Başok (Accipiter nisus)

Meznatî û kelwaş: 30-39 cm dirêje.

Salox: Balindeyekî goştxwer e, firîna wî xurte, pê û kurî dirêjin, çeng girovir û gîxdarin ji bin ve, yê nêr ji serîve şînekî reng xwelîkîye, piçeka soratîyê li herdû alekan û serguhkan heye, di gel hindek pinîyên sipî li piştpatikê, çeng pitir şîn in û şaper bi ser qehweyîvene û rengê şaperan ji binîve piçekê bi ser qehweyîyê tarîve ye. Kurî wekî piştêye، belê bi qehweyî tamdayî ye û bi piçeka sipîyatîyê bi dûmahî diet û çar gîxên tarî dibirin. Heftika wî sipîve ye û bi rengekî xenayî yê sivik tamdayî ye û hindî mayî ji binîve sipîye, hindek gîxên reng xenayî li singî û berçêlkê hene û nêzîkî zikî û herdû ranan teng dibin, piçeka soratîya xenayî، li herdû teniştane, binkurî û binçeng sipîne, binkurî pinîpinî ye û binçengan gîxên qehweyî lêne, mê ji nêrî qebetir û bi kelwaştire û ji serîve bi ser rengê xwelîkîyê şînve ye û ji binîve sipîve ye û bi gîxên qehweyî gîxdare û di yên serede، pitir bi ser rengê xwelewî ve diçin. Reşka çavan pirteqalîye, nikil risasî ye û serdifink zerekî bavkeske pê zerin, nizim û xweş difirit û hindek caran bilnd û li hewa didolînit û navbeyn navbeyn çengên xwe dihejînit.

Jîngeh: Zivsitanan qesta kurdistanê dikit û li hindek cihan têjkan jî diînte der, ji îlonê heta dûmahîya nîsanê dimînit. Di nav dar û bar û bîstan û zevîyên çandî de diête dîtin.

Xwarin: Balindeyên biçûk digirit û hindek caran yên temet xwe jî digirit, yan li ser erdî, xwe tê werdikit an jî bi dû dikevit û hindek caran kêz û mêz û giyanewerên biçûk jî digirit, li axê nêçîrê dixut.

Zêdebûn: Li ser daran hêlîna xwe ji tak û çeqan çê dikit, ya mê ji (4 ـ 5) hêkan û carna pitir jî dikit û hêkên wê sipîyekî tam şîn in û hindek pinîyên qehweyî an bindeqî lêne, piştî (5) heftîyan, hêkên xwe dikite çûçik.

Cihên lê belav: Li ewropa heta ûris bo milê rojhilatê û deryaya sipî bo nişîv û her wesa li turkî û sûrîya û îraqê û rojavaya îranê têjikan diînte der, di mişextbûna xwe de heta jorîya efrîka û gizîrteya ‘erebî diçit.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply