DI ROMANAN DE LEHENG Û KAREKTER

Ez ê di vê gotara xwe de, derbarê bi gelemperî di romanan de leheng û karekter binivîsim.

Mirov dikare bibêje ku di tevahiya romanan de û herweha di romanên kurdî de jî leheng û karekter hene. Di hinek romanan de qels bin û di hinekan de serketî bin jî, lê hene. Leheng, karekter û fîgurên di romanan de cîhana romanê a taybet pêk tînin.

Di çîrok û xebroşkên kurdî ên dîrokî de lehengên efsanevî û karekterên girîng hene. Lehengên çîrokên Sîyabend û Xecê, Ker û Kulik, Mîrze Mihemed û hwd, û leheng û karekterên ku di berhema nemir a westayê edebiyata/wêjeya kurdî Ehmedê Xanî “Mem û Zîn“ de ne, ji hêla edebî ve gelek xurt in, serketî ne. Beko Ewan karektereke ku karekterên weha her dem di nav civakê de hene.
Di romanan de leheng kesê/a herî girîng e. Karekter jî di hêla hest û ruhîyetê/derûniyê, di hêla raman û tevgerê de rave kirina şexsan e, kesayetiyan e, fîguran e. Di hinek romanan de leheng jin e, hinekan de mêr e. Di romanan de karekterên baş û nebaş/xirab hene. Karekterên baş û xirab hinek jin in. Hinek mêr in. Di romanên biyografîk û otobiyografîk de û di romanên realîst/realîzma civakî de leheng, karekter û fîgurên rastî hene. Di romanên xeyalî û çêkirî de, di hêmayiyên edebî de leheng û karekterên çêker hene.
Hinek lehengên romanan li tevahiya cîhanê bûne bi navûdeng, hatine nasîn. Wek Don Quîşot, Anna Karenîna, Raskolnîkov, Emma Bovar, Gregor Samsa, Oblomov, Hamlet, Faust û hwd. Di edebiyata kurdî de jî lehengên sereke hene. Hem di edebiyata kurdî a klasîk de û hem di edebiyata kurdî a modern/nûjen de gelek leheng û karekterên sereke hene. Wek mînak; Di ên klasîk de, Memê Alan, Zîna Zêdan. Sîyabend û Xecê, Mîrze Mihemed, Beko Awan û hwd, bi nav û deng in. Di edebiyata/wêjeya kurdî ên nûjen de jî; Celadet, Memduh, Kevanot, Robîn, Vîyan, Circîs, Ferzende û hwd. Di nav edebiyata tirkî de jî lehengên herî navdar Înce Memed, Zebercet, Selîm Iêşik, Bîhter, Ferîde û hwd.

Afirandina karekterên çêker ên xeyalî hêsan nîn e, zahmet e. Însanekî bi her awayî bi şêweyeke hunerî ji nû ve diafirînî, laş û rih didî pê, rabûn û runiştina wî/wê, tevgera wî/wê xu û exlaqê wî/wê û serborî û serpêhatiya jiyana wî/wê bi xeyalî zindî dikî, diafirînî.

Di her romanê de karekterên cuda û pîrcure, pir rengîn hene. Karekterên baş û xirab bi fikir û raman,n xwe, bi tevger û kirinên xwe, xwe didine nîşandan. Ê ku karekterê wan diyar dike û raveyê xwendevan dike romannivîsere.

Romannivîser dinyayekî xeyalî diafirîne û di nav dinya xeyalî a çêker de karekterên sereke û yên din bi gelek fîguran ve diafirîne. Karekterê sereke anku leheng dikare yek be û dikare çend kes be.

Di romanan de wek qalib karekterek yan jî hinek qarekterên beylukirî/diyarkirî tun in. Di romanan de bi dehan, di hinekan de bi sedan karekterên cuda hene. Karekter li gor naverokê tên afirandin û tên guhartin. Karekterên çêker ji alî romannivîser ve bi xeyalî yan jî di romanên biyografîk û otobiyografîk de bi rastî têne pêşvazî kirin.

Di romanan de leheng û karekter ên rastîn û nerastîn, ên çêker û yên ku hebûne hene. Romannivîser li gor xeyal û fantazîyên xwe jî dikare leheng û karekterên curbecur biqulqîne/biafrîne. Çawa kul i cîhanê wek lehengên berhemên edebî/wêjeyî Romeo û Julîeta Shakespeare meşûre/navdare li Kurdistanê jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî navdar e. Di romanên kurdî ên nûjen/modern û postmodern de gelek karekter û leheng hene. Lehengên romanên kurdî her yek bi serê xwe xwedî karekterên cuda ne. Lehengên romanên kurdî curbecur in û li gorê naveroka romanan cuda cuda tevdigerin.
Bi hêviya ku rojeke lêkolînvanekî yan jî xwendevanekî Unîversîteyê/zankoyê mijara tez û doktora xwe li ser di romanên kurdî de leheng û karekter binivîse.

 

Lokman Polat

About Lokman Polat

Lokman Polat nivîskarekî Kurd ê navdar e, ku di 1ê Cotmeha 1956an de li navçeya Licê ya Amedê (Diyarbekirê) ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li Licê qedandiye. Di ciwaniya xwe de, di sala 1975an de, wî li Licê yekem rêxistina civakî ya bi navê Lik-Der damezrandiye û serokatiya wê kiriye. Ji ber rewşa siyasî, di sala 1984an de koçî Swêdê kiriye û li wir bi cih bûye. Li Swêdê, Lokman Polat dest bi nivîsandina çîrokên kurt kiriye û di rojname û kovarên cihê de berhemên wî hatine weşandin. Ew yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd e û endamê PENa Navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Polat zewicî ye û bavê çar zarokan e (Sertaç, Şiro, Berîn û Hulya). Polat mirovekî xebatkar, wêjehez û azadîxwaz e, ku bi zimanê Kurdî û bi xebatên xwe yên li ser çand û edebiyata Kurdî tê nasîn. Lokman Polat nivîskarekî pirberhem e, ku heta niha 14 pirtûkên wî hatine weşandin; 4 ji wan bi Tirkî û 10 bi Kurdî ne. Berhemên wî yên Kurdî di nav xwe de 3 roman, 7 pirtûkên çîrokên kurt, pirtûkên helbestan û lêkolînan digirin. Wî herwiha 4 pirtûkên zarokan wergerandine Kurdî û kovarên bi navên Helwest (li Stockholmê) û Ronî (li Stenbolê) weşandine. Berhemên wî bi piranî li Stockholmê hatine çapkirin

Check Also

Şagirtê Tewanbar

Nerîna we ne girîng e ya min girîng e. Ya rast ez baş im, neheqî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *