Dîrok

Dîroka Kurdistana Sor

Guhertinên dîrokî çawa girîngiya xwe ya neteweyî hene wiha jî di çaroveya welatek de girîngiya xwe hene. Guhertinên dîrokî ew in, ku nexşeya (xerîte) cîhanê diguherînin û bandora xwe li ser paşeroja polîtîkaya navnetewî dikin. Di encama van guhertinan de hin dewlet têne herifandin û hinên din derdikevin holê. Bi …

Read More »

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – VII

4.Osetî wekî zimanekî berxwedêr: nasname, cih û war û taybetmendiyên rêzimanî Ji serdemên kevnare yên klasîk (sedsalên 8-7 BZ) zimanên aryayî li ser erdnîgariyeke berfireh belav bûne; belgeyên dîrokî li ser nexşeya Rojhilata Navîn, Îrana îroyîn, Asyaya Biçûk û Navîn, rojhilatê Ewropayê û Kafkasyayê şopên şaristaniya aryayînijadan nîşan didin. Osetî …

Read More »

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – V

5.Li ber ronahiya Kurdgalnamekê nirxandina zanyariyên çîrokî û dîrokî yên Şahnameyê Wekî ku ji zanyariyên bihurî diyar e, çavkaniyên erebî rasterast nabêjin ku Xanedana Pîşdadî kurd e; lê wergera Şahnameyê ya bi tirkiya osmanî bi eşkeretî dibêje ku “Ferîdûnê Kurd” û kurdbûna wî gelek caran dubare dike. Li vê derê, divê em …

Read More »

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – III

D.Erdnîgariya “Şahname” û “Kurdgalnamek”ê wekî sîwana zimanên aryayî Dîroknivîsên hevçerx û klasîk girîngiyeke zêde dane xebata Firdewsî ya bi navê “Şahname”yê; lewre ji bo naskirina bûyer, kesayet û erdnîgariya Aryayê hertim nusxeyên “Şahname”yê dane pêş çavan. Divê bê zanîn ku ev berhem ji bûyer û tevger-berteka kesayetên erdnîgariya Aryayê hatiye hûnandin; di …

Read More »

Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – II

C.Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî Wekî ku çavkaniyên tewratî, Şanhname û Kurdgalnamek radigihînin, lan û şûnwara gelên aryayînijad “Aran” e û çiyayê “Ararat”ê jî tê wateya “çavkaniya ariyan” (“Arya”+“rad” = “pir, zehf, comerd”: ferhenga Dêhxuda). Jixwe devera “Aran”ê (di çavkaniyên erebî de: “El-Lan/Er-Ran”) hertim ji doraliya vî çiyayî re hatiye gotin; peyva “lan”ê jî di kurdî de tê wateya “şûnwar”ê …

Read More »

Ji Dara Zanistê Şaxek: Dîroka Hunerê-2

Rêbazên Dahûrîna (analîz) Berhemên Hunerî Rêya herî rast a têgihîştina hebûna diyardeya (olgû) hunerê di dahûrandina berhema hunerî de veşartiye. Li ser vê mijarê di serê sedsala 20an de baldarî dest pê kiriye û di 1915an de bi Heinrich Wolfflin, piştre jî bi Erwin Panofsky pêşketiye û berdewam kiriye. Li …

Read More »

Ji dilên miştxem û çavên hêsirbar derbirîna pêngavekê

Têkiliyên pêşengên serhildana 1925an û rewşenbîrên Kurdan yên rojavadîtî an bi çanda rojava hemhalbûyî, pirî caran wekî pirsxaleke dîrokî bala min kişandiye. Ku em pêşîvanên dozê Xalid beg û Yûsuf Ziya beg nehesibînin, Dr. Fuad, Kemal Fewzî û Fehmî Bilalê Liceyî çend wan kesayetên rewşenfikir, bîrewer û dinyadîtî ne ku pêşîvaniya serhildanê …

Read More »