Danasîna Peşkên Baranê

Peşkên Baranê di sêbara romanên ya birêz Mehmet Oncu de romana duyemîn e.

Pêşkê Baranê di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket.

Roman 213 rûpel in.

Di dawiya romanê de ferhengokek jî heye.

Roman ji danzdeh beşan pêk tê.

Pêşkên Baranê behsa çi dike?

Em beş bi beş mijara Pêşkên Baranê binivîsînin.

Beşa yekemîn banga sefere ye. Di wê beşê de tesîra banga seferê li ser şara Adiyemanê, gelên Adiyemanê tê rave kirin. Navên mîna Bozoyê Çinde, Dewrêş, Dawros, Arno derdikevin li hember me. Paşê Arno, dadikeve taxa Marayê û Artînê Qol dibîne. Arno diya xwe Wanenî dibîne û ji wê agahiyan hildigire. Li çiyayên Adiyemanê firarên Kurd û Ermeniyên hevdu dinasin û çîrokên xwe ji hev re vedibêjin.

Beşa duyemîn mirina Kework e. Ji tarîxa 20ê Adara 1915an şûnde fermana qirkirina gelê Ermenî bu tevahî destpê dike. Ferman di şara Adiyemanê de jî deng dide. Lewre li Adiyemanê gelê Ermanî gelek e. Lêbelê xortên Ermenî li mala Warteres çek û pûsatên xwe kom dikin. Dixwazin li hember dewletê dest bi têkoşîne bikin. Li mala Warteres xortên Ermenî yên mîna Levon, Garbîs û xortên Kurd yên mîna Awê Dewrêş, Hemê Dêro bi hev re ne. Lê haja Qadoyê Şoloyê mixbir ji wan dibe. Di navbera herdu aliyan de pêvçûn derdikeve. Kework, Kexanî, serbazek û çar xortên Ermenî tên kuştin.

Romannûs di beşê seyemîn de rêbazê flaşbekê bikar aniye.  Di wê beşê de Kework û jina wî Wartûhî, hezar dusedî zêrên reşadî bi emanatî teslîmî kirîvên xwe Mest û Xecê dike. Qewlekê rojekê ew, yan jî zarokên wan (Mîsaq, Xarapêt, Meyrenoş) hilgirin. Paşê Wartûhî xewna xwe yî xofdar ji mêrê xwe Kework re vedibêje. Lê di nav me Kurdan de peşgotinek heye: Xewn qilawuz in. Diyare ku xewna Wartûhi pêşeroja malbata wan aşkera dike ku di beşê duyemîn de ew pêşeroj hatiye vegotin. Bi zanîna Gedero Mayrikê, bobelata li pêş malbata Kework û Wartûhî tam bêlû dibe.

Beşa çaran çîroka zindanbendanê ye. Civatekê ku ji peywîrdarên dewletê pêk tê. Di wê civatê de ‘Ewo Paşa, Sidiq Efendî, Ragip Beg, Mihemed Beg, Hilmî Efendî,  Osman Beg, Lerzan Beg, Xalîs Beg hene. Ji belavbûna civatê şûnde berpirsiyarê zindanê Osman Beg tê zindanê, ji zindanbendên ku yên cizayê darvekirinê hilgirtî çeteyekê pêk tîne. Serokê çete jî Giro ye. Navê çete, çeteyê Giro ye. Çeteyê Giro dikeve taxa Miseleyê yan Ermeniyan. Ji taxa Miseleyê sî û didu merivan dibin û di newala Fatikliyê de dikujin.

Beşa pêncan sitrana çûganê ye. Çeteyê Giro pencê û yek zindanbendên Ermenî dikujin û termên wan di Newala Guran de dinixûmînin. Lêbelê Aramê kurê Arav di rêwitiyê de firar dike. Ew tenê difilite.

Beşa şeşan banga koçê ye. Kerîm û Seîd banga koçerbûna xelkê ermenî dikin. Jina Kework Martûhî ji bo filitandina her du zarokên xwe (Xarapêt û Mîsaq) têkiliyê bi kirîvên xwe Mest û Xecê re datîne. Ew jî ji gundê Azikan dikişên tên, li taxa Marayê xwe digehişînin wan. Wartûhî bi du hezar zêrên din ve herdu zarokên xwe radestî kirîvên xwe dike. Wartûhî ji wan re dibêje: Zarokên min bi xwe re bibin û wan ji vê tofanê bifilitînin. Mest û Xecê jî bi gotina Wartûhî dikin, vedigerin gundê xwe.

Beşa heftan çîroka Arman û Xazar e. Arman tê gundê Şêxbora ba Dewrêşê Ûsî Mestê. Dewrêşê Ûsî Mestê navê Hemo li Arman dike. Li ba Dewrêş ermeniyek din jî heye. Navê wî jî Xazar (Hezar) e. Arman û Xazar dibin heval. Herdu jî çîrokên xwe ji hev re vedibêjin. Balkêşe, li vir jî çeteyê Giro derdikeve pêrgî me.

Beşa heştan li rêya Dêrezorê qismek e. Wartûhû û Gedero Mayrikê jî dikevin rê. Tabî riya qeflayê koçberan ewil di komkujiyê de derbasbûbûya, paşê bi yên mayî rûyê wan ber bi Dêrezorê bûbûya. Dîsa yên mîna Hilmî Efendî, qaymeqamê Adiyemanê Mihemed Efendî, qaymeqamê Gexteyê Heqî Efendî, Qolbaşî Şukrî dikevin dewrê, karên xwe ên kirêt pêk tînin. Romannûs hîn jî xewna Wartûhî dişopîne, di vê beşê de xewna Wartûhî bi hemû rastiya xwe ve derdikeve holê.

Beşa nehan li rçya Dêrezorê qismê din e, çîroka Hasmîg û Hexînar û Perûzê ye. Hasmîg û Hexînar tevlî qefileya ku Wartûhî û Gedero Mayrik tê de bûn dibin. Ewil Hasmîg ji qefiletê direve û şopa xwe winda dike. Di bûyera Hasmîgê de kesayetê Etman bala me dikişîne. Gava ku Hexînar dike xwe ji eskeran biparêze, bêgavî ji kendêl wer de dibe. Perûza kîsikê diravên xwe li şûna xwe jibîr dike û bi hostatî Seydî dihilbijêre. Perûza bi Seydî re paşde vedigere, kîsikê diravên xwe dibîne. Dilê Seydî dikeve Perûzayê û dixwaze Perûza bibe jina wî, we ji xwe re mahr bike. Lê belê daxwaza wan naçe serî. Marek Seydî dikuje.

Beşa dehan em rewşa qefileyên ji ermeniyan pêk hatî dibînin. Rêwîtiya wan bi zor û zehmetan, bidilêşan derbas dibe. Mirov dihehiyîre. Çawa karestan wisa bi gelekî dikin. Tabî dîsa di vê beşê de jî Wartûhî û Gedero Mayrik hene. Portreya Heyşêx Axa gelekî balkêş e.

Beşa yanzdehan mirina Wartûhîye. Wartûhî nexweş dikeve. Wartûhû wasiyeta xwe li Gedero Mayrik dike û di hembêza we de can dide. Gedero Mayrik bi qefileya xwe re digihîşe Dêrazorê. Du heval derdikevin pêrgî qefileyê. Barsamoyê ji xelkê Zeytûnê û Danîelê ji xelkê Edenêye. Li Dêrazorê Barsamo û Gedero Mayrikê hevdu dibînin, lewre ji berê de hevdu dinasin. Barsamo Gedero Mayrikê bi xwe re dibe Helebê. Li Helebê li mala Barsamo, jina Barsamo Zepûre jî Gedero Mayrikê dinase. Em çîroka wan her sêyan dixwînin. Paşê Gedero Mayrikê ji keça Wartûhî Meyrenoşê re name dinivîsine.

Beşa danzdehan jiyana gundewarîyê ye. Mîsaq û Xarabêt herdu bira di gundê Azikan de li mala kirîvên xwe jiyana xwe diborînin. Di ser felaketê de sê sal derbas bûne. Mîsaq duwanzdeh salî ye, Xarapêt jî panzdeh salî ye. Kirîvê Mest dimire. Lê cihê zêran xêncî Xecê bi kesî re negotiye. Xecê jî cihê zêran dizane lê tam şûna wan nizane.

Romana duyemîn jî wisa bi dawî dibe.

Faîk Ocal

Derbar Adem Murteza

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply