Forum

Adar, 2018

  • 19 Adar

    Di 29 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de, rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka Kurdî de

    Bi vê helkeftê ku di roja 9/3/2018an de (29) sal di ser koçkirina Mihemed Şêxo derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola Mihemed Şêxo di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek nifşên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, …

  • 17 Adar

    Gelo Felsefe Bi Kurdî Pêkan e?

    Berî em bersîva pirsa xwe ya sereke bidin, divê di derbarê beşa felsefeyê de hinek xwediyê agahiyan bin, da ku pirsa me ya sereke xweş bê fêmkirin. Lewre bi qasî bersîvandinê ji bo fêmkirina pirsê jî pêdiviya me bi agahiyan heye. Di serî de em dikarin bibêjin ku felsefe lêgerîna wateya jiyanê ye. Wekî xwediyê giyan, hewcedariya mirov bi jiyaneke …

  • 15 Adar

    Insanên Ji Insanetiyê Dûrketî

    Dema sal derbas dibe morov jî pê re zanatir û bi aqiltir dibe. Eyn mîna şerabê. Çawa sal bi ser şerabê de derbas bibin ewçend bi lezzet û ewçend bi buha û ewçend xweş dibe. Di jiyana me ya modern de çiqas sal li ser emrê insanî de derbas bibe jî ji ehmeqiyê zêdetir tiştekî din lê zêde nake. Bê …

  • 15 Adar

    Hopo

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Şivanekî ku navê wî Hopo bû hebû. Li cem mirovekî maldar şivantî dikir. Xwediyê pez nehaqî û zilm li Hopo dikir. Di karê giran de Hopo dida xebitandin. Her cure karê malê, karê şivantiye û karê zêviya bi Hopo didan kirin. Hopo wek însanekî ne raza û …

  • 14 Adar

    Xwendevanên Kurdî Çima Ew Çend Ji Peyvên Tirkî Aciz İn?!

    Di serî de divê ez bibêjim, ji bilî ereban kesên bikaribin zimanê erebî bi hosteyî bikarbînin, kurd in. Ji polîtîkayên pişaftinê wêdetir, têkiliyên kurd û ereban gelek kevin in. Heta dikarim bibêjim ku kurd, ji gelên din kevintir bi zimanê erebî re mijûl bûne. Tê gotin jî ku kurd, piştî ereban xelkê duyemîn e ku ola îslamê pejirandiye. Em dikarim …

  • 10 Adar

    Zimanî standard, zimanî yekgirtû, zimanî resmî û mafî zimanî

    Maweyeke mişt û mirrêkî gerim le ser zimanî Kurdî destî pêkirdûwe. Zor kes, le mamosta û şarezay em buwarewe bigre heta qutabîyan û goranîbêjan û xellkî asayîş.   Le ser em base duwawin. Eweş nîşaney girîngî babetekeye. Em witare beşêke lew bas û xuwase û berewpîrî wutarekey mamosta Cemall Nebez deçê, ke lem duwayîyaneda le mallperrî “emiro”da billaw botewe (http://www.emiro.çom/lebirakuciy8.htim …

  • 9 Adar

    Yekemîn rêxistin û rêxistibûna jinên kurd

    Yekemîn rêxistina jinên kurd, berîya 97 salan hate damezirandin. Di hejmara 26ê Nîsana 1919yê rojnameya Serbestîyê de, bi navê “Sazîyeke nû ya kurdan” nûçeyek hatîye belavkirin û di vê nûçeyê de agahdarîya damezirandina Cemîyeta Tealîya Jinên Kurd [Komeleya Pêşketina Jinên Kurd-KPJK] hatîye belavkirin. Dema em li kovar û rojnameyên wê demê binêrin, em dibînin ku nivîs û nûçeyên li ser jinên kurd, berîya Serbestî jî …

  • 8 Adar

    Belê ez Îtalî me, lê ne ware wara min e

    Elena Ferrante* Ji welatê xwe hez dikim, lê ne xwediyê rihekî welatparêz im û ne jî bi neteweya xwe qure me. Heta ez pîzzayê jî bi zorê dixwim, spagettiyê kêm caran dixwim, bi dengê bilind qise nakim, wextê qisedanê dest û lepê xwe li ba nakim, xuyê min ji mafyayê tê, nabêjim “Mamma mia!”  Mijara taybetiyên neteweyî karê xwerûkirinê ye …

  • 7 Adar

    Vejiyandina Îbranî bi Destê Yahûda bin Elyezer Hat Kirin

    Xortê bi navê Yahûda bin Elyezer herddem dihizirîya ku gelek gelê wî yê Cihû vegerin li ser axa bavûkalê xwe û gelek zimanekî wa hebe; wekî her gelê li ser rûyê erdê. Ev ziman zimanê wa yê Îbranîyan bû. Lazim bû  Yahûda xwe pêşî hînê zimanê xwe, yanî yê Cihûyan/Îbranîyan bike. Ew hînê zimanê xwe bû û dûvre ço Bajarê …

  • 7 Adar

    Di Roja Cihanî ya Jinê de Rola Jina Kurd di Beriya Mêrdînê de

    Bi min xweş e ku di di roja Cîhanî a Jinê de de karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdên Beriya Mêrdînê de. Mebesta min ku ez ronahiyê berdim ser rola jinê di Beriya Mêrdînê de, rola jinê di civaka Kurdî de, rola jinê di mala kurdî de û vê gotina ku bav û kalên me gotiye: (Jin …