Jan Dost: Ez dixwazim rasteqînîya cih û dema romanên xwe bim

Jan Dost di qada edebiyat û rewşenbîrîya Kurdî de, nivîskarekî berhemdar e û xwedî berhemên piralî û pircûreyî ye. Jan Dost bi berhemên xwe dîroka Kurd û Kurdistanê jî bi zimanekî wêjeyî radixe pêş xwendevanan ku herî dawî dîsa bi romaneke dîrokî ‘Destxeta Petersburg’ derket pêşberî xwendevanan.

Nivîskarê Kurd Jan Dost ku ji bilî civaka Kurd di nav civaka Erebî de jî bi berhemên xwe tê zanîn û naskirin, berhemên wî li çend zimanên din jî hatine wergerandin û ev jî ji bo qada nivîs û edebiyata Kurdî cihê şanaziyê ye.

Jan Dost ji bilî karê nivîskariyê li ser bûyer û geşedanên neteweya xwe jî xwedî helwesetekê ye û şûrê rexneyê jî di destê wî de ye.

Nivîskarê berhemdar Jan Dost li ser helwesta xwe ya netewî, nivîskarî û jiyana xwe ya taybet bersivên ji dil dan pirsên PeyamaKurd.

Birêz Jan Dost romana te ya dawî bi navê ‘Destxeta Petersburg’ demek berê derket. Em di serî de vê berhema te ya nû pîroz dikin. Wekî tê zanîn, klasîkên Kurdî û berhemên dîrokî di wêjeya Jan Dost de xwedî cihekî taybet in.

Digel vê berhema xwe ya nû, dikarî ji me re hinek behsa vê meşa xwe ya wêjeyî ya ber bi dîrokê ve bikî? Çima dîrok?

Ҫima dîrok? Ji ber ku hebûna me ya niha wek millet ji wê dîrokê tê. Em qet nikarin xwe ji dîrokê cuda bikin. Em berdewamîya wê dîrokê ne, em berdewamîya bav û kalên xwe ne. Ji bo min balkêş e ka ҫima em ji şaşîyên bav û kalan fêr nabin? Ҫima em her wan dubare dikin? Ez berê xwe didim dîrokê da ku wê bînim dadgehê. Bi romanan ez dadgehan ji dîroka me re datînim.

Nivîskar û lêkolînerê naskirî yê Kurd Rohat Alakom piştî ku ‘Destxeta Petersburgê’ xwendiye gotiye:  “Roman qala serpêhatiya destnivîsa windabûyî ya pirtûkeke Mele Mehmûd Bazîdî dike. Min ev romana dîrokî ya balkêş ji dest berneda duh di carekê de qedand.

Wek her romaneke dîrokî nivîskar Jan Dost jî sadiqî navên gelek mekan û kesayetiyên dîrokî maye. Dem sedsala 19an e. Ji bo mesaj û têzên xwe xurttir bike wek mînak Jan Dost jî carina “hefsarê xeyalan berdide” wek beşa dawîn me dibe li mekanekî çêkirî yê bitirs digerîne!” Tu li ser vê şîrove û nirxandinê, bi taybet jî ‘berdana hefsarê xeyalan’ çi dibêjî?

Ji bo min nirxandina lêkolînerê naskirî û mezin Rohat Alakom xelatek e. Ew nirxandin ji bo min cihê şanazîyê ye. Her wekî mamoste gotîye jî, ez dixwazim rasteqînîya cih û dema romanên xwe bim. Ji bo wê jî heta ji min tê ez lêkolînan dikim. Min berê xwe da Petersburgê. Ez ҫûme kitêbxaneya imperatorî û min gelek belge heta ji arşîva osmanî jî peyda kirin.

Berhemên te yên ku herî zêde li ber dilê te şîrîn in kîjan in? Tevî sedemên wê dikarî ji xwendevanên me re qala wê bikî?

Ev yek hinekî zor e. Ji zarokekî dipirsin tu ji dê yan ji bavê xwe hez dikî? Ew zarok diheyire. Lê tevî wê jî ez dikarim bibêjim: 3Gav û 3darek. Bi nivîsîna wê re ez giriyame. Bi şevên dirêj şiyar mame û min ilham ji tarîtîye wergirtîye. Min ew roman di şevê de nivîsîye. Min dixwest ez hestên Şêx Seîdê kal di wê şeva bidarvekirinê de bigrim destê xwe. Xeyalê min pir xefk avêtin ber lingê bûyeran.

