdigerin. Ew tevdigerin ka ew çawa xwe baş hîs dikin. Ji bo zarok di wê gavê de tirs ji holê radibe, îhtîmala êşê ji holê radibe, hesta çêtirbûnê sedemek bes e ku bêhurmetî tevbigere. Ew li ser encamên dirêj ên tevgera xwe nafikire, ka ew baş be an xirab be. Ji ber vê yekê divê dê û bav karibin erka xwe ya rast rêberiya zarok de bi cih bînin. Ger mezin karibin rola rêberiyê rast bigirin dest xwe, zarok dê jiyanê nas bike; fêr dibe ku li ku û çawa tevbigerin. Malbat teqez divê midaxeleyî  bêhurmetî û neheqiyê zarok bikin, lê divê vê yekê bi hişyarkirina derbarê mijarê de bikin û diyar bikin ka hûn çima  dij derdikevin, kijan tevgera xwe xelet e. Ji bo ku zarok bêhurmetiyê veneguhere rêbazekê û adetekî bi dest nexe, divê hewl were dayîn.

Malbat divê sînorên hurmetê ji bo zarok baş xêz bikin; li ku û çi bikin. Pêwist e ku têgeha demê baş fêr bibe, wekî di şûna kenînê de bikene, li şûna girînê bigirî, li şûna rêzgirtinê rêz nîşan bide. Di pêşketina kesayeta mirov de xêzkirina sînorên civakî pir girîng e.

Bi rêzdarî gerindina mafan

Sînorê di navbera rêzgirtin û lêgerîna edaletê de girîng e. Lêgerîna mafan qet ne bikaranîna hêzê an jî serî li tundiyê xistine. Kesên ku qenciyê dikin dê bi qenciyê bêne xelat kirin. Îdeal e ku meriv hewil bide ku neheqiyê li kesê xerabiyê nakin neke, lê divê bê neheqî xeletiya wî  nîşanî wî bide. Lazim e ku zarok ne ku tenê ji mirovên qenc re rêzdar be, divê xem bike ku neheqiyê li kesên xerab neke.

Ji bo ku zarok fêrî lêgerîna mafên xwe bibin ku di nav sînorên rêzgirtinê de bimînin, divê dê û bav di vî warî de jî bibin nimûne. Zarokê ku di malbateke bi nakok de mezin dibe, pêwîst difikire ku ev riya rast e ji bo çareserkirina pirsgirêkan tevdigere. Çawa ku di têkiliyên malbatî de rastbûn têrê nake, divê mirov bi awayekî rast e rast îfade bike, di têkiliyên civakî de jî rêbaza ku tê bikaranîn girîng e.

Taybetmendiya herî girîng a ku pîvana şaristaniya mirovan nîşan dide, hişmendiya lêgerîna mafan bi rêbaza rast û têgihîştina rêzgirtina hiqûqê ye. Di civakên ku hiqûq tê de derbasdar e, kesê ku neheqî lê hatiye kirin, stûyê kesê din hembêz nake.

Qebûlkirina Xeletiyê

Helwestek hevpar di nav mirovan de îro ev e ku mirov dema ku xelet in û xeletiyan dikin qebûl nakin. Bingeha vê tevgerê ew e ku baweriya ku bi xeletiyan nirxê mirovan kêm dibe. Lêbelê, ew xwezayî ye ku xeletiyan bikin. Ya girîng ew e ku meriv xeletiya xwe bibîne û rast bike û hewl bide ku dîsa heman xeletiyê neke. Di her rewşê de kes nikare rast be. Kesê ku bi hesta “Ez her tim rast im” tevbigere, her çiqas xelet be jî, derdora xwe ji xwe dûr dixe.

Hin kes spaskirin û lêborînê wek qelsî dibînin. Ew bi berdewamî hewl didin ku biparêzin ku ew rast in. Dema ku em dînamîka li pişt vê tevgerê lêkolîn dikin, em vê yekê dibînin: Kesên ku di xwe de hin kêmasiyan dibînin, ji bo ku kontrolê ji yên din re nehêlin, her gav hewl didin ku rast bikin. Kesên xwerû yên ku her gav hewl didin îsbat bikin ku ew rast in û yên din xelet in, xwe mehkûmî tenêtiyê dikin. Lê belê qebûl kirina xeletiya xwe ji aliyê mirov ve qîmetê xwe zêde dike û ji aliyê kesên din ve zêdetir jê tê hezkirin. Girîng e ku mezin ji vê yekê haydar bin û zanibin ku hem di jiyana xwe ya civakî û hem jî di têkiliyên xwe yên malbatî de lêborînê bixwazin û ji bo ku ji zarokên xwe re bibin mînakek rast, pratîk bikin.

Qebûlkirina xeletiya xwe hem kiryarek li gorî hesta mafdar e û hem jî hurmeta mirov zêde dike.

 

Nevzat Tarhan – Ji Pirtûka Aile Okulu Firat Bawerî wergerandin

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Hûn Di Şêwaza Zarokên Xwe De Ne – Mem Çavreş

Zarokê we di hînbûnê de  û  tevgerê de li we dinêre; hûn şêwaza wî ne . …

Leave a Reply