Forum

Sermawêz, 2017

  • 8 Sermawêz

    Ez raywanê royê xo ya

    Ma bixeyr dî, wendoxê delal û erjayeyî, ez şima bi zerrîgermîye selam kena. Nameyê mi Emre yo, ez kirmanc û dêrsimiz a. Ez serra 1995 Anqara de maya xo ra bîya, nika kî Anqara de ciwîyena û tîya de Şaredarîya Çankayayî de xebitîyena. Kelecanêde girs û weşî ez girewta, çike mi hetanî nika bi kirmanckî qet nênuştbî. Reya verêne nusena, …

  • 8 Sermawêz

    Felsefe, metoda diyalogê

    Felsefeya dîyalogê di şûna psîkolojî de pêş dikeve. Li Norvec, Denmark û Almanyayê tiştekî normal e ku mirovên siyasî diçin ba sazîya felsefeyê û li wir “tedawî” dibin. Niha tedawîya mirovên siyasî bi rêya felsefeyê ketiye rojevê. Ji ber ku psîkolog nikarin nexweşên siyasî tedawî bikin. Tenê mırovên nexweş dikarin, bi rêya tedawîyê felsefeya dîyalogê baş bibin. Felsefeya dîyalogê di şûna …

  • 3 Sermawêz

    Dirikê

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek hebû. Navê wê Dirikê bû. Rojekê Dirikê û jinbira wê ji bo ku cila/kinca bişon diçine serê kaniye. Ji bo ku ava cila germ bikin jinbir ji Dirikê dixwaze ku here darik û qirşika bide hev. Dirikê diçê dar û qirşika dide hev. Lê Dirikê dereng …

  • 2 Sermawêz

    Tiştên Şkestî

    Çarşema borî rewşa korîdora min wiha bû. Şkestî, Tûj, Xeternak. Ev bû korîdora min. Kurê min bû yê ku ev tişta kiribû. Carinan, ya ji dil gelek caran, hin tişt dişikên – mirov nikare li rewşa berê vegerîne. Û ev bêhna te diçikîne … ji nişkê ve. Bêhna min çikiya dema ku kurê min bi hêrs, bixezeb tenê ji ber …

  • 1 Sermawêz

    Zêrka Zêran

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek bi navê Zêrka Zêran hebû. Rojek ji rojan Zêrka Zêran û hevalên xwe diçin qirşika. Zêrka Zêran qirşikê xwe didê hev. Duvre ji hevalê xwe re dibêje: – Min qirşikê xwe dane hev. Heta hûn qirşikê xwe bidin hev ezê razim. Dema ku we karê xwe …

  • 1 Sermawêz

    Çûk û Pîrê

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Carekê ji caran li gundekî pîrejinek hebû. Rojekê ji roja mevanên pîrê ten. Ji bo ku nanê xwe bi tenûrê wekê, hatibû serê tenûrê. Hundurê tenûrê tijî qirşik û darik û ardû dike lê tenûr pênakevê. Çiqas pifdike tenûrê tenûr pênakevê. Çûkek tê xwe li ser tenûrê …

  • 1 Sermawêz

    Her Çar Heywanên Di Bîrê De

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Di demeke gelekî kevin de roviyek hebû. Rojek ji rojan dikeve hundirê bîrekê de. Piştî ku gelekî li wir dimêne rojekê gurek tê serê bîrê. Li hundirê bîrê dimeyzêne û dibînê ku roviyek di hundûrûyê bîrê deye. Rovî gur dibînê. Rovî bangî gur dike: – Ti li …

Cotmeh, 2017

  • 31 Cotmeh

    Riha; Paytexta sebir û mîstîzmê

    Mekan, ne tenê ew der e ku em jiyana xwe lê derbas dikin û zikê xwe lê têr dikin e. Mekan xwedî taybetmendiyeke wisa ye ku raborî heta roja me bi xwe re anîne. Teorsîyenê Marksîst ê navdar ku doktoraya xwe li ser avahîsazî û plansaziya bajarwaniyê kiriye, mekanê bi tevnê têkiliyên civakî ve girê dide, watedar dike. Mekan, rasterast …

  • 29 Cotmeh

    Rûpela Yekem A Rojnameya “Kurdistan”ê

    Rojnameya ku cara ewil bi zimanê Kurdî weşan kiriye “Kurdîstan” e. Xwediyê vê rojnameyê Lawê Bedirxan Paşa Mîqdad Mîtdhet Begê bû. Rojnameya Kurdîstanê, di 22’yê Nîsanê/Avrêla sala 1898’an de dest bi weşanê kiriye. Derketina rojnameya Kurdîstanê, di dîroka çapemeniya rojnamegeriya Kurdî de gava yekemîn e, û gelek girîng e. Rojnameya ku cara ewil bi zimanê Kurdî weşan kiriye “Kurdîstan” e. …

  • 28 Cotmeh

    Ji Evîna Rojên Kevin: Biçûkaniya Min û Stêrnasî

    Di biçûkaniya min de li gund, elektirîk nebû, dema ku dibû êvar û tava heyvê neba, reşahî û bêdengiyê konê di ser asoyê gund re vedigirt, gund di nav reşahî û bêdengiyê de dima. Bi tenê stêran bi ronahî û biriqandina xwe li asman dilîstin.. Di nav wê reşahî û bêdengiyê de hin caran dengê reyandina sehan, qurequra beqan ji …