Xerîbî Zor e, Sirgûnî Zehmet e!

”Bila biqede sirgûnîya min, dixwazim di welatê xwe de bijîm, bihêlin di welatê xwe de bimirim.”

OVÎDÎUS

 

Xerîbî zor e. Jîyandina sirgûnîyê zehmet e. Hezar derd û kul, êş û kelemê wê heye. Li ser zor û zehmetîya xerîbîyê nivîskarên edebîyata cihanê gelek nivîsên baş û balkêş, û gelek ceribandinên xweş nivîsîne.

 

Xerîbî, sirgûn, koçberî, bûye qedera ronakbîrên Kurd. Kurdan rojnameya xwe ya pêşîn, pirtûkên xwe yên modern, sazîyên xwe yên netewî û demokratîk li derve, li sirgûnîyê pêk anîne.

 

Sirgûnî koçberî ye. Sirgûnî rewşek e, wezîyetek e. Serpêhatîya mirovahîyê ye, maceraya insanan e. Sirgûnî ji bo edebîyatê serkanîyek dewlemend e. Ji bo nivîskar jî welê ye. Êşên ku têne kişandin hestek nû pêşkêşî mirovan dike. Tenêtî û hesreta welêt di can û ruhê mirov de tesîra xwe dike. Bêrîya welêt, hesreta dîtina nas û dostan, heval û  hogiran, malbat û merivan bandora xwe li ser ruhê mirov datîne. Li welatên xeribîyê, li sirgûnê mirov hîn pirtir ji welatê xwe hez dike û bi zimanê xwe ve tê girêdan. Girîngîya axaftina zimanê xwe di jîyana xwe ya rojane de hîs dike. Nivîskar Joseph Brodsky dibêje, “Ji bo me nivîskaran sirgûn, berî her tiştî waqiaya zimên e. Zanistîya zimanê zikmakîyê pêş ve dixe. Û xwespartina zimên yan jî jê dûrketinê pêk tîne. ”

 

Yên sirgûnkirî tiştên ku bikaribin bikin di serî de divê, rastîyê bînin zimên. Ew dengê gelê xwe ne. Ew berpirsîyar in. Gelek kes ji bo nêrînên xwe tên sirgûnkirin, an jî ji bo ku neyên girtin û nekevin zindanan ji welatê xwe derdikevin; welatê xwe terk dikin. Sirgûnî cihana mirov digehurîne. Mirov ji koka xwe tê qûtkirin. Ji bo ku mirov xwe bi koka xwe ve girêde, divê pêşî dest bavêje zimanê xwe. Xwe li ser zimên hûr û kûr bike. Mirov zanistîya zimên di sirgûnîyê de pirtir hîs dike. Zimanê mirov di sirgûnîyê de nasnameya mirov ya sirgûnîyê her tim tîne bîra mirov. Nivîskarek li ku dibe bila bibe, ew bi zimanê xwe heye. Ziman dibe welatê nivîskar. Zanistîya nivîskarê sirgûnê li ser vê eksenê şikil digire. Lewra maneya hebûnê di vir de ye. Bi paşeroja xwe, bi jîyana xwe û bi welatê xwe ve girêdan, têkilî, dan û sitandin bi ziman dimeşe.

*   *

 

Dîroka sirgûnîyê bi qasî dîroka mirovahîyê kevnar e. Sirgûn û koçberî tiştin ku bi insên ve girêdayî ne. Di bûyerên weha de; serhildan, berxwedan, têkoşerî û cezakirin heye.

 

Di rêveçûna sirgûnîyê û di jîyana pêvajoya sirgûnîyê de hin kelîme-bêje- hene ku ji bo yên sirgûnkirî bûne wek bêjeyên alfabeyê. Herwekî; êş, bîranîn, bêrî, hesret, hest, coşî, koçberî, asteng, penaber, hizin, nasname, labîrent, doz, mixalefet, otorîte, xew û xeyal, tenêtî û hwd.

 

Gelek nivîskarên edebîyata cihanê ji welatê xwe dûr ketine, hatine sirgûnkirin. Lê van nivîskaran di welatên xerîbîyê de gelek berhemên hêja afirandine. Wan bi zimanê xwe yên zikmakî berhemên edebî nivîsîne. Bi rîya zimên be jî wan tucarî têkilîyên xwe ji welatên xwe nebirîne, têkilîyên xwe her tim domandine.

 

Julio Cortezarê arjantînî li Fransayê sîh sal e ku dijî. Ew dibêje: “Hetanî ku min bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsî ez ji welatê xwe dûr nebûm.” Nivîskarekî din yê latîn amerîkî, Asturîas jî dibêje: “Min welatê xwe Guetemalayê di Parîsê de jîyand.” Nivîskar Juan Goytîsolo jî dibêje: “Ji bo nivîskarê sirgûnê ziman şûna welat digire. Nivîskarên ku di sirgûnê de dijîn hîn pirtir li zimanê xwe xwedî derdikevin.”

 

Nivîskarên ku di sirgûnê de dijîn bi dîroka xwe ve, bi welatê xwe ve tên girêdan. Ew bi zimanê xwe dijîn. Gelek ji van nivîskarên sirgûnê di pêvajoya pêşerojê de, di cografya/erdnîgarîya/ welatê xwe de kok davêjin û bi navûdeng dibin.

*   *

 

Tenêtî, tenêbûyîn qedera nivîskarên sirgûnê ye. Tenêtî hîseke wusa ye ku nivîskar bixawaze nexawaze nikare xwe jê dûr bixe. Nas û dost, heval û hogir, malbat û meriv, qebîle û eşîr hemû jî di welêt de ne. Nivîskarê sirgûnê bêrîya wan dike. Hîsên wî yên nostaljîk geş dibin. Lewra sirgûnî hesret e. Hesreta bêrîya paşerojê ye. Hesreta evînê, axê, jîyana berê ye; hesreta xwarin û vexwarina li welêt e.

 

Nivîskarê sirgûnê di sirgûnîyê de gelek zehmetîyan dikşîne. Di serî de dest bi jîyandina di nav civakek xerîb de dike û ev pê gelek zehmet tê. Ew vê civakê nas nake, zimanê wê nizane, xwe di nav de yên demdemî û xerîb hîs dike. Di serî de çavên wî tim li ser walêzê wî ye. Ew xwe li xerîbîyê miweqet dibîne. Nivîskarê sirgûnê xwe bi vegerê diawiqîne. Di dilê wî de hesreta ku dê rojek vegere heye. Ew xwe bi vê dilxweş dike. Her çiqas ew dizane cihê ku ew dê vegerê wek berê nebe jî, dîsa di dilê wî de veger heye. Vîktor Hugo ji bo xeyala vegerê dibêje; “Heger azadî vegere ez jî dê vegerim.”

 

Dûrbînîya ji welêt, cih û warkirina di welatê xerîbîyê de  awantajekê dide nivîskar. Ew jî ev e: nivîskarê sirgûnê bi çavekî nesnel/objektif/ li civaka xwe dinêre. Ev nesnelî ji bo nivîskarên rexnegir maneya xwe hîn mezin e. Nivîskarên sirgûnê ji zilma dewletê û tehda civakî dûr, bêtirs fikir û ramanên xwe dikarin bînin zimên. Di hin tiştan de hin nivîskarên sirgûnê dişibin Prometheus. Ew jî wek wî li dij neheqîyê, zilmê û hovîtîyê derdikevin. Ew ji bo ku sazumanek bi dadî/adaletî pêk bê têdikoşin. Joyceyê irlandî di sirgûnê de pirtûka “Yên Dublînî” nivîsî. Wî di pirtûkê da jîyan û têkoşîna gelê xwe anî zimên. Pirsa Irlandayê kir mijara berhemên xwe.

 

Di edebîyata her miletî de cihekî girîng ya edebîyata sirgûnê heye. Edebîyata sirgûnê nakokîyên sîyasî û civakî, guhertinên pêwîst dide biriqandin, dide bihîstin. Nivîskarên sirgûnê bi hêvî li pêşerojê dinêrin. Ew bi hêvîya rojên ronî û xweş, rojên bextîyarîyê têkoşîna xwe didomînin. Ew bi hêvîya pêşerojek serfiraz dijîn. Lê ew welatê xwe û azadîyê tim bi bîr tînin. Rizgarîya welat û azadîya gel armanca ber dilê wan e.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply