Di Medyayê De Hevpeyvîn Çawa Tên Amadekirin?

Pirs/pirskirin, bingeha karê rojnamegiriyê ye. Pirs û lêgerîna bersiva pirsan, tiştên esasî ne di karê

rojnamegeriyê de. Pirsa ku rojnameger ji xwe bike, dibe ku bibe destpêka nûçeyekê ango hevpeyvînekê.

Ez ê îro ji we re behsa hevpevyînan bikim. Lê beriya wê, divê em tiştekî zelal bikin. Di dezgehên medyayê de û rojnameger gelek caran hevpeyvîn û roportajan li şûna hev bi kar tînin. Roportaj û hevpeyvîn du tiştên cuda ne.

Roportaj di rojnamegeriyê de tişta herî zêde nêzîkî wêjeyê ango edebiyatê ye. Di roportajê de çîrokbêjî heye. Li gorî nêrînekê, roportaj di navbera edebiyat û rojnamegeriyê de ye. Ji ber vê jî romana Tolstoyî ya bi navê «Şer û Aştî»yê jî weke roportajeke bêhempa tê dîtin.

Pirtûkên George Orwell, Jack London, Mark Twain, Ernest Hemingway, John Hersey weke mînaka rojnamegeriya edebî ango roportajê ne. Dîsa li Tirkiyeyê Yaşar Kemal, Fikret Otyam û Ara Güler jî nûnerên vê cûreyê ne. Robert Fisk, rojnamegerê amerîkî yê ku beriya demekê koça dawî kiribû jî yek ji wan e.

Di rojnamegeriya kurmancî de em zêde rastî vê cûreyê nayên. Hin rojnamegeran dem bi dem bi vî awayî nûçe nivîsandine lê di rojnamegeriya kurdi ya kurmancî de zêde mînakên vê cureyîê nîn in. Ez dikarim roportajeke Gunay Aslanî weke mînak nîşan bidim. Aslanî di hejmara yekem a rojnameyê de 29ê Çiriya Paşiyê ya 1991ê de bi ser navê “Xwîn Diherike Ji Malazgirê” reportajek nivîsandiye. Wê demê li gundekî Milazgirê cendermeyan gundî desteser dikirin û li qereqolê îşkence li wan dikirin. Gunay Aslan bi gundîyan re diaxive û çavdêriyên xwe jî lê zêde dike û weke roportaj diweşîne.

Dîsa ez dikarim behsa pirtûka Murat Bayramî ya bi navê “Belkî Îşev Binive” bikim ku bi qasî ku ez dizanim di kurmanciyê de yekem e. Bayramî di vê pirtûkê de behsa şerên Cizîr, Sûr, Nisêbîn û çend navçeyên din dike ku çavdêriya wan kiriye.

Piştî vê destpêkê em vegerin ser mijara xwe ya esasî. Yanî em behsa hevpeyvînan bikin.

Me got karê rojnamegeriyê û bi wê ve girêdayî hevpeyvîn bi pirsan destpê dike. Divê rojnameger ji xwe bipirse, “Ez dixwazim çi fêr bibim?”

Her weha ev pirs jî girîng in: “Xwendevan, şopîner, temaşevan, guhdarên min dixwazin çi bizanin?”

Bersiva van pirsan wê rojnamegerî ber bi mijara hevpeyvînê ve bibe.

Ji bo çêkirina hevpeyvînekê hinek qonax hene. Amadekarî, têkiliya bi çavkaniyan re, pirs û guhdarkirin, şopandin. Herî dawî jî deşîfrasyon û weşandin. Rêza van qonaxan car caran cihên xwe diguherînin. Lê cihê her qonaxê li ku be jî ferq nake. Di dawiya dawiyê de divê qonax bi qonax pêk were.

Ev qonax ji bo hemû platforman hema hema weke hev in. Tenê teknîk û hin detay cuda ne lê di hevpeyvîna televizyonan de jî, di ya radyo û podcastan, di ya rojname û kovaran de jî heman qonax hene.

Di qonaxa amadekariyê de tişta herî girîng, piştî diyarkirina mijarê, lêkolîn e.

Clyde Haberman ji bo hevpeyvînê wiha gotiye: “Lêkolîneke berfireh hîmê esasî yê hevpeyvîneke serkeftî ye”

Lêkolîn ji bo hevdîtinê gelekî girîng e.

Beriya her tiştî divê senaryoyeke te hebe. Bêyî senaryoyê ango plansaziyê tişta ku tê xwestin baş birêve naçe.

Em dikarin formulasyona vê qonaxê wiha çekin:

» Lêkolînê bike.

» Mijareke demkî ji bo çîroka xwe diyar bike. Armanca sereke ya hevdîtinê ew e ku rojnameger jêgirtin, anektod û delîlan bi dest bixe.

» Pirsan amade bike.

» Bila nêrîneke we di derbarê hevpeyvînê de hebe. Van pirsan bikin û bersiva wan diyar bikin: Wê hevpeyvîn çawa destpê bike, çawa bi rê ve biçe? Kesê ku tu hevpeyvîn pê re dikî wê çawa tevbigere û yên din.

Ev plansazî ango senaryoya ku di vê qonaxê de were amadekirin wê hêsaniyê di kar de bike. Wê bibe rêber ji bo hevpeyvîna ku tu dixwazî bikî.

John Brady, nivîskarê pirtûka «Hunera Hevpeyvînê» ji bo vê mijarê wiha gotiye: “Gotûbêjkarê/a xurt, dizane ji hevpeyvînekê çi armanc dike.”

Piştî van tiştan dem û cih in ku wê hevpeyvîn lê bê kirin tên diyarkirin.

Berîya çûna hevpeyvînê, amadekariya teknîkê heye. Di hevpeyvînên ji bo televizyonan de kelûpel hinekî cidatir in lê ji bo yên din kêm zêde weke hev in. Pênûs û lênûskek, kamerayek, heke hewce bike laptopek û

cîhaza dengtomarkirinê divê li ba te hebe. Di roja me de telefonên mobilê cihê kamera û cîhaza dengtomarkirinê jî digire. Divê tu van kelûpelan kontrol bikî û heke kêmasiyên wan hebin divê tu tiştên kêm temam bikî.

Roj hat û tu çû cihê hevpeyvînê, divê tu derûdora xwe kontrol bikî. Cihê ku hûnê lê rûnên divê ne zêde qerebalix be da ku hûn bikaribin hev baş bibihîzin.

Di dema hevpeyvînê de bi qasî pirsan bersiv jî girîng in. Yanî guhdarkirin. Brady kesê/a hevpeyvînê dike weke lîstikvanekî/e kişikê dibîne.

Pirsa xwe bike û bisekine, guhdar bike. Carl Bernstein, yek ji rojnamegerên ku bûyera Watergate-ê derxistiye holê û di encamê de Nixon, Serokê DYAyê dest ji kar berdabû wiha gotiye: «Nûçegihanên serkeftî ew in ku yên gelekî baş guhdar dikin.»

Di encama van tiştan de hevpeyvînek pêk tê û qonaxa herî dawî ya deşîfrekirin û weşandin e.

Çavkanî: http://botaninternational.com/wp-content/uploads/2021/02/book.pdf 

 

Nivîskar: FERÎD DEMIREL* BIANET

* Ferîd Demirel, Edîtorê Bianet Kurdîyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Û niha dîsa li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye.

Derbar Çand Name

Check Also

Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd – Mücahît Bilici

Selamûn Eleykûm! Ey gelê Kurd, hun bi xêr hatin! Û Gelên Tirkiyê, hun bi xêr …

Leave a Reply