Her weha Mîrname jî delalîya ber dilê min e. Ez di wê romanê de bûme şagirtê Ehmedê Xanî. Ҫûma hucreya wî, min li derd û janên wî guhdarî kir, li rûyê wî yê zer temaşe kir û meya hizr û xeyal û wêjeyê ji destê wî vexwar. Mijabad ji xwe nuxurîya min e di nav romanan de. Kela Dimdimê nasnameya min a edebî ye.

Jan Dost di cihê xwe de hilnayê û şûrê wî yê rexneyê jî tim di destê wî de ye. Jan Dost rojeva siyasî ya Kurd û Kurdistanê jî ji nêzîk ve dişopîne û bêtirs rexneyan dike. Nivîskarên wêjeya Kurd ên naskirî bi piranî di mijara rexnekirina siyaseta Kurd de xwe nadin pêş, lê tu bêtirs vê dikî. Gelo çima?

Ew nivîskar ҫima xwe nadin pêş, pirsek e mirov dive ji wan nivîskaran bi xwe bike. Dibe ku ew bêhêvî bûne, dibe ku hin ji wan berjewendîyên xwe diparêzin. Dibe jî ku hinek ji wan di bin baskên hêzên siyasî de ne, nanê wan dixun û ne hedê wan e şûrê rexneyê bilind bikin.

Ez bi xwe hesaban nakim. Bêtir jî gava ku mesele dibe binpêkirina mafên mirovan î bi destê desthilateke kurdî. Kuştina bêgunehan min hêrs dike. Ez ji xwînrêjîyê nefret dikim. Kuştinê wek gunehkarîya herî mezin dibînim. Ez naxwazim di nav gelê me de Qabîl hebin û Habîlan bikujin. Xewnên min têk diҫin gava dibînim desthilata kurdî ciwanekî bi işkenceyê dikuje, bi rûnê sincirî û ava kelandî wî dikuje. Divê mirov wê demê ҫi bike? Du rê tenê hene: rêya rexneyê û bi dengê bilind. Û rêya bêdengîyê ku dê bibe şermezarîyek ebedî.

Li ser siyaset û rewşa Rojavayê Kurdistanê em dixwazin pirsekê ji te bikin. Tu pêşerojeke çawa ji bo Rojavayê Kurdistanê dibînî? Tu bawer dikî dîyaloga Kurdî-Kurdî ya navbera her du xetên siyasî yên Kurd bi ser bikeve? Hêviya te çi ye?

Hêvîya min ew e ku bi rastî li Rojavayê Kurdistanê ji kurdan re statuyek were meydanê, lê ez bawer nakim ku desthilata De Facto yê alîkar be. Fikrên totalîter, yên ku dixwazin hemû tayên desthilatê  bi wan ve girêdayî bin, qet nikarin hukumdarîyek hevbeş qebûl bikin. Ew dibin sebebê herifîna tiahtê ku ava bûye. Diyaloga Kurdî/Kurdî ê bi ser nekeve heta ku partîyen mezin di nav nakokiyan de bin. Ji bo ku diyalog serkeftî be divê PKK û PDK di navbera xwe de bigihîjin xalên hevbeş.

Jan Dost asta niha ya edebîyata Kurdî çawa dibîne? Ber bi ku ve diçe?

Ez gelekî geşbîn im. Edebiyata kurdî bi pêş ve diҫe. Erê bi gavin giran lê her ber bi pêş ve ye. Mixabin li bakur hinekî rewş baş bûbû lê tavilê şikestinek rûhî ҫêbû ku xelk dûrî zimanê xwe ketin.  Geşbûna ziman û wêjeya kurdî girêdayî rewşa siyasî ye. Divê li Bakur, û li her deverên din jî, pêvajoya siyasî ji ya wêjeyî cuda bibe.

Wek pirsa dawî; jiyana Jan Dost a rojane çawa derbas dibe? Çi xebat û berhemên nû li ber destê wî ne?

Beşek ji jiyana min di nav kitêban de ye, beşek ji bo karûbarên malê ye, diҫim nan û xwarina zarokan tînim. Bi xwe xwarinê amade dikim. Li gel jin û herdu keҫên xwe êvaran yan li mûzîkê guhdarî dikin yan li fîlmekî temaşe dikin. Dûr im ji civatê. Kovî me. Hevalek du hevalên nêzîk hene bi malbatî em diҫin û têne ba hev. Niha min romanek ji 400 rûpelî derbarê şerê Xendeqan nivîsîye. Ez ê zû bi zû neweşînim. Romanek li ser Cizîrî jî heye. Proje gelek in lê rojên temenê min hindik in.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply