Dara Berû

Li gorî hemî dîn û hemî mîtolojiyên cihanê mirov ji axê hatiye afirandin. Li gorî zanistê jî, çi candar û çi bêcan, çiqas tiştên heyin tev ji axêne. Ji lew re her tişt kîmyayeke wê heye û hemî molekolê maddeyan jî ji axê ne. Vêca kîjan giyanewer li kû derê çêbû be û li wê derê kîjan cûreyê axê hebe, ew ji wê axê çêbûne û teybetmendiyê wê axê di hundirê xwe de dihewînin.

Erdnîgarî, şêweya ruh û karekterê mirovî (yên giyanewerên din jî) dişekilîne. Giyanewer li erdnigariyeke çawa de bijî riheke welê digire. Heman erdnîgarî li gor xwe giya, dar, ajal û mirovan diafirîne. Yên ji deverek din jî hatîn, an li gorî erdnîgariyê xwe diguherînin an jî ji holê radibin û diçin…

Jiyana li erdnigariya çiya gelekî zor û zehmete, lê eşkere, berbiçav û bêpakiye. Minetê ji ti kesî û ti tiştî hilnade û hêviyan jî ji ti kesî û ti tiştî nake. Rip û rût û rast û rast e. Ji lew re candar û giyanewerên çiyayan de dijîn, di xeterê de dikarin birevin, xwe veşêrin û xwe biparêzin. Dikarin xwe bidin pişt darekî, pişt tehtekî, pişt latekî… dikarin xwe li dol, mesîl, newal, cûm an jî geliyekî de veşêrin. An jî xwe bêxin şkeftekî, xwarîştekekî, qulekî de. Ji ber wê jî serhişk, bi inyad û ser bilind in. Bêpakî û rip û rût in. Reng û şêweya wan naguhere, lê bi tevî van şertan jî bi xef, nepenî û ji ber çavan dûr in. Mirov an jî candarek din çiqas ji mirov û şaristaniyê dûr be ewqas bi serê xwe û azad e. Ji ber wê jî di bin ti fermanan de nikare bijî û hînî otoriteyê nebûye. Ev jî dibe sebebê bêrêxistinî û belawalebûna mirovên çîyayî. Bi tenê malbat, babik, êl û eşîret e rêxistina çiyayîyan. Ji lew re pêdiviya wan, ji ya zêdetir tine. Anko erdnîgarî li gorî xwe jiyanê diafirîne.

Li deşt û beriyan, rewş cudaye. Beriyê de ne teht hene ne lat, ne dar hene ne devî. Ji ber wê jî candarê li beriyê dijîn nikarin xwe veşêrin. Kû ve herin bila herin, xef nabin û li ber çava ne. Li kû derê bisekinin dixweyin û ji ber çavan winda nabin. Ji ber ku deştê de mertal tinene, candarên deştê jî ji xwe re mertalan çêdikin. Minak gelî candarên deştê rengê xwe diguherînin. Hinek ji wan, vî karî de ewqas hosta bûne ku, miro pê li wan jî dike, lê mo wan nabîne. Çekek din jî yê candarên deştê, pevre jiyan e. Li hemberê xeteriyê de bi girseyî tev digerin. Ew girse, çavên neyarên wan ditirsîne û baldariya wan jî belav dike. Ev herdu teybetmendiyên giyanewerên berîyê, tevî hemî bêparêzgehiya wan jî ji wan re dibe şûr û mertalê bê hemta. Encamê de bi hezaran, bi milyonan candar bi hev re tevdigerin û bi hev re xwe diparêzin.

Çawa giyanewerên deşt û çiyayan li gorî şert û mercên cihê lê dijîn xwe adapte kirine, mirovên li van deveran dijîn jî li gorî şertên van deveran xwe adapte kirine. Ev rewş û adaptasyona candaran ya li gorî erdnîgariyê, bivê nevê bandorê li mirovan jî dike. Weke vê yekê; ax û av û hewa û serma û seqem, bilindahî û asêhî û hwd. Ev hêman hemî bandorê li ser jiyana mirovan û hemî candarên din dikin. Ji giya û dar û gûniyan bigre heta kêzikan, mar û marmarîşkan, mêrû û belbelîtankan, pez û dewaran, şêr û pilingan, çûk û balinde û masiyan, tev li gorî cihê lê dijîn şêwe digrin û xwe diguherînin. Çiqas nîzingê hevbin jî her candarek teybetmendiyeke wan ya cuda heye û ew jî ji cih û warê jiyana wan tê. Hinek ajal havîn û zivistanan koç dikin -weke qulingan- gelek teybetmendiyên wan ji yên nizîngên wan cudatir in. Ev hêman, bandorê li ser jiyana mirovan jî dikin. Her çiqas eynî milet bin jî, ziman û çand û adetên wan yek be jî, Kurdên koçer û yên dêmanî ne weke hev in û cudhiya wan hene.

Me got; Her ax, her erdnigarî li gorî xwe candaran diafirîne. Li welatê me; berû, mazû, benav, kevot, şehînok, êrvist, qaç, çinar, zergoz, bî, spîndar û bi dehan cûreyên din darên bêber û ewqas jî yên biber hene. Wek karçik, gihûş, kizwan, fistaq, behîv, goz, mêw, sêv, xox, mijmij, hilû û hwd. Her yek ji van jî gelek cûreyên xwe lê çêdibin.

Her çiqas li ser vê axê bêhesap cûreyên daran hebin jî, dara sereke ya reng û dengê xwe dide welatê me dara berû ye. Dara Berû, ji Merîwanê heta Efrîn û Meletiyê û ji Qersê heta Mûsilê li seranserê welêt heşîn dibê. Li deşt û çiyayan, li mêrgan, li ser teht û latan, li kort û cûman, li best û bilindahiyan, û kurt û kurmancî li hemû deverên welêt heşîn dibe.

Dara berû dareke bi ber û berekete jî. Çilo yê wê weke alif didin pezê reş. Tenê li Botanê salê bi hezaran gurzên çiloberû dixin dêzeh û zivistanê wî çiloyî didin bizinan. Disa payîzan dema berû çêdibin xweyî pez diçin çiyê û berûyan diweşînin, veydidin û tînin, zivistanê didin pêz. Ji wan berûyan hinek şêrîn in û wan berûyan jî mirov dixwin.  Zarokan gelek caran têxistin nava terafa tifikê de germ dikirin û dixwar in. Pêşiyên me digotin: “Salên xelayê me berû anîne, birine êş û hêrane û me kiriye nan û xwariye.” Keresteye dara berû jî gelek hêja û saxlam e. Ji berê ve di avahiyên gundan de tê bikaranîn û zû bi zû kurm nadin dara wê û kêzik û mêşik nakevin nava keresteyê wê. Ji êgir re dareke bê hemta ye. Bawerke di dinyayê de agirê ti daran weke yê dara berû ne xweş e. Hem têhna agirê wê xweş e û hem jî zû xelas nabê û agirê wê dom dike. Komira wê jî ji ya darên din çêtir e. Kurta gotinê dara berû dinyayê de bê emsal e.

Em ê li vê derê behsa teybetmendiyeke din ya dara berû bikin. Ew jî berxwedêriya wê ya jiyanê ye. Belkî dinyayê de kêm dar hene ku ewqas ber xwe bidin. Teybetmendiya vê darê ya sereke; inyata wê ya jiyanê ye. Ev dar, çiqas tê birîn ew qasî zêdetir dibe. Çiqek tê jêkirin, şûna wî çiqî bîst şîn dibin. Darek tê birîn, li ber qurmê wê darê sed ta tehr didin. Çiqas tê birîn û ewqas zehftir û geştir dibe. Dema agir bi darîstanê dikevê û darîstan dişewite, sala din cihê şewatê weke dexlê çandî şîn dibê û şûna her darekî sed dar tehr didin û her der dibe kerx û devî. Vaye sêh-çil salin, çiyayên me têne şewitandin, lê welê jî cihên şewat pêketî disa şîn û kerx û devî ne. Gelek cureyên din nemane, lê darên berû ne ji qurmê xwe, lê ji rayê xwe şîn bûne.

Me got; ax çibe candarê li ser jî ew in. gotineke din heye. Dibêjin: “tu çi bixwî tu ew î”. Bi hezar salan e pezê me çiloyê dara berû dixwara û me jî şîr û goştê wî pezî. Dîsa berûyên me didan pêz me jî dixwarin. Nexwe em jî weke dara berû ne. Çiqas em bêne kuştin û bêne qirkirin jî disa em ê li ser koka xwe heşîn bibin. Dostekê min ji mala Eliyê Ûnis hebû, bi gotina mamê xwe digot: “Keko netirse, em hêjîrê tehtê ne…” Ez jî dibêjim em dara berû ne.

Li vê derê divê em balê bikêşin ser tiştek din; bi jêkirin û birrîn û şewitandinê dara berû naqelê, lê dema rayên wê bên hilkirin dar namîne. Mixabin van salên dawî, li gelek deveran min dît ku bi kepçeyan daran ji ra ve hildikin û wan qurm û rayên daran jî tînin, dişewitînin. Heyf û sed mixabin ev jî bi destê Kurdan tê kirin. Destik ji dara berû ye. Dîsa rayê mirovan jî zimanê wan e û îro me bi rayê xwe girtiye û em ji bin axê derdixin (em bi zarokên xwe re Kurdî naxivin ku ew rayê xwe ve bimînin) Û ew ra jî li wê derê qut dibe. Destik? Destik em bi xwe ne. Ji dara Berû…

Tebaxa 2022an
KURDJAN SORÎ

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply