Tu an Dijminê Te

Tu zimanê biçûk bibînî

Ew ê dijmin pêl zimanê te bike,

Tu henekê xwe bi zimanê xwe bikî

Ew ê dijmin zimanê te bêxîret bike,

Tu zimanê xwe erzan bikî

Ew ê dijmin zimanê te bikire ne bi du qurîşan,

Tu zimanê xwe nasnekî

Tu dê ji zimanê dijmin re timî deyndar bî…

Û a dawiyê:

Dijminê dirrinde baş nas bike,

Feraseta wî ev e;

Dimeşîne rêya bav û kalên xwe yên berate,

Xwîn rijandin û kuştin,

“Wêran kirin û talan kirin ji xwe re kirine pîşeya sereke.”

 

Gulan 2023

Arjen Bilge

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *