Başkulok (Saxicola Torquata)

Meznatî û kelwaş: 12 cm dirêj e.

Salox: Yê nêr, payîzan qehweyîyekî tarî ye, ji milê piştê ve hindek pinîyên reş lê ne û binpişta wî spî ye û gîxên qemer lê ne, kurîya wî qehweyîyekî tarî ye û binê wê di bin binpiştê de spî ye, tokeka spîya pan li stûyî werhatîye û gîxeka spîya mezin li çengveşêran e. Erzink û heftik û alek, reş in û piçeka soratîyê li dûmahîya perrên wan e. Sing sorve ye û zik spî ye, demê têjikînanederê ser û pişt reş dibin, ya mê, ji milê piştê ve, qehweyîyeka gîxdara gîxreş e. Binpişt qemerekî vekirîye, kurî wekî ya yê nêr e, qana spîya li çengan ne gelek diyar e. Erzink û heftik xwelîkîyekî tarî ne, berçêlk sorve ye û zik û binzik spîve ne. Têjik wekî ya mê ye û ji milê piştê ve pinpînî ye.

Jîngeh: Li kurdistanê, zivistanan (ji dûmahîya meha tebaxê heta dûmahîya meha nîsanê) û bi rêbarî jî, biharan (ji dûmahîya meha subatê heta meha nîsanê) û payîzan (ji dûmahîya meha tebaxê û herdu çirîyan), li erdên beyar û şorik û şêlên têrdexel û qerram û li ser teraş û darik û dartêl û pejanan (gelek caran, dadayî û navbeyn navbeyn, kurîyê û herdu çengan dijenit) diête dîtin.

Xwarin: Xwarina wan dubarî mêşemor û kirmik in.

Zêdebûn: Hêlîna xwe, sererd yan nêzîkî erdî û di nav gil û giyayî û qerramî de çê dikit, ji (4 – 6) hêkên şînveyên pinîsor dikit.

Cihên lê belav: Li nîveka ewropa û devera deryaya spî û jêrîya ûris heta jorîya rojavaya efrîka û turkiya û qoqaz û devera deryaya qezwîn û gizîrteya ‘erebî û ermenistanê û azerbîcanê û jorî û jêrîya rojavaya îranê têjikan diînte der. Zivistana xwe bi qetlazî li qubrisê û ‘îraqê û li jorîya rojhilata efrîka (jorîya hebeşe û jorîya misrê û sudan û somal û lîbîya) û gizîrteya ‘erebî û hindistanê û jêrîya rojhilata asiya diborînit.

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply