Ji Evîna Rojên Kevin: Biçûkaniya Min û Stêrnasî

Di biçûkaniya min de li gund, elektirîk nebû, dema ku dibû êvar û tava heyvê neba, reşahî û bêdengiyê konê di ser asoyê gund re vedigirt, gund di nav reşahî û bêdengiyê de dima. Bi tenê stêran bi ronahî û biriqandina xwe li asman dilîstin.. Di nav wê reşahî û bêdengiyê de hin caran dengê reyandina sehan, qurequra beqan ji golên ku av di wan de mayî li dor gund û zirandina keran li ser bênderan, dihat bihîstin..

Di wan şevan de gelek caran civaka zilamên gund li ser bênderan digeriya û di nav axafitinan de li stêran mêze dikirin, navê stêran ji hev re digotin, nexasim dema ku stêrek dirêjiya.. Hingê li asman mêze dikirin, stêr şanî hev didan û navê wan digotin. Wê hingê ez jî di nav zarokên di nifşê xwe de, min li wan zilaman guhdarî dikir û bi wan re li stêran mêze dikir û wiha ez ji wan fêrî naskirina navê van stêran bûme:

Qurix, Gelawij, Kerwankuj, Rêka Kadiz, Komka Sêwya, Darbest (Termê Mexîr), Pêr û Mêzên, Goşiyê Tirî, Dupişk, Leyla û Mecnûn..

Di wan kêlîka de eger stêrek di asman de birijiya, wan zilaman ji hev re digot ha wa yek mir.. Eger stêra rijyayî bi tîrêja ronahiya xwe dirêj ba digotin; yekî mezin miriye, eger ew tîrêj biçûk ba digotin; yekî biçûk miriye.. Anku her mirovek li erdê stêrek wî li asmana heye û her ku mirovek dimre stêra wî li asman dirije.. Yanî rijandina stêran û mirina mirovan bi hev re girêdayî ye.. Min wilo fam dikir..

Gelek caran jî, wan zilaman çîrokên navê wan stêran ji hev re digotin. Digotin her stêrek çîrokek wê heye, wek çîroka stêra Kerwankuj. Li dor çîroka Kerwankuj wiha digotin: Carekê kerwanek bi stêra Kerwankuj hatiye xapandin. Ev stêr serê êvarî derdikeve. Ew û stêra serê sibê wek hev bi ronahî û biriqandinin anku nêzîkî hev in, ji Başkerwan werê stêra serê sibê Gelawêj e. Li ser vê texmînê kerwanê xwe barkiriye û bi rê ketine, çendî meşyan li wan nebûye sibe û berf û bahozek gur bi ser wan de baryaye û di encam de tev di nav berfê de, ji ber sermê û seqemê hatine kuştin. Ji ber vê bûyerê navê wê bûye Stêra Kerwankuj.. Hem jî çîroka stêra Kadiz, Komka Sêwiya û Leyla û Mecnûn digotin. Ev herdû stêrên ku ma navê wan gotin di serê payîzê de xuya dikin û şev bi şev nêzîkî hev dibin ta ku digihêjin hev û hev, hev maç dikin û di hev re derbas dibin. Digotin; yê ku van herdû evîndaran bibîne digihêjin hev çi bixwaze, Xwedê meqseda wî/wê bi cî tîne..! Çîroka Darbestê an Termê Mexûr jî hebû a Komka Sêwiya jî hebû û wiha a Rêka Kadiz û Dupişkê jî hebû, lê nayên bîra min.. Digotin her stêrek çax û demekî wê yê şevê heye ku têde derdike..

Di wan salan de jî, dema ku heyv dixeriqî an Hût dadqurpand wek ku digotin, min jê di nav zarok û xelkên gund de li binê beroşê, teştê û tenekan dixist da ku Hût heyvê berde..! Carekê heyv xeriqî, gundiyan wek her carê li teneka û binê beroşan xistin.. Hemo li ser dengê reqîna wan ji xew şiyar bû û pirsî? Ev çi reqreqa beroş û tenekeyên we ye, we serê me gêj kir..?!  Jêre gotin: Apê Hemo! Hût heyv qurpandiye, em reqreqê dikin ku heyvê berde.. Hemo li wan vegerand: Bi cehenima wê kirî, bela Hût wê daqurpîne û em jê xelas bibin..! Ma li çî xwe digere.. Geh xwe dike wek tîfilekî û zû xwe vedişîre, geh dikene, geh xwe dike wek gogekê û geh xwe di nav ewran de vedişêre bela Hût wê bixwe em jê xelas bibin..

Erê ezbenî! Min zaroktiyek Kurmancî bi tev xisletên Kurmanciya resen ve di Beriya Mêrdînê de derbas kiriye..

Konê Reş

Qamişlo, 22/10/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply