Nivîsxane

– Nivîsên sîyasî nayên weşandin.
– Nivîskar ji nivîsa xwe, xwendekar ji xwendina xwe berpirs e.
– Her nivîs tê kontrolkirin û li gor weşanê tê redektekirin.
– Divê her nivîskar herî hindik mehê carekê nivîsekê bişîne.
– Nivîskar ku nivîsan neşîne hişyarî tê dayîn, ku nebe nivîs nayê rakirin lê cîyê nivîskar ji quncik tê rakirin.

Bûye

Derdê te nayê gotin. Ne tu tê guhertin ne ez te diguherim. Êşa te nayê kişandin. Ne tu diedilî ne ez te diedilînim. Tu bûyî kewa dafikê. Durûtî bûye edet li ser axa te. Jana te bûye girêk û ketiye ser dilê min. Tu ji ku safî dibî ! dîroka te, bûye cirm ketiye stûyê min ! Ez diçim kîjan …

Bêhtir »

Jiyan

Êdî Jiyan min diwestîne Bi gava ji zaroktiyê Ber bi xortaniya xwe ve Xortaniya xwe di xweziyê ixtiyarekî de Di hêviyê zarokekî de dibînim Di xetên nîvê eniya min de Lay kurahiya Dicle û Feratê tême veşartin Tu dibêje vê guherîna fizîkî Ez dibêjim xirbih Bi dirêjbûn û kinbûna sîya xwe re nîqaş dikim Dîse dibêm ez Rastiya vê ne …

Bêhtir »

Tenêtî Karxezalek bû

Tenêtî karxezalek spehî û delal e. Tenetî nîvxwedêbûna mirovî ye û tenêtî destpêka afirînerîyê ye. Di vê dewra modern de tenetî bûye bela serê mirovan û mirov ha ha û zû bi zû ji tenetîyê direvin û berê xwe didin cihê qelabalix. Ew qelabalixî mejî û kesatîya wan ditevizîne û wan ji nîvmirovî dike nemirov. Bi vê saya ew nîvmirov …

Bêhtir »

Xerîbî Zor e, Sirgûnî Zehmet e!

”Bila biqede sirgûnîya min, dixwazim di welatê xwe de bijîm, bihêlin di welatê xwe de bimirim.” OVÎDÎUS   Xerîbî zor e. Jîyandina sirgûnîyê zehmet e. Hezar derd û kul, êş û kelemê wê heye. Li ser zor û zehmetîya xerîbîyê nivîskarên edebîyata cihanê gelek nivîsên baş û balkêş, û gelek ceribandinên xweş nivîsîne.   Xerîbî, sirgûn, koçberî, bûye qedera ronakbîrên …

Bêhtir »

Ji Evîna Rojên Kevin: Pîra Emo

Pîra Emo; pîrejinek mêrdînî ya bî bû. Apê me Xelefê Şêxko, ew li xwe mahir kiribû û bi hev re stirî bûn. Piştî mirina apê me Xelef, bi tena xwe, di xanîkê xwe de li gund dijiya.. Xanikê wê di orta gund de bû, aboriya xwe bi xwedîkirina mirîşka, eloka, hêkên wan û xêr û xêratên gundiya derbas dikir.. Wê, …

Bêhtir »

Dr. Abdulazîz Ferman û Dîwanên; Dûrîya Welêt, Evîn Li Welêt û Hezkirina Li

Qet min bîrnedibir ku Dr. Abdulazîz Ferman helbestvan e.. Bi tenê min ew wek bijîşekekî serketî ku xwendina xwe li li dervî welat Sovyêta berê (Moskova) bi dawî anîye û ew 3’mîn bijîşkê kurd e ku nexweşxaneyeke taybet bi navê (Nexweşxaneya Ferman) di sala 1986’an de li Qamişlo avakirîye, piştî nexweşxaneya Hersan û Nafiz.  Havîna 1999’an bû, dema ku min …

Bêhtir »

Ji Evîna Rojên Kevin: Çîrok û qalûqultên Odê

Malbata me çîrokhez bû, nabêjim çîrokbêj bû. Gelek kalemêrên me hebûn baş zanîbûn çîrokan bibêjin. Her ku mêvanek dihat mala me, zilamên malbatê û gundî li odê kom dibûn û şevbuhêrkê destpê dikir. Doza çîrokan li mêvan dikirin, jê re digotin; çîrokên gundê xwe, herêma xwe yên ku me nebihîstine ji me re bêje û şevbuhêrkê destpê dikir..? Bi guhdarîkirina …

Bêhtir »

Koçkirina Xelefê Zêbarî, Nesrîna wî û Mihemed Şêxo û “Ga dimire Çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne”

Di roja 25/5/2018’an de helbestvan, bêjerê Şoreşa Êlûnê, (Yê ku yekem car di şoreşa Kurdistanê de, bi serokatiya Barzaniyê Nemir, got: “Vêre dengê Kurdistan e”), xwediyê gotinên strana Nesrîn (Ya ku Mihemed Şêxo dibêje) û bêjerê Dengê Amerîkam beşê Kurdî li Washingtonê Xelefê Zêbarî ji nav me bar kir.. Û sibeha 26/5/2018’an li Amerîka, bajarê Washingtonê hat veşartin û xweziya …

Bêhtir »

Nivîskarên Kurd Yên Sirgûnê

“Her welat ji insanên wî welatî re welat e, ji yekî din re jî cihê sirgûnê ye.” S. ELÎOT Ji gelek welatan, nivîskarên wî welatî ji ber sedemên sîyasî ji welatê xwe bazdane û çûne welatekî din û ew welat ji xwe re kirine cihê jîyanê, li wir bi cih û war bûne. Dîroka ronakbîr û nivîskarên kurd, dîroka sirgûnê ye. …

Bêhtir »

Babaderwêşên Sêx Seîd Efendî û Qewlên Wan

Di destpêka salên 1960’î de, çûn û hatina di navbera Serxet û Binxetê de ne wiha zor bû.. Babaderwêş bi girsbûn ji Serxetê dihatin gundê me Doda, li xelîla û defê (erbanê) dixistin û pê re qewil û qesîde digotin. Her babaderwêşek bi rih û şaşik bû, xiştek serî tûj di destê wî de bû, tûrek bi bejna wî ve …

Bêhtir »