Kurdistan di Xerîteya Încîlê da

Lawê min Azad, ji sehafekî Încîlek kevn kiriye. Çapa pêşî di sala 1860î da çap bûye. Keşeyekî swêdî bi navê Peter Fjellsted  weşandiye. Sê cild in, bi meal in, yanî bi mane, bi îzah in.
Di cilda 1ê da xerîteyeke Încîlê (Bîblîa) heye. Navê wê ”Xerîteya Încîlê” ye.
Di vê Xerîteya Încîlê da Kurdistan jî heye. Ev Încîl tercumeyî îngilîzî jî bûye.

Haya dîroknasên kurd ji vê xerîteyê heye, tuneye ez nizanim. Min ji Baran Zeydanlioglu pirsî got min nedîtiye, li ba tuneye.

Ez sûretekî vê xerîteyê belav dikim, hêvî dikim bi kêrî tiştekî were, hin kes jê fêdê bibînin.

Belgeyeke pir muhîm e, xerîtîyeke 162 sal kevn e û wek Bibilisk Charta “Xerîteya Încîlê” hatiye binavkirin.

Yanî Kurdistan wek welat, wek coxrafya, wek nav hewqasî kevn e. Ev xerîte îspat û belgeya wê ye. Tarîxzanên me dibê li ser vê xerîteyê tiştekî binivîsin.

Zinarê Xamo di rûpela xwe de weşandiye

Etîket: Încil, Kürdistan, Nexşe, Polylang KMR, xerîte

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Danasîna Pirtûka Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî a Dilazad ART

Pirtûka “Rastiya Dîroka Oxûz-Turkmen û Kurdan”

Tevgera Neteweyî ya 1925an, Hedîseya Pîranê û Şêx Seîd (1865-1925)

Mîrnişîna Kurdî: Pergalek Siyasî ya Dîrokî

Armancê Kovara Jînê

Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle