Bîyolojî

Adar, 2021

  • 20 Adar

    Geh/Cumge

    Geh an jî cumge (bi îngilîzî: joint) Peykerekoendam ji boy girêdana masûlke, endam û çerm rûyek req ava dike. Herwisa yek ji karê sereke ya peykerekoendamê jî parastina endam û pêkhateyên laş e. Lê li gel destekkirin û parastinê, peykerekoendama mirov bi navbeynkariya gehan, çemînbarî û livîna laş jî rêk dixe. Bi gelemperî cihê ko du an jî pirtir hestî …

Nîsan, 2019

  • 10 Nîsan

    GUHAZTINA XWÎNÊ (XWÎNGUHAZTIN)

    -”Guhdarên hêja, ji boy nexweşek bi xwîna ABRh(+), pêdivî bi xwînê heye, ên ku komeleya xwîna wan AB Rh(+) e, ji kerema xwe bila demildest serî li nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê bidin.” Bêguman mîna her kesî, wê jî di radyoyê de bangewaziyek wisa bihîstî ye. Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye. Dibe ku mêjera xwîna mirov …

Tîrmeh, 2018

Sibat, 2018

  • 25 Sibat

    Rijenê Hîpofîz (Toşpiya Hîpofîz)

    Hîpofîz rijenek biçûk e, bi qasî habika nok e. Lê hîpofîz rijênêk gelek bi bandor e, hormonên vî rijênê gelek rijên û şaneyên laş ji xwe re dike armanc. Çalakiya rijênê hîpofîz bi hîpotalamusê ve girêdayî ye. Hîpofîz li gor hormonên hîpotalamusê, hin hormonan berhem dike û der dide nav xwînê. Rijenê hîpofîz ji du lobên sereke pêk tê, loba …

  • 6 Sibat

    Hormona Prolaktîn (PRL)

    “Hormona şîrê” û “hormona luteotropî” navên din ên hormona prolaktînê ye. Hormona prolaktîn(PRL), hormonek peptîdî ye. Derdana sereke ya PRL ji loba pêş a hîpofîzê ye. Ji xeynî hîpofîzê hinek prolaktîn ji malzarokê, ji çerm, ji memikan, ji xaneyên bergiriyê û ji rijênê prostatê jî(di laşê nêran) tê derdan. Karigeriya sereke ya hormona prolaktînê li ser rijênê şîr e. Eger …

Rêbendan, 2017

  • 16 Rêbendan

    Fotosentez

    Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên. Organîzmayên fotosentetîk, bi alîkariya enerjiya roniyê enerjiyê depo dikin û karin pêkhatiyên lebatî …

Hezîran, 2016

  • 13 Hezîran

    BIZINA KURDÎ – Li Kurdistanê tê xwedîkirin li Kendavê guzîde ye

    Bizina kurdî ango bi navê xwe yê din “bizina Şamê” li welatên Kendavê gelek tê ecibandin. Cotkarê li gundên derdora Hewlêrê xwediyê baneyan Mesûd Mihemed Salih dibêje, welatên Kendavê li gor berê zêdetir daxwaza bizina kurdî dikin. Mesûd Mihemed Salih ji Rûdawê re diyar kir ku piştî raperina 1991ê bi 3 bizinan dest bi ajaldariyê kiriye û her sala paştir …

Îlon, 2016

  • 26 Îlon

    Başokê Mezin (Accipiter brevipes)

    Meznatî û kelwaş: 32 – 37 cm dirêje. Salox: Yê nêr ser û patik û piştpatik û pişt û binpişt şînvene û serê wan vekirîtir e, pênc gîx li beratîya kurîya wan ne, heftik û berçêlk û zik û binzik sipîvene û tenişt li rasta binçengan zervene. Binçeng sipîne û gîxên qehweyî lêne û serê çengan reşe. Sipîlka çavan zere, …

  • 16 Îlon

    Başok (Accipiter nisus)

    Meznatî û kelwaş: 30-39 cm dirêje. Salox: Balindeyekî goştxwer e, firîna wî xurte, pê û kurî dirêjin, çeng girovir û gîxdarin ji bin ve, yê nêr ji serîve şînekî reng xwelîkîye, piçeka soratîyê li herdû alekan û serguhkan heye, di gel hindek pinîyên sipî li piştpatikê, çeng pitir şîn in û şaper bi ser qehweyîvene û rengê şaperan ji binîve …

Tebax, 2016

  • 2 Tebax

    Başkulok (Saxicola Torquata)

    Meznatî û kelwaş: 12 cm dirêj e. Salox: Yê nêr, payîzan qehweyîyekî tarî ye, ji milê piştê ve hindek pinîyên reş lê ne û binpişta wî spî ye û gîxên qemer lê ne, kurîya wî qehweyîyekî tarî ye û binê wê di bin binpiştê de spî ye, tokeka spîya pan li stûyî werhatîye û gîxeka spîya mezin li çengveşêran e. …