Babaderwêşên Sêx Seîd Efendî û Qewlên Wan

Di destpêka salên 1960’î de, çûn û hatina di navbera Serxet û Binxetê de ne wiha zor bû.. Babaderwêş bi girsbûn ji Serxetê dihatin gundê me Doda, li xelîla û defê (erbanê) dixistin û pê re qewil û qesîde digotin. Her babaderwêşek bi rih û şaşik bû, xiştek serî tûj di destê wî de bû, tûrek bi bejna wî ve berdayî bû.. Li nav gund digerîyan, qewil û qesîdeyên xwe yên bi kul û xem digotin.. Gundîyan jî, xêr bi wan dikirin, tiştê ji wan dihat didan wan wek; savar, ard, nîsk, nan… Hingî pere kêm bûn.. Me zarokên gund jî, dida pey wan, li wan temaşe û guhdarî dikir û di encam de hina ji me qewil û qesîdeyên wan ezber dikirin.. Ji qewlên wan, yên ku min ezber kirîye, ev çend malik hîn dibîra min de ne:

(Seg Axa.. Segvan Axa.. Ker Axa.. Qantir Axa.. Ar tûtik, berwar tûtik, Şêx Geylanî devrûtik, Mela Birahîmê rih şûtik.. Hilifî milifî, çeqçûlifî.. Wargeşî ew xweşî hilweşî..).

Hingî zilamên gund yên li ber dîwaran rûdiniştî, wan jî li wan temaşe û guhdarî dikir û ji hev re digotin: “Ev Babaderwêş davêjin ser têkçûna serhildana Şêx Seîd Efendî li Dîyarbekirê û xîyaneta ku axayên Kurdan û Şêxên rêçika Qadirî, bi Şêx Seîd û hevalên wî re kirine, dibêjin.. Newêrin eşkere wê xîyanetê bêjin, vêca bi vî rengekê nepen tînin ziman û dibêjin..”

Xelkên gundên min Doda di rêka Şêx Behyedînê Zîlanî re, baş agahdarî serhildana Şêx Seîd bûn. Şêx Behyedîn birayê Şêx Xalidê Zîlanî bû, ji Tirkîyê revya bû, li gundê Doda camîyek ava kiribû.. Xuya ye piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Mela, rewşenbîr û zanayên kurdan yên ku di sala 1925an de pê re hatin bidarvekirin, cihê protesokirina wan Babadewêş û Sofîyên Şêx Seîd bû.. Vêca ew Babaderwêş ji êşa nava xwe re li gundan digerîyan, dikirin hawar û wek van qewil û qesîdeyên bi wate ji kurdan re digotin.. Newêrîbûn gotinên xwe bi zelalî û eşkere bêjin..

Konê Reş/ Qamişlo 20/5/2018

Ferhengok:

Seg Axa: Kûçik Axa

Segvan Axa: Axayê seydvanî

Ar tûtik: Agirê vemirî

Berwar tûtik: Agirê warê vemirî

Şêx Geylanî: Mebest jê şêxên rêçika Qadrî ne. Ewên ku simbêlên xwe kur dikin û di wî heyamî de berberîya rêçika Neqişbendî dikirin, anku antî Neqişbendî bûn..

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply