Kovara Şewçila: Di Pêşketina Edebîyat û Hunera Kurdîya Zazakî De Mînakek

1. Lêkolînên li ser Kurdîya Zazakî hatine kirin 

Li ser Kurdîya Zazakî lêkolîna ewil di sala 1856an de bi berhevkirina zimanzan Peter I. Lerch dest pê kir. Lerchê ku çûye Roslowê, ku leşkerên dewleta Usmanîyan yên di Şerê Qirimê de ji aliyê rûsan ve dîl hatibûn girtin, li wir di nav leşkerên kurd de geriyaye û bi Kurdîya Kurmancî û Kurdîya Zazakî gelek metin berhev kirine. Lerch, paşê van berheman bi sê cildan di sala 1856, 1857 û 1858an de bi zimanê rûsî çap dike.[1] 

Di sala 1985an de Terry Lynn Todd li ser rêzimana kurdên zaza teza doktorayê nivîsî. Heta vê xebata Todd tu pirtûkek rêzimanê berfireh di wateya nûjen de nehatibû çapkirin. Paşê di sala 1998an de du pirtûkên rêzimanê yên berfireh ji aliyê Ludwig Paul û Zülfü Selcan, wek xebatên doktorayê hatin weşandin. Xebateke din a ku di heman salê de hatiye weşandin, xebata hevpar a I. Anatolʹevna Smirnova û K. Rakhmanovich Ayyoubi ye, ku li ser bingeha Zazakî ya Dêrsimê ye.[2] 

2. Berhemên yekem ên ku bi Kurdîya Zazakî hatine nivîsandin 

Berhema herî kevn a edebîyata zaravayê Zazakî ya Mewlûdê Kirdî ya Ehmedê Xasî (1867-1951) ye ku di sala 1899an de li Diyarbekirê hatiye çapkirin.  

Zimanzanê kurd Celadet Bedirxan di sala 1933an de çend metnên Zazakî yên ku berhev kirine di kovara Hawarê de weşandine û li ser zaravaya Zazakî hin berawird kirin.[3] Qanadê Kurdo di sala 1977an de xebateke li ser zayend û hejmaran Zazakî weşand.[4]  

Çîroka Fûad Temo ya bi navê “Şewêş” ku di sala 1913an de di kovara Rojî Kurd de hatiye weşandin, di 67 salan şûnda di sala 1979an de kovara Tirêjê de hejmara 2yan de bi navê Engiştê Kejê (Pêçîyên Kejê), wek yekemîn kurteçîroka Zazakî tê dîtin. Yekem romana bi Zazakî ya ku Deniz Gündüz nivîsandiye bi navê “Kilama Pepûgî” di sala 2000 de derketiye. 

“Grûba Xebata ya Vateyî” 1996an de Swêd dê kom bû û dest bi xebatên xwe kir. Paşê li Tirkiyê xebatên xwe berdewam kirin û hîn jî dikin. 

Di sala 1997an de Grûba Xebate ya Vateyî jî dest bi weşana kovara çandî ya Vate kir ku tenê bi Zazakî ye. Her wiha Grûba Xebate ya Vateyî bi weşandina pirtûka Rastnuştişê Kirmanckî (Zazakî) û Ferhenga Kirmanckî (Zazakî) -Tirkî û Tirkî-Kirmanckî (Zazakî) rê li ber nivîsandina Kudîya Zazakî vekir.[5] Rojnameya Newepel di 15 Adar 2011 de wek rojnameyeke kulturî ya 15 rojane dest bi weşanê kir. Newepel di weşanan xwe ya heft salan de bi xebatên xwe gelek deriyên nû vekirin.

Ji bo gihîştandina kadroyên ku bi Zazakî binivîsin wekî xwendigehekê bû. Li gorî agahîyên ku edîtor û redaktorê Roşan Lezgîn dide, 260 kesî cara ewil di Newepelê de dest bin ivîsîna Zazakî kiriye. Ji vana jî, nêzîkî 60 kesî paşê 1 yan çend pirtûkên wan derketine. Malpereke ku li ser çand, huner û xebatên civakî dike www.zazaki.net jî heye.[6] 

3. Rewşa Kurdîya Zazakî di Zanîngehên Tirkiyê de

Li zanîngehan xebatên Zazakî roj bi roj zêde dibin û di avakirina edebiyatê de gavên pêşîn dest pê kirine. Tê dîtin ku xwendina li zanîngehên Zazakî bi giranî li sê zanîngehan tê kirin. Zanîngeha Bîngolê, Zanîngeha Munzurê û Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, ji xeynî van zanîngehan hin zanîngehan bi zêdetir kurs an jî hin bernameyan beşdarî xwendina Zazakî dibin. Tê dîtin ku xebatên li zanîngehên Tirkiyeyê tên kirin di asta lîsans, lîsansa bilind û doktorayê de ne.[7]   

4. Kovara Şewçila

Kovara edebî û hunerî Şewçila ya sê mehane ya xwerû bi Kurdîya Zazakî di Adara 2011an de li Diyarbekir dest bi weşanê kir.  

Kovara Şewçila tenê berhemên edebî yên wekî helbest û kurteçîrok, gotarên li ser edebiyat û hunerê û hevpeyvînên edebî-hunerî ku hemû jî bi zaravayê Zazakî cih digirin. Heta niha bi Zazakî xwerû li ser edebiyat û hunerê tu kovarên wek Şewçila nehatine weşandin.  Armanca kovara Şewçila derketina edebiyatzan û wêjehezên bi zaravayê Zazakî û pêkhatin û pêşxistina edebiyateke nûjen a bi vî zaravayî ye. 

Kovar li Diyarbekirê tê amadekirin û weşandin û bi awayê abonetiyê bi piranî li wîlayetên ku zaravayê Zazakî yê kurdî lê tê axaftin li bakurê Kurdistanê, li bajarên mezin ên rojavayê Tirkiyê û li welatên cuda yên dinyayê gihîştiye xwendevanin xwe, li ser înternetê jî bi saya epirtûk.com ê jî her kes dikare wek dosyaya pdf kovarê daxîne û bixwîne. Heta niha 16 hejmarên kovarê derketine û mixabin ber hinek sedeman berî hejmara 17an hat rawestandin.

 “Beşek girîng ku ji kesên ku di kovara Şewçila de dest bi nivîsandinê kirine, niha bi rêkûpêk dinivîsin. Hinekan ji wan pirtûkên xwe jî çap kirine. Di vî warî de mirov dikane bibêje ku kovara Şewçila ji bo pêşketina Zazakîya nivîskî û edebiyata wê bûye dibistan. Me bi kesên ku di kovarê de dinivîsînin re yek bi yek mijûl bûn û yek bi yek nivîsên wan redekte kirinn. Me gelek hewl dia ku nivîsên wan sererast bikin, her herf, peyv an hevokek ku me rast kiriye bi rengekî diyarkirî nîşan dikir û ji bo ku şekle rastkirî bibîne me ji nivîskar re dişand. Me pêşniyar dikir ku ew nivîsa ku nivîskar nivîsandiye bila hinek derên din ji nav derxe yan jî hinek tiştên din îlawe bike, şaşiyên xwe bibîne û rast bike. Em di vî warî de wek dibîstanekê nivîskariyê xebitin.  Karê redaktekirin û serrastkirina nivîsan ne karekî ku her kes hilgire û bike ye. Ev xebata ku bi tevahî bi dilxwazî ​​hat meşandin, hewldaneke pir taybet, xîret û sebir dixwaze, yanî bêyî hezkirina ji ziman û dilsoziya bi netewetiyê re, domkirina wê jî pir zehmet e.’’[8]

Em kanin rola kovara Şewçila bişibînin wek kovara Hawarê, çawa ku Hawarê alfabeyeke nû, nivîskarên nû, hişmendî û hişyarîyeke nû ava kir wek wiha jî kovara Şewçila jî ji bo zaravayê Zazakî roleke wiha lîstiye. Nivîskarên xwe digihîşîne û demekê şûnda nivîskar dibin xwedî berhem, hasasîyeteke Zazakî derkiveke holê û bi saya Grûba Vateyê û kovara Şewçila rêzikên rastnivîsê jî belav dikin. Kovar ji bo Zazakî bingeheke nû ava kir. Her çiqas di nivîsan de midaxaleyê devokan nehatibe kirin jî di sererastkirinê de li gor rêzikên rastnivîsîyê sererastkirin hatine kirin. 

Heta niha[9] 16 hejmar derketine lê li gor îstatîstîkê 14 hejmarên kovarê de 104 helbest, ji jê 4 hatine wergerandin, 90 kurteçîrok, ji jê 11 hatine wergerandin, 19 gotar li ser berhemên edebî, 5 hevpeyvîn, 9 gotar, 15 gotarên analîzkirina berhemên edebî û hunerî, 1 nûçeyên edebî, 1 peyam û 1 çîrok jî tê de hene Di 16 hejmarên kovara Şewçila de berhemên 106 nivîskaran ku 16 ji wan jin û 90 jî mêr in. Berhemên 25 nivîskaran wekî werger tê de hene, yên din  raste rast ji kovarê re hatine nivîsandin.

Zêdeyî nîvê van nivîskaran yekem care ku bi kovara Şewçila dest bi edebiyatê kirine û berhemên edebî çêkirine û weşandine.[10] Beriya derketina kovara Şewçila hejmara nivîskarên jin bi zaravayê Zazakî dinivîsandin gelekî hindik kes bûn. Lê di pêvajoya Şewçila de zêdetirî deh nivîskarên jin derketine holê û berhemên wêjeyî yên beşeke girîng ji wan weke pirtûk hatine çapkirin. Ku em li gor lîsteya UNESCO ya zimanên di xetereya windabûnê de ne bifikirin em ê girîngî û rola kovara Şewçila hîn zêde fehm bikin.   

4.1. Bergên Kovaran

4.2. Naveroka/Îstatîstîkê 16 hejmarê Kovara Şewçila

Abdulah Çelîk

– Edebîyatê Kirdkî de Ziwanê Qiseykerdişî Ser o (nuşte), 8/22

Adem Karakoç

-Dej (şiîre), 4/22

-Xeyalê Bêsînorî (şiîre), 10/12

Adir Dêrsimij

  • Çiqrê Mezgê Mi (şiîre), 5/55
  • Roştîya Mi Racêre (şiîre), 6/12
  • Qatira Cere (hîkaye), 6/52
  • Hêrs (hîkaye), 8/41
  • Kila Eşqî (hîkaye) 9/73
  • Merdena Mi (hîkaye), 11/44
  • Mergê Maya Mi (hîkaye), 12/73

Adir Tilistone

– Kal (şiîre), 7/17

Ahmet Say

  • Ma Serê Koyan de Goş Bidî Qerîye (Tirkî ra tercume: Seyîdxan Kurij) (hîkaye), 4/47
  • Mehmed Şerîf Efendîyo Guêrizij (Tirkî ra tercume: Seyîdxan Kurij) (hîkaye), 7/72

Akman Gedîk

  • Çi Taw Şilîye Bivaro (şiîre), 4/7
  • Yadîgarî (şiîre), 4/55
  • Alî Aydin Çîçek
  • Xatir (şiîre), 1/10
  • Jan (hîkaye), 1/60
  • Asmên (şiîre), 2/8
  • Çila (hîkaye), 2/28
  • Xeyal (şiîre), 3/13
  • Derman (hîkaye), 4/36
  • Reş (şiîre), 5/15
  • Lêl (hîkaye), 6/34
  • Welat (şiîre), 7/32
  • Adirê Ma Jû bî (şiîre), 11/35
  • Domanê Warwayî (hîkaye), 11/37

Alî Beytaş

  • Goşê Elîcanî (hîkaye), 5/66

Alî Şeker

  • Keynekê Macirî (şiîre), 14/53

Alphonse Dauet

  • Estare (Kurmancî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 10/15

Avedîg Îsahagyan

  • Budha (Tirkî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 13/25

Bedrîye Topaç

  • Cinî (ceribnayîş), 2/4
  • Seba To (ceribnayîş), 2/56
  • Kênayî (hîkaye), 3/7
  • Têduştîye (hîkaye), 3/46
  • Çuwe (hîkaye), 3/65
  • Dejê Xerîbîye (hîkaye), 4/16
  • Zîyare (hîkaye), 4/77
  • Şîîra Dirbetine (hîkaye), 5/3
  • Şaîr û Şiîre (roportaj), 5/29
  • Giranîya Sozî (hîkaye), 5/61
  • Wad (hîkaye), 5/75
  • Şahê Maran (hîkaye), 6/3
  • Eşq Gêj o (hîkaye), 6/62
  • Waştî Bê (şiîre), 7/16
  • Şewa Sipîye (hîkaye), 7/27
  • Alîaydin Çîçekî Reyde Roportaj (roportaj), 7/32
  • Qîrîya Şabîyayîşî (hîkaye), 8/4
  • Çend Şiîrî (3 şiîrî), 8/49
  • Cinîyê Dîcle (hîkaye), 10/22
  • Payîz, Şewe û Ti (şiîre), 11/54
  • Şîyayîşo Bêwext (şiîre), 13/56
  • Yew Strane de (şiîre), 15/3

Berxwedan Pîranij

  • Dersa Kirdkî Dest Pêkerd (şiîre), 1/59

Bîlal Zîlan

  • Hetê Şuxulnayîşê Ziwan û Îdyoman ra Tehlîlê Hîkaya “Beyi Se Bena?” (nuşte), 1/47
  • Kam o Ez? (şiîre), 2/18
  • Xeyalo Rastikên & Payîz (2 şiîrî), 3/54
  • Bêname (şiîre), 8/3
  • Zebtnameyê Şewan (şiîre), 12/26
  • Zebtnameyê Şewan (13-14) (şiîre), 14/4
  • Mela Ehmedê Nêribî û Dîwanê Ey (nuşte), 16/16

Sidqî Taranci

  • – Ez Welat Wazena (Tirkî ra tercume: Wehdet Sîwanij) (şiîre), 2/44

Canê Dilo

  • – Ez Nîya (şiîre), 14/80
  • -Nalayişê Ruhê Bêkesî 16/48

Cecilia Davidsson

  • Swêd de Hunerê Hîkaye (nuşte), 15/46

Celadet Bedirxan

  • Lehçeya Dimilkî û Mewlûdê Usman Efendî (Kurmanckî ra tercume) (nuşte), 4/64

Cemal Kuhak

  • – Merdene (şiîre), 4/40

Çetîn Satici

  • Şeyda Asmîn û “Zeman Sey Fekê Kardî bî” (nuşte), 10/64

Çilkanî Ulyan

  • -Welat ho Paweyê Ma, 16/64

Deniz Dilar Pîrejmanij

  • Vengo Bêveng, (hîkaye) 1/6

Dilo Bargiran

  • Dayê (şiîre), 6/80
  • Fedayê To Bo (şiîre), 7/71
  • Eşqê To (hîkaye), 8/39
  • Ez (şiîre), 9/33
  • Çarane (şiîre), 10/60
  • Halînê Zerence (hîkaye), 13/39
  • Gird û Hurce (hîkaye), 14/76
  • Birênî(şiîre), 16/38

Dr. Sebahedîn Bor

  • – Eyşi (hîkaye), 10/66

Duzgun Axdat

  • Cîgera Mi (şiîre), 3/40

Ehmed Arif

  • Merheba (Tirkî ra tercume: Newzat Valêrî) (şiîre), 5/48

Ehmed Kirkan

  • Mulemmaya Ehmedê Xanî û Mulemmaya Ehmedê Xasî (nuşte), 7/56
  • Usman Esad Efendî û Mulemmaya Ci (nuşte), 14/54

Enwer Karahan

  • Çimê Ey Akerde Mendî (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 6/20

Erkan Tekîn

  • Kalmem û Xaskare (şiîre), 4/28
  • Bike Bivîne, Meke Mevîne (hîkaye), 5/77
  • Sanika Nare (hîkaye), 6/48
  • Dayê (şiîre), 8/21
  • Alî Xidir Bakus (hîkaye), 8/64

Esad Namdar

  • Serçimeyê Azadîye (nuşte), 5/26
  • Ziwanêko Gane: Îbrankî (nuşte), 10/3

Ferat Kaya

  • – Dejê Barî (şiîre), 2/19

Ferat Roşna

  • – Şîyayîşê Roşnîya Çiman (hîkaye), 5/19

Firat Cewerî

  • Kevoka Sipî (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 12/59

Gursel Bîngol

  • Ziwanê Xizirî (şiîre), 4/23

Hagop Mintzurî

  • -Herê Mela Umerî, 16/41

Havîn Acar

  • Welat ra Dûrî, 16/10

Hacer Petekkaya

  • Maya Mi (şiîre), 7/12
  • Jara (şiîre), 8/8
  • … (şiîre), 9/10
  • Goş Bide Mi (şiîre), 11/43
  • Eşq (şiîre), 12/28
  • Kay (şiîre), 13/49
  • Şîyayîş (şiîre), 14/59

Harûn Bozkurt

  • – Tehlîlê Hîkayeya “Perrê Pîyî” (nuşte), 15/78

Hebûn Okçu

  • Çante (hîkaye), 3/42

Helîm Yûsiv

  • – Sen Türk müsün? (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 6/26

Hemîd Hozan

  • Bêre (şiîre), 1/46
  • Zembîlroş (şiîre), 12/19
  • Fetwaya Eşqî (şiîre), 13/38

Hesen Alkiş

  • – Şaristan (şiîre), 15/38

Hesen Bektaş

  • Adiro Sûr (şiîre), 3/36
  • Welatê Ma (şiîre), 4/79

Hesenê Metê

  • – Dej (hîkaye), 15/10

Hêlîn Anter

  • Fotograf (hîkaye), 12/27
  • Yew Dinyaya Newîye Yew Çimo Newe (nuşte), 13/7

Hesen Qizilcî

  • Nuşteyê Amîna Xane (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 4/41

Hesen Şêr

  • Gazinc (şiîre), 12/58

Hudaî Morsumbul

  • – “Omid Esto”yê Huseyîn Karakaşî Ser o (nuşte), 2/67

Huseyîn Çakan

  • Xem Nêbo To rê (şiîre), 4/46
  • Herre rê Mektûb (şiîre), 16/72

Huseyîn Karakaş

  • Vaye (hîkaye), 2/13
  • Soro û Romannuştoxîya Deniz Gunduzî (nuşte), 2/34
  • Torzên (hîkaye), 6/69
  • Kutik (hîkaye), 13/44
  • Rêça Binbareke (hîkaye), 14/60
  • -Verê Lojine de(hîkaye), 16/50

Îdrîs Yazar

  • Roşna (ceribnayiş), 5/36
  • Tenyayîye û Ez (şiîre), 6/43
  • CiwayîşoBermikin (şiîre), 10/20
  • Şengal (şiîre), 14/23
  • “Ruhê Vîndîbîyayeyî” Ser o (nuşte), 14/78
  • Zarê (şiîre), 15/7
  • Hîkayeya Arîya(nuşte), 16/75

Îlyas Akman

  • -Peywendîya Tarîx û Dîyardeya Sosyale û Îqtîdarî de Hîkayenuştoxîya Kirdkî ya Moderne (Tirkî ra tercume: Roşan Lezgîn) (nuşte), 14/25

Îsmaîl Guven

  • Saya Sûra Girde (hîkaye), 2/9
  • Gandîyaye (şiîre), 3/68

Îsmet Bor

  • Fotograf (hîkaye), 9/69
  • Bilbilî (hîkaye), 11/65
  • Hewnê Mergî (hîkaye), 14/9
  • Cuya Bimana û Bêmana(hîkaye), 16/68
  • Areqê Çareyî (hîkaye), 16/78

Jorge Luis Borges

  • -Xincere (şiîre), 16/33
  • -Hîkayeya Rosendo Juarezî (hîkaye), 16/34

Juan Goytisolo

  • -Wendiş û Newe ra-Wendiş, 16/3

Lezgîn Gozen

  • Eza Bextsîya (şiîre), 3/74
  • Ma û Ziwanê Ma (şiîre), 5/60

Mamet Qetekonij

  • Mardena Mi (şiîre), 10/7
  • Heme Çî Nomeyê Xoyê Raştkên a Vatiş (nuşte), 11/56
  • Veync û Wext (şiîre), 11/59
  • Goş Bide Nê Qîrîyan (şiîre), 13/41
  • Seyîdxan Kurij û Kitabê Ey ê Hîkayeyan “Grev” (nuşte), 13/76
  • Şîyayîşê bi Koyan (hîkaye), 14/65

Mahîr Dogan

  • Vewrsipîyeke (almankî ra çarnayox) (sanike), 1/74
  • Şîîra Robert Herrickî “Azeban rê”: Ceribnayîşê Çarnayîşî û Analîzê, (nuşte), 9/27

Mehdî Özsoy

  • Gerreyê Feqîrî (şiîre), 12/24
  • Kirdistûnî Med Şarî (şiîre), 13/6

Mehmed Elî Sadiq

  • Pawitene (şiîre) 1/28
  • Bê To (şiîre), 2/36
  • Pawitene (şiîre), 3/77

Mehmed Emen

  • – Hela Tewr Weşe (şiîre), 15/53

Mehmed Yergîn

  • – Mela Mehmed Elîyê Hunî û Mewlidê Ey (nuşte), 2/52

Mela Eyub Qizilaxacî

  • Roja ke Mi Vîr ra Nêşina; 15.07.1994 (nuşte), 6/77

Mela Ehmedê Nêribî

  • -Beytay’ Eşqî, 16/20

Menaf  Mutlu

  • – Areqê Çareyê Tu (şiîre), 5/42

Mihanî Licokic

  • Zembîlfiroş û Gulxatûne (şiîre), 12/7
  • Kalê Subhanîyan (şiîre), 13/22
  • Îlm Emel (şiîre), 15/58

Muhamed Deza Batur

  • Cinî (şiîre), 10/13
  • Vengê To (şiîre), 11/ 64
  • Mirena Ez (şiîre), 13/62

Murad Canşad

  • Romananê Mehmed Uzunî de Enstrumanê Muzîkî (nuşte), 1/29
  • Xem (nuşte), 2/51
  • Marwer (nuşte), 2/60
  • Ziwanê Nêrkî-Makî (nuşte), 3/62
  • Tercumekerdox (nuşte), 4/74
  • “Bero Sûr” (nuşte), 8/25
  • Şewla (hîkaye) 9/11
  • Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Memê Alan(nuşte), 16/11

Murad Murxan

  • Dirbeta Zerrî (şiîre), 14/17

Mutlu Can

  • Provaya Mergî (hîkaye), 10/9

Nadîre Guntaş Aldatmaz

  • Romano Verên yê Kirmanckî (nuşte), 3/16
  • Destpêkê Hîkayanê Kirmanckî (Zazakî) (nuşte), 3/50
  • Dewe de (hîkaye), 5/13
  • Rîyo Bîn Yê Îstanbulî: Gula Çemê Pêre (nuşte), 5/43
  • Mêrdeyo Demokrat (hîkaye), 5/72
  • Qesawete (hîkaye), 6/13
  • Torbeyê Xeycane (hîkaye), 7/21
  • Boya Mume (hîkaye), 8/35
  • Poşmanîye (hîkaye), 8/77
  • Serekirî (hîkaye) 9/20
  • Kitabê Murad Canşadî “Hesê Mişî” Ser o (nuşte), 10/61
  • Kirmanckî de Hîkayeya Moderne (nuşte), 11/ 16

Necîbe Kirmizigul

  • Dinya (şiîre), 12/46
  • Eşqê May û Pîyê Mi (hîkaye), 12/47
  • Qeçekîya Xetîca (hîkaye), 13/50
  • Korfehmîye (hîkaye), 14/48
  • Zerrîya Bêbexte / Şorî (şiîre), 15/45

Nedîm Gursel

  • Agêrayîş (Tirkî ra tercume: Nadîre G. Aldatmaz) (hîkaye), 3/37

Neşe Babij

  • Qeçekîya Mi Boya Rihanî bî (nuşte), 2/7

Newzat Dodanij

  • Şewe û Xirabîye (şiîre), 2/20
  • Hîkayanê Roşan Lezgînî de Teswîrî (nuşte), 2/57

Newzat Valêrî

  • Ti (şiîre), 3/41
  • Bêbextî (şiîre), 5/28
  • Dewrêşêko Xerîb (şiîre), 7/54
  • Di Şiîrî (2 şiîrî), 8/16
  • Vateyê Dapîra Mi (şiîre), 10/39
  • Ezîza Mi (şiîre), 11/25
  • Dewran (şiîre), 12/67

Nûrî Keleş

  • – Ma (şiîre), 4/34
  • -Sanikê Hezar û Yew Şewe, 16/26

Oktay Ersoy

  • – Zerrîya To Peleyê Vewri (şiîre), 1/58

Osman Tetîk

  • Dejê Ceylane (şiîre), 2/12
  • Şîyayîş (şiîre), 3/29
  • Waştîya Koyan (şiîre), 4/14
  • Tîja Mi (şiîre), 5/24

Receb Dildar

  • Serebutê Hîkayeya Kurmancî (Kurmancî ra tercume: Roşan Lezgîn) (nuşte), 8/17

Remzî Gelener

  • Tewre (şiîre) 9/19
  • Roşan Lezgîn: “Şiîre Letafet û Zerafetê Vatişî ya” (roportaj) 9/34
  • Kitabê Roşan Lezgînî “Ez Gule ra Hes Kena”de Unsûrê Folklorîkî (nuşte), 10/27

Remzîye Arslan

  • Perîyê Kederî (Tirkî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 3/10

Rindê Becerîklî

  • Cinîyê Bêziwanî (ceribnayîş), 5/38
  • Çimanê Mi Bibere Xo de (şiîre), 5/12
  • Ma (şiîre), 3/9

Rohelat Aktulum

  • To Zûrî Kerd (şiîre), 3/31
  • Lal (şiîre), 4/13
  • Resayîş (şiîre), 4/39
  • Waştiş (şiîre), 6/31
  • Êdî Wext Nêmendo (şiîre), 6/32
  • Ez Hes Keno (şiîre), 5/37
  • Sînayeya Mi (ceribnayîş), 6/33
  • Şewê Mi (ceribnayîş), 7/80

Rojen Barnas

  • – Hecî Mihmed Elîyê Qelşo (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 7/40

Roşan Lezgîn

  • Mulemmaya Ehmedê Xasî (nuşte) 1/7
  • Kırmackî de Averşîyayîşê Hunerê Hîkaye (nuşte) 1/12
  • Îhsan Espar: Şiîre Cewherê Mezgî û Ahengê Vengî ya (roportaj) 1/20
  • Şala Sîya (hîkaye), 1/68
  • Teberik (nuşte) 1/83
  • Kitabêko Muhîm: Dêrsim (nuşte) 1/85
  • Edebîyatê Modern yê Kirmanckî (Zazakî) (nuşte), 2/37
  • Nêweşîya Diyarbekirî (hîkaye), 2/63
  • Nêweşîya Sîyataleyî (hîkaye), 3/55
  • Firçe Eştene (hîkaye), 3/69
  • Edebîyatê Ma de Eserêko Muhîm: Xafilbela (nuşte), 3/78
  • Nêweşîya Maseyan (hîkaye), 4/56
  • Nêweşîya Nêweşan (hîkaye), 5/56
  • Nêweşîya Leblebîyan (hîkaye), 6/36
  • Averşîyayîşê Lehçeyanê Kurdkî de Rolê Edebîyatî (nuşte), 9/3
  • Rojnameyê Roja Welatî de Metnê Kirmanckî (nuşte), 10/71
  • Mem û Zîna Kirdkî (nuşte), 11/3
  • Fîhrîstê Şewçila (No: 1-10), 11/70
  • Bi Kirdkî Zembîlfiroş û Gulxatûne (nuşte), 12/3
  • Derheqê Xasî û Eseranê Ey de (nuşte), 12/29
  • Gilyazî, Şerab û Mêrdîn (hîkaye), 13/3
  • Fotografê Serê Masa (hîkaye), 14/6
  • Tariq Akanê Ma (hîkaye), 15/39
  • Hewramkî de Şêxê Sen’an û Mem û Zîne (nuşte), 15/59
  • -Hîkayeya Dengbêjekê Kurdî: Zeryab (nuşte),  16/65

Sadiq Hîdayet

  • Kutiko Veradaye (Fariskî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 2/21

Sedef Kandemir

  • -Cinîyê Şewe (hîkaye), 15/4

Seîd Aspar

  • – Çimê Ma Roşt Bo (mesaj), 1/81

Selîm Temo

  • – Ê Cinî (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (şiîre), 3/45

Sevîm Aydin

  • Akman Gedîk: “Şaîr Peyayê Omîdî yo” (roportaj), 9/51
  • Muzîsyen Saît Bakşî (nuşte), 10/40
  • Nadîre G. Aldatmaz Reyde Roportaj (roportaj), 13/31

Seyîdxan Kurij

  • Şitê Kilkorî (hîkaye), 8/50
  • Trajedîya Zebeşan (hîkaye), 10/68
  • Ez û Di Dadîyî (hîkaye), 11/60
  • Kilawe (hîkaye), 13/66

Séchu Sende

  • Hewnan de zî Ez do Ziwanê Xo Vîndî Nêkerî (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (hîkaye), 2/61

Sidqî Hirorî

  • Kurdîstanê Başûrî de Edebîyatê Kurmancî (Kurmanckî ra tercume: Roşan Lezgîn) (nuşte), 8/9

Silêman Nazlican

  • – Roşan Lezgîn: “Kovarî Mektebê Nuştoxîye yê” (roportaj) 15/54

Sînan Sutpak

  • Çinêyera Mezopotamîke (şiîre), 3/71
  • Estetîk (ceribnayîş), 4/80
  • – Her Herê Verî (hîkaye), 5/79

Sîyamend Mîrvanî

  • – Welat (şiîre), 3/48
  • -Rîşa Qewmê Ma (şiîre), 16/70

Sitarê Xelan

  • Qertedarî (şiîre), 6/68

Şermîn Kanhan

  • Mehzûnîye (şiîre), 12/57

Şeyda Asmîn

  • Poşmanîya Xase (hîkaye), 4/9
  • Zeman Sey Fekê Kardî bî (hîkaye), 5/5
  • Bêrî Kerdene (şiîre), 6/7
  • Ez Bîya Çîkînîyêda Bêvenge (hîkaye), 6/8
  • Domanê Welatê Mi (hîkaye), 7/3
  • Xizirî Ma Caverdayî (şiîre), 7/63
  • Asûde (hîkaye), 8/27
  • Şilîya Mi (şiîre), 8/76
  • Dirbeta Kermecine (hîkaye) 9/42
  • Fotografê Eskerêk (hîkaye), 11/ 27
  • Berdel (hîkaye), 12/68
  • Eke Eşq Qedîya (hîkaye), 14/3
  • Kilîtê Wendegeyî (hîkaye), 13/57

Umer Farûq Ersoz

  • Vengê Babîyê Mi (hîkaye), 3/33
  • Rindeka Çolîg Çepaxçur (şiîre), 3/64
  • Dejo Hîrê Lengez (hîkaye), 4/24
  • Zeraj Ti Qey Qaqibnena (şiîre), 4/73
  • Ziwanê Xerîbkî (hîkaye), 5/49
  • Zewajê Gêjî (hîkaye), 6/44
  • Weverê Royî (hîkaye), 7/64
  • Xape (hîkaye), 8/59
  • Hero Baş (şiîre), 10/5

Umît Yaşar Oguzcan

  • – Mi Xo Vîr ra Meke (Tirkî ra tercume: Bedrîye Topaç) (şiîre), 6/30

Umran Düşünsel

  • Gaxan (hîkaye), 13/63
  • Gelîya Qedexîye (hîkaye), 14/72

Uzlem Akan

  • – “Tarîyîya Adirî de” (nuşte), 12/79

Wehdet Sîwanij

  • – Dayka Mi (şiîre), 3/6

[1] Yên rengî şîn ên mêr in, yên rengî kesk jî nivîskarê jin in

  

Çavkanî:

[1] tr.wikipedia.org (08.06.2022)

[2] tr.wikipedia.org (08.06.2022)

[3] Bedirxan, Celadet (1933) “Zarê Dumilî û Mewlûda ‘Usman Efendî” Hawar, Hejmar: 23, 25 tîrmeh (temmuz) 1933, r. 1-6

[4] Kurdoev, Kanat Kalashevich (1977), Ḥālatakānī jins u bīnāy barkār la zāzādā: On gender and number in the Zaza dialect of Kurdish, Translated by Azīz Ibrāhīm, Chāpkhānay Kōrī Zānyārī Kurd, Baghdad 1977, 32 p.

[5] https://www.ilkehaber.com/haber/zazaki-kurtcesinde-edebiyatin-tarihsel-gelisimi-uzerine-29041.htm

[6] www.zazaki.net

[7]  Varol, Ahmet, Üniversitelerdeki Zazaca Çalışmalara Dair Bir Değerlendirme,Wakfa Şarkiyatê, Çileya Paşîn, 2017

[8] Edîtorê kovarê Roşan Lezgîn

[9] Hezîran(Pûşber) 2022

[10] http://www.kurdilit.net/?p=2595&lang=tr

Lêkolîner: Fırat Bawerî

Bi alîkarîya Roşan Lezgîn

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply