Romana Semerqand – 6 (Amîn Me’lof)

Jinek û zelamek… Wênesazek ku navê wî nayê zanîn, ew li ber hev re dirêj kirine û li hev pêçayî xeyal kirin e. Cihikeke ji gulan û cûweke bi rengê zîv li ber lingên wan diherike daniye. Çiçikên xwedawenda Hindê yên girover, ji Cîhanê re layîq dîtine. Di desteke Emer de badînek mey û pê destê din, gulîya dildara xwe miz dide.

 

Her roj, li qesrê liqayî hev dibûn. Ji tirsa hestên wan derkevin holê, ji hev dûr disekinin. Xeyam her şev, berê xwe dida koşka xwe ya kiçik û dima li benda xoşewîsta xwe. Gelo, çend şevan qismetê wan bi hev re hebû? Her tişt bi fermanrewan ve girêdayî bû. Heke ew biketa ser rê, yê Cîhan jî bi wan re biçûya. Fermanrewan, ti carî ti tişt eşkere nedikir. Koçer kurê koçeran! Sibehekî radibû,  xwe tavêt ser pişta hêsp û diketa ser riya Buxara, Kîş an jî Pençîkentê. Ehlê qesrê, diket pey, weke koçerên ji ber berfê pêz birevînin. Tirsa Emer û Cîhanê, hatina wê rojêbû. Her ramûsanekî de xatir xwestinek û her hembêzkirinekê de, tameke vediziyê hebû.

Emer, şêveke havînê ya zehf germ de, dema li hêvîya Cîhanê derket derve. Dema dengên parêzkaran ji nêz ve seh kir tirsiya. Lê tirsa wî beytişe bû. Cîhanê, xwe li kesekî nedabû xwuyakirin û hatibû. Maçên ewul sape lê yên din dûvdirêjbûn… Ev, rêyek a qedandina rojên kesên din û destpêkirina şevên wan bû. Cîhanê, li ber guhê Emer, bi yarîker pispisand:

—Gelo, li vî bajarî çend xoşewîstê weke me digihin hev hene?

Emer, kumikê xwe yê şevê rast kir, lamên xwe pim kirin û dengê xwe boxe kir:

—Ka em vê rewşê ji nîzing ve vekolin. Em jinên mêr yên aciz bûyîn, koleyên îtaetkar, qehbikên xwe difiroşin an jî xwe demane dikin, bakiryên dinalin bidin aliyekî, ka çend jin dimînin kû mêrê wan bi xwe bijartîn re digihijin hev? Çend xoşewîst? Dîsa gelo çend mêr, rex jineke hez jê dike, lê jin ji ber ko nikare tiştek din bike, ne xwe pêşkêş dike, ji ber tiştek din li rex  radize? Kê dizane? Belko îşev li Semerqendê yek jin û yek mêr hej hev dikin. Tu yê bêjî çima ez û tu. Çimkî Xwedê çawa hinek kulîlk bijehr afirandine, em jî evîndar afirandin e. ji lewre.

Emer dikenî û hêstirên Cîhanê diherikîn.

—Em bikevin hudur û dêrî dadin. Îhtimale ku dengê şadiya me sehbikin.

Piştî çend carekî hev rehet kirin, Cîhan rabû, cilikeke tenik li xwe kir û hinekî ji dildarê xwe dûr ket û got:

—Ez ê razekî ji te re bêjim. Min ev ji jina xwediyê xanê seh kir. Tu zanî ji bo çi hatiye Semerqendê?

Emer, ew sekinand. Neniyetbû ku guhdarî fesadiya haremê bike û got:

—Razên fermanrewan min eleqedar nakin. Ew kesên guhê xwe didin wan tiştan, guhê wan jêdikin.

—Guhê xwe bide min. Ev raz me herdukan jî eleqedar dike. Dibe ku jîyana me herduyan jî serobino bike. Nasır Xan, ji bo venêrîna leşkeran hatiye Semerqendê. Texmîn dike ku di dawîya havînê de, dema rojên germ biqedin, yê artêşa Selçûqiyan êrîş bike.

Ji zarokatiya xwe ve, Emer Selçûqî nasdikir in. Zehf ji beriya bûyîn efendiyê Asyaya Misilman. Bajarê ku Emer lê hatî dinê, dest xistibûn. Ew xofa mezin a ji gelek nivşan re bûyî çîrokên şêvbihêrkan, ji wan rojan mabû.

 

Deh salan ji berî bûyîna Emer qewimî bû ev kambaxî. Kebarekî rabûbûn ku çi bibînin! Bajarê wan ji aliyê şervanên Tirk ve, hatî dagirkirin. Serfermandarên artêşên wan, du bira bûn: Yek jê “Şahîn” dihate naskirin, Tugrul Beg û yê din “Baz” dihate naskirin; Çagrî Beg. Wî çaxî, hêca navê wan nehatibû sehkirin. Herdu kurê Mikaîl Begê kurê Selçuk Begê serok eşîrê koçer ê nû misilman bûyî bûn. Ji giregirên bajêr re ev peyam şandibûn:

“Tê gotin ku, zelamên we kancin û ava we bin erdê de ye. Heke hûn li ber xwe bidin, yê zelamên we bikevin bin erdê û botikên we yên avê jî yê derkevin ser erdê.”

Di dema rapêçanê de ev zirt, gelî caran difirin! Dîsa jî pêşengên Nîşabûrê, bi şertê soz bidin, destê xwe nedin can û malê bajariyan û riyên avê, biryara teslîmbûyînê dan. Soza xurtan, bi kêrî çi tê? Dema hêz ketin nava bajêr, Çagrî beg xwest ku leşkerên wî, bajêr talan bikin. Heyva remezanê bû û bajarek ê misilmanan di vê heyvê de diviya nehata talankirin. Ji ber vê yekê Tugrul Beg, sekinî. Çagrî beg ev yek pejirand, lê dev jê berneda. Bi tenê biryara heta dawiya heyva remezanê ya ku gel têde hatî bexişandin da.

Bajarî, dema dubendîya fikra navbera herdu biran de hesiyan, êdî dizanîna dema heyva remezanê biqede, yê êrîşê wan bikin, malên wan talan bikin û wan bikujin. Ew tirs û xofa mezin, bi vî awayî despêkir. Tirsa êrîşê, ji êrîşê kambaxtir e. Serê mo nivz û mo nikaribe tiştekî bike. Dikan vale bûbûn. Mêran xwe veşartibûn. Keçik û jin, bê çare digirîyan. Mo çi bikira? Çawa bireviya? Kîjan riyê de biçûya? Dagirkeran, her der girtibûn. Leşkerên siwarî dora Qada Mezin a Sûkê, nava taxa Derîyê Şewitî û kolanên taxan de diçûn û dihatin. Her dem serxweşbûn. Li benda cerd, cirm û ruşwetê bûn. Yên din jî gundên dora bajêr talan dikirin.

Ma mirov navê cejn were û rojî biqede? Wê salê, herkesî dixwest ku ti carî cejin newe û heta hetayê rojî bidome. Dema di rûyê esmên de heyva nû xwiya kir, keyfkirin, geşt û xwarina parêvê nedihat bîra ti kesî. Jixwe vaye heyveke ehlê bajêr hemû bûbûn weke giskê sexdê yê dermale.

Ji berîya cejnê ji bo daxwazên wan bêne qebûlkirin şeva leyletulqedrê, bi hezaran kes heta serê sibehê bi dua û giriyê xwe ve mabûn di mizgeft û tekyayan de.

Di nava kelehê de jî navbera herdu birayên Selçûqî de niqaşên dijwar pêk dihatin. Çagri Beg, digot:

—Vaye çend heyvin me dirav nedayîn leşker. Ji ber soza talankirina vî bajarê dewlumend şer kirin. Ez nikarim êdî wan bisekinînim. Hindik maye serî hildin.

Tugrul Beg, bi zimanek din diaxiviya:

—Em di serdemeke ji berî fethan de ne. Hêca gelek bajarên em bi dest bixîn hene: Isfexan, Şîraz, Rey, Tebrîz û gelekên din. Heke piştî teslîmbûyînê jî em Nîşabûrê talan bikin êdî ti derî ji me re venabin û ti biryargeh teslîmê me nabin.

—Ev bajarên tu xeyal dikî, leşker dev ji me berdin em ê çawa bê leşker bistînin? Yên herî sadiq jî ji niha ve serî hildane û gefan dixwin.

Li cem herdu biran, efserên eşîretê yên kevin hebûn û hemûyan gotinên Çagrî Beg dipejirandin. Ji ber vê piştgiriyê, Çagrî rabû ser xwe û ev got:

—Em zehf ştexilîn. Ez ê ji leşkerên xwe re bêjim bajar yê we ye. Te bivê tu yên xwe bisekinîne. Her kes ji artêşa xwe berpirsyar e.

Tugrul, nelepitî û bersiv neda. Nava dudiliyeke kambax de bû. Paşê yekcar xwe hilavêt û dest avêt xencera xwe. Çagrî jî şûrê xwe kişand. Kesên li wê derê, nizanîna ne navcîtiyê bikin an jî weke her wextî şerê herdu bira temaşebikin. Pey re Tugrul axivî:

—Kekê, ez ne di wê hêvîyê de me ku tu îtaetê ji min re bikî. Ez nikarim şervanên te jî bisekinînim. Lê tu wan berdî bajêr, Ez ê vê xencerê li nîvê dilê xwe de daçikilînim.

Bi vê gotinê re, xencer anî sawiya dilê xwe re. Kekê wî, bêhnekî vesekinî û paşê çengê xwe vekirin û ba wî ve çû û xwe avêt birayê xwe. Bi vî awayî Nîşabûr rizgar bû, lê xofa wê remezanê ketî dilê wî bajarî, ti carî nahat jibîrkirin.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply