Mela Musayê Celalî yê Bazîdî

Mela Musayê Celalî yê Bazîdî 1938-2021an de jiyaye û Şerha Mem û Zînê nivîsandiye.

Zana û Nivîskar, şirovekerê fiqih û ziman yê kurd bi navûdeng Seydayê Mezin Mela Musayê Celalî yê Bazîdî 1938-2021an, Mela Mûsa li Bakûrê Kurdistanê û herêma Serhedê ji girîngtrîn çaremîn kesê li yê Bazîdê ye, piştî Ehmedê Xanî, Ûsibê Bazîdî û Şêx Mustafa Tanrîverdî ye.

Ew xudan dehan kitêbên cûda ne, berî mirina xwe bi heyvek dawî li şerha Dîwana Melayê Cizîrî kir, ew li sala 20.6.2018an dest pê kiribû û li sala 23.1.2021an kutakir, ji kurê xwe Dr. Mihemed re gotibû wêneyê min tev Wêneyên Mela Abdulsalam Cizîrî û Mela Ehmedê Zivingî bi hev re bikşîne û ji bo bergê Şerha Dîwana Melayê Cizîrî deyne ser.

Lê mixabin Seydayê Mezin Mela Mûsa Bazîdî bi sedema nexweşîya koronayê li sala 2021an çûbû ber dilovaniya Xudê û ev xebat bi rohnîya çavên xwe nedît, lê hêvî heye ku kurê wî Dr.Mihemed wesîyeta bavê wî û hezkiriyên Melayê Cizîrî pêkbîne.

Seydayê Mûsa ew xwe çû wê dinyayê lê eserên wî li vê dinyayê man.

 

Fener Rojbiyanî

📌Ji fêsbûka nivîskar nivîs hat standin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *