Tiştên Şkestî

Çarşema borî rewşa korîdora min wiha bû.

Şkestî, Tûj, Xeternak.

Ev bû korîdora min.

Kurê min bû yê ku ev tişta kiribû.

Carinan, ya ji dil gelek caran, hin tişt dişikên – mirov nikare li rewşa berê vegerîne. Û ev bêhna te diçikîne … ji nişkê ve.

Bêhna min çikiya dema ku kurê min bi hêrs, bixezeb tenê ji ber sebebên ku bo wî muhim in, ber bi şerşokê bayê kusiya li pey xwe rakir. Dema ku derê serşokê hilda ku lêxe û bigire, bû sebeb ku neynika giran ya ku li ser derî montekirî bû ji cihê xwe bipeke û li binmalê perçe-perçe bibe û li ber tîrêjên tava paşnîvro şewq vede.

Ez aram bûm. Xwedê kirî tiştek li min nehatibû û min henaseyeke kûr kişand. Min seg derxist derve da ku lingên xwe jê neke û min pisîng jî ji ber heman sedemê danî bindavê.

Ez çûm paşbaxçe û li hêsirên germ yên çavên xwe hisiyam ku ji dêmê min dadiwerivîn. Wekî dayîk dema ku mirov di rewşên wiha de bi tenê be, bi rastî hesta tenêtiyê zorê dide mirov. Ez pê hisiyam ku ez çiqas tirsiyame û hêvîşkestî bûme. Ji dil lehzek berê ev yeka çê bû? Lebê. Ev rastî bû.

Ez rawestiyam û fikirîm bê ka ev nîşaneya tekamûla karakterê wî ye û min ji pencereya li serfêza xwe dengê girînê bihîst ku ji serşokê dihat.

Serê wî ketibû ber sînga wî. Ew jî li benda tiştekî wisa nebû. Merheba hêrs — nayê bîra min ku min tu vexwendibî mala xwe.

Tirsiyayî.

Bisaw.

Şermkirî.

Bifikar.

Bêhneke kûr bikêşe, “Dayîka Şervan”, bêhneke kûr. Anika, hema vê lehzê ev rihê biçûk û nazik te divê. Ew nika hewcedarî vê ye: tişta herî baş ya ku ji destê te tê. Ew dilovaniya te divê. Hezkirina te ya nerm û qewî û pêbaweriya te. Nika henaseyeke kûr bikêşe. De haydê Yadê.

Here. Nika here. Here derî veke, ji nava camên şkestî re, li ser pêçiyên xwe bimeşe û here, qet bila pêjna hatina te jî neke, vebûna deriyê serşokê bibîne, lê binêre, li rûyê tu herî zêde jê hez dikî, ku ji ber tirsê sor û ji girînê şil bûye, guh lê bidêre ji nişkê ve dengê wî çiqas ketiye: “Dayê, ez ê careke dinê wina nekim, ez pirr xemgîn im.” Zêdetir hêsir. Zêdetir girîn. Li ser sûretê wî yê şirîn dilwaswasî.

Here Yadê. Wî hilde. Nika here. Wî hilde himêza xwe. Erê, tu jî niha digirî. Te dît çi tiştekî mezin çêbû. Wî kîp himêz bike. Mêze bike çawa di nav milê te de bûye qasî gilokekê. Mêze bike çiqas muhtacê hezkirina te ye. Binêre ew dixwaze tu ji nû ve baweriya xwe pê bînî. Bibîne hê jî çiqas biçûk e. Bibîne çiqas nazik e rihê wî.

Ez ji te hez dikim.

Tu li ewlehiyê yî.

Ez li vir im.

Mereq neke, ya herî xerab derbas bû.

Tu dilê min î.

Ez ji te hez dikim.

De haydê Yadê. Nika ji wî re behsa hêrsê bike. Jê re bêje. Hêrs hesteke pirr bihêz e. Mafê te yê hêrsbûnê heye. Ew dikare paqij bike. Dikare hilweşîne. Serê xwe  ba dike. Ez jî vê yekê hîs dike. Edê wî hêrs nas kir.

Rêyeke baştir heye ku tu hestên xwe nîşan bidî.

Em ê bi hev re li ser vê yekê xeber bidin . . . sibê.

Ez seba alîkariyê li vir im.

Tu li ewlehiyê yî.

Tu tu carî di nav hêrsa xwe de ne bi tenê yî.

Tu tu carî di nav tirsên xwe de ne bi tenê yî.

Ez li vir im. Em li vir in bi hev re.

Nika em ê bi hev re paqij bikin.

Me camên şkestî pak kir. Me malaşt û gêzî avêtê. Karekî rihet û sexbêr bû. Herwiha karekî watedar bû.

Carna, hin tişt dişkênê. Carinan em wan dişkînin. Mesele şkandin nîne, mesele ew e ku em çima û çawa dişkînin. Ya girîng ew e ku em ê çi bertekê nîşanê şkandinê bidin. Gelo me dikuje? Me davêje nav gêjika sûcdarkirin û cezakirinê?

AN

Gelo alîkariya me dike ku em hezkirina herî jidil bînin bîra xwe? Gelo me ber bi dilovaniyê ve kaş dike an me ji rêgiriya “rastî” û “xeletî”yê xelas dike û digihîne HEZKIRINê?

Erê. HEZKIRIN.

Here Yadê. Nika here.  Bebika xwe hilde. Vê hînî wî bike. Rayê wî bide. Wê hilde nav jiyana xwe. Jê re tê gotin “HEZKIRIN. Here. Hema nika.

Çavkanî: Majestic Unicorn

https://perwerdia.wordpress.com/2016/08/

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply