Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – VII

4.Osetî wekî zimanekî berxwedêr: nasname, cih û war û taybetmendiyên rêzimanî

Ji serdemên kevnare yên klasîk (sedsalên 8-7 BZ) zimanên aryayî li ser erdnîgariyeke berfireh belav bûne; belgeyên dîrokî li ser nexşeya Rojhilata Navîn, Îrana îroyîn, Asyaya Biçûk û Navîn, rojhilatê Ewropayê û Kafkasyayê şopên şaristaniya aryayînijadan nîşan didin. Osetî şaxa yekane ya zimanê sakayî ye ku ji windabûnê rizgar bûye; sakayî komeke pirhozî ye ku di çavkaniyên kevnare de bi navên Îskît, Masagîta, Saka, Sarmat, Alan û Roksalan tên zanîn. Xarezmî û Sogdî yên rojhilatî jî di xebatên zimannasiyê de komên nêzikî sakayiyan in. Her wekî ji navê zaravayê wî yê “îronî” jî diyar e, zimanê osetî ji koma zimanên aryayî ye. Ji ber ku bingeha osetî ya kevnare li rojhilatê Aryayê bûye, di nava xebatên aryanasiyê de wekî zimanên bakur-rojhilatî yên aryayînijad de hatiye polînkirin; lê belê ji aliyê komên genetîkî yên herêmî ve ew zimanê neteweyeke li bakurê rojavayê Aryayê ye. Divê bê zanîn ku hevpariyên rêzimanî û eqrebatiyeke osetiyê bi zimanên peştûyî (Efxanistan û Pakistanê) û yeqnobî (Tacîkistan) re heye; lê di heman demê de di navbera wan de cihêrengiyên bingehîn jî hene. Ji aliyê belavbûnê ve osetî komeke etnîkî ya aryayî ne û li beşa navendî ya Kafkasyayê dijîn; -mixabin ew jî wekî kurdan- di navbera du dewletan de parvekirî ne: gelheya bingehîn a bakurê Osetyayê bi navê “Alanya”yê beşeke Federasyona Rûsyayê ye û devera “de facto” ya başûrê Osetyayê jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî beşeke “de jure” ya Komara Gurcistanê tê naskirin.

Osetî zimanê axaftinê û wêjeyî yê osetiyan e ku zimanekî aryayî yê rojhilatî ye; her wiha digel kurdî, tatî û talîşî yek ji zimanên aryayî yên sereke ye ku li Kafkasyayê gelek axêverên wî hene. Osetî nevî û dûndeyê zimanê alanî ye; alanî jî komeke hozên serdema navîn e, neviyên sarmatiyên sakayî ne. Her wisan, ji aliyê genetîkî ve zimanê herî nêzîk ê yeqnobiya Tacikistanê ye ku li bakurê rojhilatê Aryayê hîn jî zindî ye. Pirjimariya zimanê osetî bi paşgira /-ta/yê pêk tê; ev taybetmendî di yeqnobî, sarmatî û sogdî (ya ku niha winda bûye) de jî heye û ev yek wekî delîla berdewamiya zaravayên zimanên aryayî yên berê tê hesibandin. Di yûnaniya kevnare de navên hinek hozên kevnare yên aryayînijad (li deşta Asyaya Navîn) wekî Saromatae û Masagetae derbas dibin û pirjimariyê nîşan didin.[75]

Du zaravayên sereke yên osetiya nûjen hene: îronî (rojhilatî) û dîgorî (rojavayî). Piraniya osetiyan bi îronî diaxivin ku bingeha zimanê wêjeyî ye û niha bi alfabeya kîrîlî tê nivîsandin. Osetî nevîyê nûjen ê zimanê “alanî” yê kevnare, gelê “sarmatî” û “as”ên serdema navîn e (dibe ku nevî û dûndeyê zimanê sakayî be jî [76]); her wiha gelek taybetmendiyên kevnare yên aryayiya kevn diparêze, tê de heşt cureyên tewangê û pêşgirên devkî hene. Dengsaziya osetiyê bandoreke xurt li ser zimanên nehind-ewropî yên Kafkasyayê hiştiye û di ferhenga osetan a nûjen de gelek peyvên ji rûsî deynkirî hene. Osetî xwediyê gelek destanên gelêrî ye jî; yên herî navdar çîrokên li ser lehengên şervan ên Nartiyan in. Osetiya wêjeyî ji aliyê helbestvanê neteweyî Kosta Xetagurov (1859–1906) ve hatiye damezirandin.[77] Ji zaravayên osetiyê dîgorî li rojavayê Komara Osetyaya Bakur-Alanyayê û Kabardîno-Balkaryayê belav bûye; lê îronî li Komara Osetyaya Bakur-Alanyayê, li Osetyaya Başûr û Karaçay-Çerkezyayê tê axaftin. Berê zaravayekî sêyem ê osetiyê yî bi navê “casî” hebûye ku li Macaristanê dihate axaftin.[78]

Li gorî osetînas Abayev, di navbera zimanê osetî  û hin zimanên kafkasiyan de pêwendiyeke demdirêj çêbûye; îcar ji ber vê têkiliyê hin taybetmendiyên wî yên dengnasî û ferhengê dişibihin wan zimanên kafkasî; lê dîsan jî avahiya xwe ya rêzimanî û hebana xwe ya ferhengî ya bingehîn parastiye. Her çiqas hinek taybetmendiyên takekesî yên berbiçav tê de peyda bûbin jî, pêwendiya xwe ji malbata aryayî qut nekiriye.[79]

F.Encamname: Zimanê kurdî: movika pişta “Ayriyanêm Vaîjah”ê

Di nivîsarên avestayî de welatê efsaneyî yê aryayînijadan wekî “Airiianǝm vaēǰō” (bi aryayiya navîn: “Êranwêz”) derbas dibe; her çiqas têgihîneke dînî û efsaneyî be jî, xuya ye ku di afirandina ramana “Êranşehr”, ango “welatê aryayiyan” de roleke giring lîstiye.[80] Bêguman ev erdnîgariya berfireh a “Ayriyanêm Vaîjah”ê ji heyama dagirkirina Skenderê makedonî û pê ve her ku diçe biçûktir dibe. Her çiqas dagirkerên romayî ji xaka aryayiyan hatibin qewartin jî, dagirkerên paştir beşa hera giring a nexşeyê bi navên cuda li ser xwe tapû kiriye. Tûranî ji serdema belavbûna îslamê û pê ve ji sînorê aryayî-tûranî (her du çemên Seyhûn û Ceyhûnê) derbas bûne û tevahiya bakur û rojavayê “Ayriyanêm Vaîjah”ê bi rê ve dibin; her wiha erebên ku di belavbûna îslamê de tevahiya erdê aryayiyan dagirkiribû jî li başûrê nexşeyê akincih bûne. Bi vê dagirkirinê re gelên deverên dagirkirî bi tevahî hatine pişaftin û hinek navên nû wergirtine; wekî mînak: gelê azerî yê aryayinijad êdî pênaseyeke tirk û dijaryayî wergirtiye, gelên aryayinijad ên li zozanên Xoresana mezin wekî gelên tirknijad tên naskirin. Dîsan sînorê aryayî-erebî yê ku di xeta Libya, Misir, Hebeşistan, Filistîn, Urdun, Uman û Yemenê de hatibû kişandin, bi tevahî têk çûye; êdî qala aryayiyan li van deveran nayê kirin.

Di pêvajoya dîrokê de têkçûna serweriya aryayiyan bûye sedem ku îsoglosa aryayî-slavî daliqe Aranê û îsoglosa aryayî-tûranî dakeve ser sîngê Aryayê; her wiha îsoglosa hindoaryayî bigihêje Sîstan-Belûçistanê û îsoglosa erebo-samî jî derkeve Şam û Iraqê. Dîsan di vê pêvajoyê de zimanê aryayînijadan rastî gelek guhertin û pişaftinan hatiye; wisan dixuye ku zimanê kurdî bûye movika pişta erdnîgariya aryayînijadan û zayendbariya xwe parastiye. Baskê rastê yê zimanên zayendbar ên hindo-aryayî ji xeta peştûyî, pencabî, leşkerî/urdûyî dest pê dike û ber bi rojhilatê ve (erdnîgariya sanskrîtiyê) diçe; baskê çepê yê zimanên zayendbar ên ewro-aryayî ji xeta rûsî, ukraynî, romenî, bulxarî û yûnanî dest pê dike û ber bi rojavayê ve (erdnîgariya latîno-germeniyê) diçe. Her wiha mengeneyeke erebo-tûranî jî ji bakur û başûr ve erdnîgariya aryayînijadan hildaye bin pest û fişareke domdar.

Zimanê kurdî yê ku bûye movika pişta zimanên aryayînijadan zayendbariya xwe ya tam di zaravayên kirmanckî (zazakî-dimilî) û hewramî de parastiye ku her du jî di bin tofa zaravayê goranî de hatine polînkirin. Her çi ku zaravayê kurmancî yê nîvpişaftî ye, ew jî wekî çîmentoya di navbera zaravayên kurdî de ye û ji aliyê gelheya herî mezin a kurdan ve tê axaftin. Zaravayê şêxbizinî yê ku wekî devokeke kelhuriyê tê polînkirin, derbasî bakurê rojavaya zaravayê kurmancî bûye; lê devoka feylî ya kelhurî li başûr û başûrê rojhilata Kurdistanê bi cih bûye. Hewramiya ku navenda wê Hewramantext e, ji doraliya xwe ber bi Kerkûk û Mûsilê dadikeve. Zaravayên kelhurî, lekî, lurî û belûçî ji Kirmaşanê dest pê dikin, bi ser deverên Lekistan, Luristan û Belûçistanê re digihêjin navenda Pakistana îroyîn. Zaravayê kurmancî di nava zaravayên din ên kurdî de roleke navendî dilîze; erdnîgariya wê ji dirêjahiya Aranê dadikeve Hewlêrê û ji berahiya Semsûrê digihêje Urmiyeyê. Divê bê zanîn ku du getoyên kurmancîaxêvan jî hene ku li rojhilat û rojavayê Kurdistanê cih girtine: kurdên Anatolyayê û Xoresanê. Zimanê kurdî yê wêjeyî demeke dirêj di destê zaravayê goranî de bûye; lê belê bi domana demê re li ser devokên hewramî, kirmanckî, sarlî, bacelanî û şebekî belav bûye. Devokên hewramî, sarlî, bacelanî û şebekî di bin bandora soraniyê de her roj kêmtir dibin; her wiha devoka kirmanckî jî di bin bandora zaravayê kurmancî yê kurdî û tirkiya Anatolyayê de ber bi pişaftinê ve diçe. Di dawiya sedsala 19an û pê ve her du zaravayên kurdî kurmancî û soranî geşedaneke berbiçav bi dest xistiye; sedema vê geşedanê pêkhatina komeke rewşenbîrên kurd e ku li Stenbolê dijiyan û haya wan ji tevgerên neteweperwer ên Ewropayê hebû. Her wiha pêkhatina çend navendên rêveberî û serhildanên sedsala 20an jî roleke sereke di vê geşedanê de lîst; mirov dikare di vê bareyê de nimûneyên wekî Keyaniya Kurdistanê (Silêmanî, soranî), Komara Çiyayê Agiriyê (Bazîd, kurmancî), Kurdistana Sor (Kafkasya/Rûsyaya sovyetî, kurmancî), serhildanên Şêx Seîd û Seyid Rizayî (bakurê Kurdistanê, kurmancî-kirmanckî), Komara Mehabadê (Mehabad, soranî) rêz bike. Qeyseriya Ûris a ku dixwest Aran û bakurê Kurdistanê dagir bike, gelek materyalên kurmancî berhev kirin û dibistana yekem a kurdnasiyê li paytext St. Petersbûrgê ava kir. Her wiha ji Ingilistan û Fransaya ku bi ser ereban re gihiştibûn başûrê Kurdistanê, ingilîz bi soraniyê re û fransî bi kurmanciyê re eleqedar dibûn. Mixabin ji ber şovenîzma parsîaxêvan zaravayên kurmancî, hewramî, kelhurî, lekî, lurî û belûçî yên kurdî nivîşkan man; rastî pişaftineke tîr hatin û heta van dawiyan di navbera çakûç-sindanê Îran û Pakîstanê de pelixîn.

Nişeyên gotarê:

[75] Kim, Ronald (2003) “On the Historical Phonology of Ossetic: The Origin of the Oblique Case Suffix”, Journal of the American Oriental Society. 123 (1): 43–72; bnr.: doi:10.2307/3217844JSTOR 3217844.

[76] Lubotsky, Alexander (2010), Van Sanskriet tot Spijkerschrift Breinbrekers uit alle talen, Amsterdam University Press:Amsterdam, ISBN 978-9089641793, r. 34.

[77] Kanchan Gupta, Ossetic language; bnr.: https://www.britannica.com/topic/Ossetic-language; dema gihiştinê: 27.05.2022; 23:56.

[78] https://en.wikipedia.org/wiki/Ossetian_language; dema gihiştinê: 28.05.2022; 03:16.

[79] V. I. Abaev (1964), A Grammatical Sketch of Ossetian, r. x; ji bo zanyariyên zêdetir bnr.: https://www.azargoshnasp.net/languages/ossetian/grammersketchossetian.pdf; dema gihiştinê: 28.05.2022; 05:40.

[80] Vardan Voskanian, Etymology of the word Iran, bnr.: https://aspirantum.com/blog/iran-etymology; dema gihiştinê: 29.06.2022; 00:39.

 

(dawî) 

Omitê Mistefê-Riataza

Çavkanî:

A. V. Williams Jackson (1892), An Avestan Grammar In Comparison With Sanskrit (Part 1), W. Kohlhammer: Stutgart.

Ali Amirzargar, Diego Rey, Ester Muñiz, Jose Palacio-Grüber, Behrouz Nikbin, Hosein Nicknam, Farideh Khosravi, Hamidreza Joshghan, Cristina Areces, Mercedes Enríquez-de-Salamanca, Narcisa Martinez-Quiles, José Manuel Martín-Villa, Antonio Arnaiz-Villena (2015), Kurds HLA Genes: Its Implications in Transplantation and Pharmacogenomics, edîtor: Ryuichi Morishita, Open Medicine Journal, ISSN: 1874-2203, Volume: 9.

                      Antonio Arnaiz-Villena, Jose Palacio-Grüber, Ester Muñiz, Cristina Campos, Javier Alonso-Rubio, Eduardo Gomez-Casado, Shadallah Fareq Salih, Manuel Martin-Villa, and Rawand Al-Qadi (2017), Genetic HLA Study of Kurds in Iraq, Iran and Tbilisi (Caucasus, Georgia): Relatedness and Medical Implications, edîtor: Tzen-Yuh Chiang.

Axwend Mihemed Salih Zengene Belûç (2019), Kurdgalnamek, Weşanên Azad: Mersîn.

Besim Atalay (2006), Divanu Lugat’it-Turk, Turk Tarih Kurumu Basimevi: Ankara:

Dr. Robert Kerr, A General History of Voyages and Travels.

Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire.

Ebûbekr Ebdulqadir b. Ebdurrehman El-Curcanî (2009), Derc’ud-Durer fî Tefsîr’il-Ayi we’s-Suwer, Dar’ul-Fikr: Eman-Urdin.

Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî (2012), Subh’ul-E’şa fî Sina’et’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, ISBN13: 978-2-7451-1021-3.

Ehmedê Tefezulî û Gavriyêl Sergeyevîç Xromov, Sasanian Iran: Intellectuel Life.

Ehsan Yarshater (1984), “Afrasiab”, Encyclopædia Iranica, Volume I/6: Afghanistan–Ahriman, Routledge & Kegan Paul: London and New York, ISBN 978-0-71009-095-9.

Elî Paksirişt (2020), “Gelo Pehlewiya Eşkanî Heman Kurdiya Navîn e?” Zend, weşana Enstîtuya Kurdî ya Sitembolê, hejmara 27an,.

El-Mutahhar b. Tahir El-Meqdisî (2013), El-Bedu we’t-Tarîx, Mektebet’us-Seqafet’ud-Dîniyyeh: Port Seîd, ISBN: 9773412105

Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

Geoffrey Haig (2008), Alignment change in Iranian languages: A construction grammar approach, Mouton de Gruyter: Berlin; her wiha binêrin: Geoffrey Haig & Ergin Opengin (2015), Gender in Kurdish: Structural and socio-cultural dimensions, Teoksessa Hellinger, Marlis & Motschenbacher, Heiko (toim.), Gender across languages.

Gernot Windfuhr (2009), The Iranian languages, Routledge: London.

Ibn Cerîr Et-Teberî (1991), Tarîx’ur-Rusuli we’l-Mulûk; her wiha bnr.: “The Children of Israel”, History, v. III, wergera William M Brinner, State University of New York Press, ISBN 978-0-79140-688-5.

Ilya Gershevitch, William Bayne Fisher & J. A. Boyle  (1985), The Cambridge History of Iran, Cambridge University Press.

Jac. Augusti Thuani (1733), Historiarum sui temporis tomus primus, S. Buckley: Londini.

K. E. Eduljee (2005), Zoroastrian Heritage.

Kim, Ronald (2003) “On the Historical Phonology of Ossetic: The Origin of the Oblique Case Suffix”, Journal of the American Oriental Society. 123 (1)

Lubotsky, Alexander (2010), Van Sanskriet tot Spijkerschrift Breinbrekers uit alle talen, Amsterdam University Press:Amsterdam, ISBN 978-9089641793

Malpera Îranîkayê (https://iranicaonline.org)

Malpera Îslamportê (http://islamport.com)

Malpera Wîkîpediyayê (https://en.wikipedia.org)

Mary Boyce (1975), A Reader in Manichaean Middle Persian and Parthian, E. J. Brill:Leiden.

Meruf Xeznedar (2001), Mêjûy Edebî Kurdî, Aras: Hewlêr.

Mustafa Kugu (2017), 15 Yuzyila Ait Şehname Çevirisi (giriş-metin-sozluk), şêwirmendê tezê: Dr. M. Levent Yener, Zanîngeha Çanakkaleyê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî, hejmara tezê: 10149637.

Pandurang Damodar Gune (1918), An Introduction to the Comparative Philology, The Oriental-Booksupplying Agency: Poona.

Prods Oktor Skjærvø, “IRAN vi. IRANIAN LANGUAGES AND SCRIPTS (1) Earliest Evidence,” Encyclopaedia IranicaXIII/4.

R. G. Kent (1950), Old Persian: Grammar Texts Lexicon, American Oriental Society.

Ronald Eric Emmerick, Historical Survey of the Iranian Languages.

S. Farjadian & A. Ghaderi (2007), HLA class II similarities in Iranian Kurds and Azeris.

Servaas Galle (1689), Sibylliakoi chrēsmoi, hoc est, Sibyllina oracula ex veteribus codicibus emendata, ac restituta et commentariis diversorum illustrata, operâ & studio Servatii Gallæi : accedunt etiam oracula magica Zoroastris, Jovis, Apollinis, &c. : Astrampsychi Oneiro-criticum, &c. græce & latine, cum notis variorum, apud Henricum & viduam Theodori Boom.

Şapûr Şabazî, Îrec, Encyclopædia Iranica, Volume XIII/2: Industrialization II–Iran II, Routledge & Kegan Paul: London and New York.

Şihabuddîn Muhammed b. Abdillah El-Huseynî El-Alûsî (1415 k.), Ruh’ul-Me’anî fî Tefsîr’il-Quran’il-’Ezîm, we’s-Seb’il-Mesanî, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût

Şihabuddîn Muhammed b. Abdillah El-Huseynî El-Alûsî (1415 k.), Ruh’ul-Me’anî fî Tefsîr’il-Quran’il-’Ezîm we’s-Seb’il-Mesanî, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût.

TDV Islam Ansiklopedisi.

V. I. Abaev (1964), A Grammatical Sketch of Ossetian. 

 

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply