Di bin ezman ê xwezînê li ser ax a Mem û Zînê bi cancoş a dil lerzînê Pêrgî te hatim lê dînê Di hewl a li xwegerînê bi canşikest û girînê bi êş û jan a birînê Pêrgî te hatim lê Zînê Bi hest û çavê geşbîê ger û bizav …
February, 2020
January, 2020
-
2 January
Seyda Goyan: Dengbêjî dengê dîrokê ye
ûnerê Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Bakurê Kurdistanê û lêkolîner Seyda Goyan derbarê dengbêjiya Kurdî de dibêje deng û awaza herêman, li gorî erdnîgariyê form girtiye. Seyda Goyan diyar kir ku li deverên çiyayî li gorî forma sirûşt, xwezaya erdnîgariyê; fonetîka dengê ji gewriyan tê cuda ye û got: “Erdnîgarî çi …
December, 2019
-
13 December
Jînbexta Min – Mihemed Hesko
Bixêr û xweşî hatî keça jîr û jêhatî weke royê hilatî Hilat, revî reştarî hat, li min evînbarî dil û can re hawarî Roya jînbexta minî hêva ser textê minî kevoka drexta minî Tu hatî cîhan hejî raperîn hiş û mejî şengebîya por kejî Bedewa bejin zirav rûdêma geşa bi …
-
6 December
Ey Mirov
ey mirov ji ber hovitiya we stranên şahiyê ji kezebê dinalin helbest di îskeîska gewriya xwe de xeniqîn rojan kirasê reş li bejna xwe pêçan şevistan xwîn vedirişin stêrk xeyîdîn reşewr stewr bûn dengê xuşexuşa barana bereketê hate birîn çirayên geş şerm kirin ji ber hovitiya we giyana erd û …
-
2 December
Şev Baş – Mihemed Hesko
Şev baş, ji welatê dûr Ji can û birînên kûr Ji bê parên gir û hûr Bixew kevokê delalê Bixew Lêylê şepalê Naz û gerdin şemalê Bixew hêlîna xewnan Şahîya dem û dewran dermana derd, xeman Bixew rindê mêkewê Şîrînî ya xweşxewê Çelengê xweş bedewê Bixew bi xewxweşî Şiyar be …
November, 2019
-
25 November
Şevînê / Mihemed Hesko
Dil bi kulê Şevînê Kaniya hêvî, evînê Perîyê xemrevînê Rêça hêviyê dijwar e Hêvî bi te hêvîn e Şahî bi te şahîn e Xwezî bê te sêwîn e Jiyan, bê te xemwar e Kevoka bask şikestî Xunava dil û hestî Çavwara jîna mestî Dil bi qîr û hawar e Gulçîçekê …
-
24 November
Min Dît Dîlberek | Bawer Yekta
Min dît dîlberek di govend û semayekî Ji çav dibarîn ken û eşq, lê hima di govendekî Ez gelek lê baldarbûm,çav bi çav li benda ronîyek bûm Ewa min dî, wek kulîlkekî!.. nikarim bêjim bi gotin kêmekî Nayê gotin bi pesnekî têr nabim ji hem civînekî Ewa dibêjim bû bo …
October, 2019
-
15 October
Kengî! / Mihemd Hesko
Kengî me… bi toza axa welêt çavên siyaseta xwe kil kir Kengî me… bi hêrs û şewata dilê dayîkên pakrewanan agirê şoreşa xwe hil kir Kengî me… axa welêt bi rondikên dilsoziyê şil kir Kengî me… barê dozê li ser şan û mil kir Wê demê… lawên Kurdistanê ne ku …
-
14 October
Şadiyê Dirêsim
ez lehengê destaneke hemdem yê bargiran im di dilê gelê xwe de karwanê rêya azadiya welatê xwe me li firtûneyên jankêş rêwitiyê dikim û bi gavên lez û bez ber bi rêya aramiyê ve dimeşim dostên sadiq hevrêyên min in kirasê taristanên mijgirtî bi tîrêjên hêviyê vediçirînim ji pêsîrên strana …
-
12 October
Birayên Xayîn
Demek hebu du bira, Herdu rabun li wira. Herdu kolan erd û ax, Ji bona qesr û qonax. Bawerî bi hev anîn, Bo xanî bingeh danîn. Nerm kirin kils û herî, Kevir anîn berderî. Tev xebitîn jin û mêr Ji bilê ewê bê xêr. Mîna gayekê zexel Wî çav berda …