Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – IV

3.Li ser bingehê Şahnameyê sondajek ber bi Aryaya kevnare

Beriya her tiştî, divê bê eşkerekirin ku ev nusxeya Şahnameyê dîroka şahaniyên Aryayê wekî dîroka xanedanên kurd nîşan dide, ne ku dîroka şahên parsînijad; li gorî naveroka wê ya dirêj, ji destpêka Xanedana Pîşdadî heta şahê dawîn ê Xanedana Sasanî hemû desthilatdarên aryayînijad (pîşdadî, keyanî, eşkanî, sasanî) ji heman nifş û nijadê ne, gişt jî kurd in û ji zuriyeta Ferîdûnê Kurd in.

Di hevdîtinekê de Ristemê Zal û Isfendiyar li ser reh-rîşe û kar-xebatên xwe diaxivin: “Îsfendiyar ji Ristemî re dibêje <heke şaşiya min hebe, demildest sererast bike bê ka nijada min digihêje kîjan şahî: Ez Îsfendiyarê kurê Goşthesp im, Goşthesp kurê Şah Lohresp, Lohresp kurê Şah Erwend, Erwend kurê Beşîn û Beşîn jî kurê Key Qubad e. Bi vê şecereyê reh û rîşeyên me digihêjin Şah Ferîdûnî. Her çi ku diya min e, ew jî keça Qeyser e, Qeyser kurê Selm e û Selm jî kurê Ferîdûnê Kurd e.” (Şahname, 224-225)

Şahname diyar dike ku piştî kuştina Darayî ji aliyê Skenderê makedonî ve û dagirkirina Aryayê (r. 318) şahên gewre nemane; li her goşeyekê begek hebûye, li devereke taybet serwerî kiriye û ji wan re <begên peregende/tewayifê milûk> hatiye gotin: “Welatê Aryayê tam 200 salî di vê rewşa awarte de maye û şahaniyeke yekgirtî tunebûye; tu dibêjî qey li rûkalê cîhanê şahek tunebûye, text û tac vala mane, ji wan began tu kesî li ber yekî din danexwariye, her yekî serxwebûna xwe ragihandiye û bi vî awayî rûkalê cîhanê ji aloziyan rizgar bûye. Di rastiyê de ev tevdîreke siyasî û îdarî ya Skenderî bûye ku şahekî gewre dernekeve, ji bo tolhildanê berê xwe nede Romayê û vê deverê dagir neke. Di vê serdemê de pehlewanekî navdar ê bi navê Abtacaş hebûye ku ji Amûriyeyê veqetiyabûye; Skenderî deverên Fihistan (Kuhistan/Qehistan), Şîraz û Bexda dabûne bin fermana wî, kesî ji tirsa wî destdirêjiya wê deverê nekiribûye. Darayê ku di şerê ligel Skenderî de hatibû kuştin, kurekî wî yê bi navê Eşk hebûye; dema ku bavê wî tê kuştin, ji romayiyan direve û di nava şert û mercên jiyaneke mişextî de dijî. Piştî ku Skender û Abtacaş dimirin, Eşk doza şahaniyê berz dike û dibe şahê Aryayê; piştî Eşkê kurê Darayî di rêzê de Şapûr, Behram, Bilaş, Ermuzd, Resîgerd û Erdewan şahtiyê dikin. Şah Erdewanê ku dibe şahê Aryayê, ji nifşa Key Kawisî ye û jê re Erdewanê Bozorg (Gewre) jî dibêjin; di serdema wî de gur têkilî miyê nebûye (dadwerî hebûye) û piştî wî, birayê wî yê bi navê Bilaş bûye şah. Ji Bilaşî kurekî bi navê Guzerd û ji Guzerdî kurekî bi navê Nersî çêbûye. Piştî wî (ne diyar e bê ka piştî Bilaşî yan jî piştî Nersiyî) Xusro bûye şah û piştî Xusroyî jî Erdewan li ser textê şahaniyê rûniştiye; bi vî awayî di serdema Erdewanî de Şahaniya Eşkaniyan a <begên peregende/tewayifê milûk> qediyaye. Serdema şahên eşkanî gelekî kurt bûye; lewre navên wan di <dîwana şahan> de nehatiye tomarkirin.” (r. 388-389)

Şahname serdema eşkaniyan û sasaniyan, her wiha destguhertina desthilatdariyê û destpêka serweriya sasaniyan wiha vedibêje: “Gava ku Erdewanê Dawîn bû şahê Aryayê, navên şahan dîsa bilind kirin û pergala şahaniyê vejand; serwer û giregirekên parêzgahan dihatin ber dergehê wî, ji parêzgehên Bexda, Pars, Espehan û Kuhistanê qasid dihatin û diçûn. Bi fermana wî Babekê kurê Sasan bûbû parêzgarê Istexrê; wî jî tevahiya deverê bi rê ve dibir ku ji nifşa Behmenê kurê Îsfendiyarî ye. Behmenê kurê Îsfendiyarî di heyama xwe de şahanî nedabû kurê xwe yê Sasan; lewre Sasan gelekî tengezar bûbû, koçî Nişawerê kiribû û li wê derê jî miribû. Sasanî navê kurê xwe jî danîbû Sasan û vî Sasanî jî heman navê Sasan li kurê xwe kiribû; hetanî heşt zikan (nifşan) vê malbatê navê Sasan li zarokên xwe yên kurînî dikir, binemala Sasanî ji derdorê re şivantî dikir û berî ku bibe parêzgar Babek bi xwe jî serşivan bû.” (r. 388-340)  Divê bê gotin ku Qelqeşendî jî dibêje ku “şahê pêşîn ê sasaniyan Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê kurê Erdeşîr Behmenî ye û ji nifşa Darayî ye”.

Em dîsa vegerin bûyerên Şahnameyê: “Rojekê li hafa Şah Erdewanî qala Erdeşîrê kurê Babekî hate kirin; di vê galegalê de ewqasî behsa mêranî û hişmendiya Erdeşîrî hate kirin ku Erdewanî nameyek ji Babekî re şand ku kurê xwe bişîne koçk û seraya şahaniyê, bila di nava kurên wî de hînî kar û barên rêveberiyê bibe. Babek kurê xwe ji bo vê rêwitiyê amade dike û dişîne; lê belê ji ber nakokiyeke di navbera Erdeşîr û kurê Erdewanî de, hêrsa şahî tê û Erdeşîrî dişîne serayeke li kêleka tewleyên hespan. Di heyama ku Erdewan di nava kêf û şahiyan de ye, Erdeşîr bi keça Erdewanî ya bi navê Gulnar re dibe hevnas; dema ku Erdeşîr li vê xerîbistanê ye, Babekê bavê wî dimire; Erdewan gelekî li ber mirina wî dikeve; lê li şûna ku Erdeşîrî bişîne ser textê bavê wî, kurê xwe yê Behmen dike parêzgarê Istexrê. Li ser vê yekê Erdeşîr gelekî tengezar dibe û dixwaze ku ji serayê bireve; bi alîkariya Gulnara Erdewanî direve, hêzên xwe berhev dike, di dawiyê de desthilatdariyê ji destê eşkaniyan derdixe, dewleta sasaniyan dadimezirîne û dibe şahê yekem ê Şahaniya Sasanî.” (r. 390-401)

Ji xwe di nakokiya di navbera Xusroyê Sasanî û serdarê wî yê bi navê Behramê Çopîn de jî ev yek derdikeve holê: “Behramî gote Xusroyî: – Hey dagirkero, kesekî wisan sezayî şahaniyê ye ku têxt û tacê ji destê te derxe! Erdeşîr ji keça Babekî hate dinyayê û bû destgirê (xulamê) eşkaniyan. Piştre dema ku Erdeşîr bendeyê dergehê Erdewanî bû, şah kuşt; pergala şahtiyê û textê serweriyê desteser kir. Ji wê heyamê heta niha 300 sal derbas bûne û serdema sasaniyan êdî kuta bûye. Li vê cîhanê şahanî sezayî eşkaniyan bû; heke ji wê malbatê mîratgirek hebûya, ew dê layiqî têxt û tacê bûya. Madem ku ji wê xanedanê kesek nemaye, êdî text û tac layiqî min in.” (r. 734-735)

                      4.Sihvedana dîroka şahên Aryayê di nava çavkaniyên dîrokî yên erebî de

Piştî van zanyariyên Şahnameyê divê em vegerin çavkaniyên erebî; ji ber ku ereban Şahaniya Sasanî têk bir û bûyerên wê serdemê tomar kirin. Gelo -wekî ku Şahname dibêje- xanedanên şahan ji pîşdadiyan heta sasaniyan ji heman binemalê bûn? Ji bo bersivandina vê pirsê, divê em serî li çavkaniyên erebî bidin ku çend tiştên nêzikî rastiyê bibêjin.

Qelqeşendî (1355-1418) [41] dîroka Aryayê wekî “heyama berî îslamê” û “heyama piştî îslamê” li ser du beşan pareve dike; her wiha heyama berî îslamê li ser serdemên pîşdadî, keyanî, eşkanî û sasaniyan leva dike. Her çi ku heyama piştî îslamê ye, ew jî wekî “serdema xelîfeyan”, “serdema ebasiyan” û “serdema moxoliyan” hatiye dabeşkirin: “Ji heyamên herî kevnare ve şahên Aryayê mezintirîn padîşahên cîhanê ne; her wiha ji aliyê pergala mezrê (dewletê) û rêveberiya welêt ve tu kes bi wan re nayê berawirdkirin. Rêza yekem a van şahan pîşdadî ne; peyva <pîşdad> tê wateya <destpêka dadweriyê> û şahê pêşîn ê vê xanedanê Hoşeng e ku tac daye serê xwe, li ser têxt rûniştiye, pergala dewletê saz kiriye û bac daniye ser hemwelatiyan. Padîşahiya wî bi qasî sed salî piştî Tofanê ye; wî bajarên Babîl û Sûsayê ava kirine, wekî siyasetmedarekî baş şêwazê rêveberiyeke qenc meşandiye. Li pey wî Tahmûrs bûye padîşah, lê di navbera Hoşeng û Tahmûrs de çendek bav hene; wî jî mîna kalikê xwe siyaseteke qenc meşandiye û cara yekem bi zimanê aryayî dest bi nivîsê kiriye. Paşê birayê wî yê bi navê Cemşîd li ser têxt rûniştiye û wateya navê wî <tîrêja heyvê> ye. Cemşîd di destpêkê de li ser mersûmê qedîm ê bav û kalên xwe tevgeriyaye; wî sînorên welêt berfireh kirine, çînên karmendan li gorî karên sivîl û leşkerî diyar kirine. Kesê ku cejna Newrozê li dar xistiye jî ew e; lê belê piştî heyamekê ji pergala dadweriyê bi dûr ketiye û ji aliyê aryayiyan ve hatiye kuştin. Piştî Cemşîdî, Pîresp bûye şah ku nasnavê wî Deh Hak e, ev nav tê wateya <xwediyê deh nexweşiyan> û di çanda gelêrî de jê re Dehak tê gotin. Di serdema Dehakî de tevahiya cîhanê ketiye bin desthilatdariya wî; lê ji dadweriyê gelekî bi dûr ketiye, sitemkarî û hovîtî kirine, hemwelatî kuştine, bacên giran danîne ser pişta gel, çanda dengbêjî û meyxaneyan belav kiriye… Li gorî salixên salixdaran, Tofan piştî serdema Dehak û şahên Aryayê yên berî wî pêk hatiye û Kawayî dawî li desthilatdariya Dehakî aniye. Piştî wî Ferîdûnî serwerî li Aryayê kiriye ku li gorî salixan kurê nehemîn ê Cemşîdê navbihurî ye û di serdema Ferîdûnî de Brahîm eleyhiselamî re pêxembertî hatiye şandin ku navê wî di Quranê de jî derbas dibe. Ferîdûnî li tevahiya cîhanê serwerî kiriye, rêveberiya cîhanê di navbera kurên xwe de pareve kiriye û miriye.” Bi rastî Şahname jî qala pirtûka Brahîm eleyhiselamî ya li nava welatê Aryayê dike û dibêje: “Dema ku Erdeşîrî dawî li desthilatdariya Erdewanî anî, gazî giregirekên dewleta wî kir û got: ‘-Gelî hişmend û serweran, her kesî ji destê Erdewanî gelek tengezarî kişandin; Eşkaniyan desthilatdariya xwe bi pergala Skenderî bi dest xist. Hûn dizanin ku Skenderî bav û kalên min kuştin û Erdewanî jî cîhan kir bin destên xwe. Ez bi xwe ji nifşa Îsfendiyar im û çawa çêdibe ku Erdewan bibe şehriyar?’ Wan serwer û pêşengên dewletê piştgirî dane Erdeşîrî û şîret lê kirin ku pêşiyê parêzgaha Parsê bike destê xwe; lê belê deryavanekî bi navê Tebak hebû ku parêzgarê devera Çehdemê bû û Erdeşîr ji tevgera wî ditirsiya. Rojekê Tebak derket, hate hafa Erdeşîrî û diyar kir ku ew dê bibe xizmetkarê wî; lê saw û sehmek di dilê Erdeşîrî de hebû, gelo vî siyasetmedarê pispor ê ku destê wî dirêjî nava karmendên dewletê bûbû, jê re minexetî nekira? Tebakî nihêrî ku Erdeşîr bi xizmetkariya wî gumanbar e, pirtûka Brahîm pêxemberî derxist; jê re sond xwar ku niyêtpaqij e û piştî vê sondê Erdeşîrî ew kir serdarek ji serdarên artêşa xwe.” (r. 398-399)

Zanayê kurd ê gewre Alûsî (m. 1270 k.) di tefsîra xwe ya bi navê “Rûh’ul-Me’anî”yê de dibêje ku “hemû pirtûkên dîrokî hevraman in ku Ferîdûn di serdema Brahîm eleyhiselamî de jiyaye û cîhan di nava sê kurên xwe de pareve kiriye; her wiha Mûsa eleyhiselam jî di heyama Manîçehrê kurê Îrec kurê Ferîdûnî de pêxembertî kiriye.”[42] Ji aliyekî din ve, dibe ku Ferîdûn û Nemird (Nemrûd, Nîmrûz/Nîvroj) heman kes bin; ji ber ku îro jî peyva “perîzan” a kurdî û “perîdan” a farsî (di farsiya gelêrî ya îroyîn de: “perîdûn”) hene ku tên wateya “kesê ku cin û periyan dizane”. Her wiha ji ber ku di zimanê erebî de dengê /p/yê tuneye, dibe ku peyva “perîdan” wekî “ferîdûn” hatibe guhastin û tomarkirin. Dîsa bi ihtimaleke mezin, ew gotina navdar a ku dibêje “kurd neviyên cinan in” ji ber perîzaniya Ferîdûnê Kurd be ku ji cin û periyan zanyarî wergirtine.

Zanayekî din ê kurd Gurganî (Curcanî, m. 471 k.) dema ku ayeteke derbarê cadûbaziyê de şîrove dike dibêje ku Ferîdûnî zanista cadûbaziyê dizanibûye: “Ferîdûn kurên xwe şandine cem şahê Misirê da ku keçên wî li xwe kebîn bikin (bi wan re bizewicin); dema ku lawên wî vegeriyane, Ferîdûn di dilqê marekî de derketiye ser riya wan û wêrekiya wan ezmûn kiriye. Ferîdûnî nihêriye ku Selm jê reviyaye, Tûşî êrişî wî kiriye û Îrecî jî gef lê xwariye û daye tirsandin. Gava Şah vê bûyerê dibîne, li gorî rêjeya wêrekiya her yekî rûkalê cîhanê di nava wan de pareve kiriye.”[43] Zanayekî din ê kurd Dînewerî (m. 282 k.) jî dibêje ku Brahîm eleyhiselam di heyama Ferîdûnî de jiyaye; lê di zimanê aryayiyan de nasnavê Nemrûdî (Nemird) Ferîdûn e, navên kurên wî Selm, Tûs û Îrec bûne: “Di salên dawîn ên padîşahiya xwe de Nemrûd dest bi sitemkariyê kir. Padîşah Nemrûdê ku aryayî jê re dibêjin Ferîdûn, gelekî bi stêrnasiyê re mijûl bûbû; ji çar nikarên cîhanê stêrnas gazî koçka xwe kirin û bi diravan ew stêrnas kirin merivên xwe. Piştre wî ji malbata xwe heft nûner hilbijartin; navê Desteya Kubaran li vê koma bijartî kir, kar û barên wan destnîşan kir û her endamekî vê desteyê li devera xwe bi awayekî serbixwe kar kir. Bavê Brahîmî yê bi navê Azer jî yek ji wan nûneran bû.”[44]

Îcar Qelqeşendî di berdewamiyê de rêza şahên Aryayê wiha destnîşan dike: Piştî Ferîdûnî, kurê wî yê bi navê Îrec bi peymana bavê xwe bûye şah; piştî Îrecî, her du birayên wî yên bi navên Şerm û Tûc hevserokatî li welêt kirine. Piştî wan jî Menûçehrê kurê Îrec derketiye ser textê şahaniyê û li gorî salixan, di heyama wî de ji Mûsa eleyhiselamî re pêxembertî hatiye şandin û firewnê Misirê yê wê serdemê jî parêzgarê Aryayê yê li Misirê bûye. Piştre Ferasiyabê kurê Tûc (Perasiyab=Afrasiyabê kurê Tûr) bi zordestî derkete ser têxt, welat wêran kir û xerabiyên nedîtî pêk anîn; lê ji neviyên Menûçehrî, kesekî bi navê Zûyê kurê Tahmasp artêşa Ferasiyabî şikand, dîsa welat gihande asteke baş, Çemê Zêyê kir du beşan û li kêleka çêm bajarvanî da destpêkirin. Piştî Zûyê Tahmaspî, şahê dawîn ê pişdadiyan Girşesp bû desthilatdar ku ji nifşa Tûcê kurê Ferîdûnî ye.”[45]

Gava mijar tê ser keyaniyan, Qelqeşendî bi kurtî wiha qala serdemê dike: “Xanedana duyem Keyanî ne. Ji ber ku li pêş navên wan peyva <key> heye, wisan hatine binavkirin. Mîrê wan ê yekem ê piştî Girşespê pîşdadî, Key Qubadê kurê Zû ye. Wekî bavê xwe bi dadwerî serwerî kiriye û piştî wî neviyê wî yê bi navê Key Kawisê kurê Key Neyê kurê Key Qubadî bûye mîr. Piştre neviyê wî yê bi navê Key Xusroyê kurê Siyawişê kurê Key Kawisî bi fermana kalikê xwe bûye mîr; lê piştî demekê dev ji keyîtiyê berdaye. Piştî wî, Key Luhrespê birayê Key Kawisî bûye mîr, li ser textekî zêrîn ê bi gewheran xemilandî rûniştiye, bajarê Belxê yê li Xoresanê daye avakirin û ji bo şerê tirkan lê rûniştiye, Buxtinesr kiriye cîgirê xwe û miriye. Piştî wî, Key Pişthesp bûye mîr, bajarê Nesa ava kiriye, di heyama wî de Zerdeştê xwediyê Avestayê derketiye; Key Pişthespî ayîna zerdeştiyê pejirandiye, li çiyayê Tamîzer mijûlî xwendina Avestayê bûye û paşê winda bûye. Piştî wî, Erdeşîr Behmenê kurê Îsfendiyarê kurê Key Pişthespî bûye mîr; wateya navê wî ‘niyetpaqij’ e, navê wî yê bi ibranî <Kûriş> e, wî serweriya heft iqlîman (parzemînan) kiriye û Beytilmeqdis ji nû ve jeniye ku Buxtinesr ew hilweşandibû. Piştî wî, Darayê kurê Erdeşîrî bûye mîr û bi Skenderê kurê Fîlîps re şer kiriye, di wî şerî de têk çûye û di encamê de Dewleta Keyanî rûxiyaye. Skenderî bîst rêvebir danîne  ser welatê Darayî ku ji wan re <mîrên pêkhateyan> tê gotin. Piştî ku keyaniyan bi qasî 500 salî serwerî kiriye, dewleta wan jî rûxiyaye û Eşxanî hatine ser desthilatdariyê.”[46] Li vê derê divê bê gotin ku Dînewerî derbarê şerê di navbera Darayê aryayî û Skenderê makedonî de zanyariyeke hêjayî lêkolînê tomar dike; li gorî zanyariyên wî Skender kurê Darayî ye û bi xwe jî dibêje ku “romayî vê yekê nepejirînin jî, lê belê rastî wisan e”. Dînewerî çîrok an jî dîroka vê birakujiyê wiha vediguhêze: “Gava ku Darayê kurê Behmenî bû şah, ji bo dagirkirina welatê romiyan êrişek amade kir; artêşa xwe meşande nava xaka romiyan û qeyserê Romayê Fîlîpos jî bi artêşa xwe derkete pêşberî wî. Her du alî gihiştin hev û bi hev re şer kirin; Dara di vî şerî de bi ser ket û bac li ser romayiyan sepand. Li gorî peymanê divê qeyserê Romayê salane bi qasî sed hezar hêkên zêrîn bac bidaya Aryayê û giraniya her hekekê bi qasî 40 misqalî bûya. Her wiha Darayî keça Fîlîposî jî li xwe kebîn kiriye û digel jina xwe ya nû vegeriyaye Aryayê. Gelê Arî îdia dike ku Skender ne kurê Fîlîpos, lê kurê keça wî ye; bavê wî Darayê kurê Behmenî ye û bûyerê wiha vedibêjin: Darayê kurê Behmenî êrişî welatê Romayê kir, romayî têk birin û bi mercê bacdayînê peyman bi Fîlîposî re girêda; her wiha keça wî li xwe mar kir, digel jina xwe vegeriya Aryayê, lê bêhneke pir kirêt ji keça Fîlîposî dihat ku Darayî hez nekir pê re binive. Lewre ferman da dadika jinên xwe ku vê bêhna kirêt çareser bike. Dadika jinên wî bi rehekeke ku navê wê <sender> e bûka nû derman kir, piştî ku bêhna wê bi wî giyayî hinekî xweş bû ew şande paşila Darayî. Dara di wê şeva hevşabûnê de bi bêhna senderê ya giran hesiya û got <ales sender> ku di zimanê aryayî de tê wateya <bêhna senderê çiqasî tûj e>; her çiqas bi jina xwe re nivistibe û wê şevê ew ducanî kiribe jî, ji ber wê bêhnê careke din neketiye paşila jinê û ew li bavê wî Fîlîposî vegerandiye. Îcar jina wî ya ducanî li cem bavê xwe Fîlîposî welidiye zarokekî kurîn; diya kurikî ew peyva yekane ya ku wê şevê ji devê mêrê xwe bihîstibû, li kurê xwe kiriye û navê wî bûye Alesender ku ji wî giyadermanî wergirtibû. Skender kurekî hişmend û mirovekî jîr bû; di bin parastina Fîlîposî de mezin bû û bi cidiyet û kargêriya xwe bala kalikê xwe Fîlîposî kişande ser xwe. Lewre Fîlîposî ew peywirdar kir û wekî cihnişînê xwe destnîşan kir; her wiha di ber sekerata mirinê de jî wasêt kir ku piştî mirina wî guh bidin fermanên Skenderî. Gava ku Skender bû qeyserê Romayê, tekane xema wî milk û şahaniya bavê wî bû; ji ber wê yekê bac neda birayê xwe Darayê kurê Darayî, lê birayê wî yê qure êrişî wî kir û Skender jî mecbûr ma ku pê re şer bike. Her çiqas dîroknasên romayî bibêjin ku Skender kurê bavê xwe Fîlîposî ye, ji nijada bavê xwe ye û cîgirê rastîn ê bavê xwe ye jî, zanyariyeke wisan jî heye.”[47] Bi rastî ev mijar jî hêjayî lêkolîneke kûr e; ji ber ku Dînewerî (820-896) dîroka kurdan û şahên Aryayê baş dizane, pirtûkeke wî ya bi navê “Ensab’ul-Ekrad/Nesebên Kurdan” heye ku niha winda ye, her wisan lêkolînerekî gelekî jîr û zanayekî ansîklopedîk e. Bi rastî jî hinek zanyariyên ku wî di sedsala nehan de dane, di sedsala 14an de hatine vedîtin û sedsala 19an de li ingilîzî hatine wergerandin. Wekî mînak “Karnamagê Erdeşîrê Pabegan” dibêje ku Sasan şubanê Pabag bûd ûd hemwar abag gospandan bûd ûd ez tohmegê Darayê Darayan bûd ûd ender duşxwadayîhê Aleksander o wirêg ûd nîhan-rawişnîh êstad ûd abag kurdan şubanan reft./Sasan şivanê Pabegî bû, û hertim ligel pêz bû, û ji tovê (tuxim, nifş, nijada) Darayê Darayan bû, û ji ber dijxwedayiya (zordestî, sitemkariya) Aleksanderî reviyabû, xwe veşartibû, û xwe sipartibû şivanên kurd.”; [48] lê belê Ebû Henîfe hê di sedsala 9an de dibêje ku: “Gava şahên pêkhateyan (eşkanî) bi qasî 266 salî serwerî kir, Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê Biçûk ê kurê Fafekê (Papeg) kurê Mihrîsê kurê Sasanê Mezin ê kurê Behmenê kurê Şah Îsfendiyarê kurê Pişthespî li bajarê xwe Îstexrê xuya bû… Erdeşîrî ji Ferxanê kurê Erdewan ê şahê dawîn ê El-Cibalê re (di dîroka ereban de peyva “El-Cibal”a erebî hertim Kurdistanê nîşan dide) nameyek şand û jê xwest ku bikeve bin fermana wî; dema ku nameya wî gihişte ber destê Ferxanî, hêrsa wî rabû û ji qasidên Erdeşîrî re got: <Peh peh, kurê Sasanê şivan derketiye çi meqameke bilind ku nameyan jî dişîne!>”[49] Ji aliyekî din ve, du mijar hene ku angaşta aryayiyan xurt dikin: 1. Skender heta mirina xwe venegeriyaye Romayê, rêveberiya Aryayê kiriye û li ser erdê Şahaniya Keyanî miriye. 2. Piştî ku hîn dibe Dara bi minexetî ji aliyê merivên xwe ve hatiye kuştin, bikujên wî digire û wan dikuje.

Divê bê gotin ku Meqdisî (m. 355 k.) derbarê nifşa eşkanî û sasaniyan de bê şik û guman dibêje ku “Piştî Skenderî, welatê Aryayê bi qasî 266 salan û li gorî salixekê jî bi qasî 400 salî li gorî pergala yûnanî hate rêvebirin; piştre aryayiyan rêz û giramî li Eşkê kurê Darayî nîşan da û şahtiya wî nas kir. Ji Mûsilê bigire heta Rey û Espehanê di bin serweriya wî de bûn.”[50] “Şahê pêşîn ê sasaniyan Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê kurê Erdeşîr Behmenî ye”...[51] Wekî ku ji zanyariyên navbihurî xuya dike, Meqdisî derbarê heyama serdestiya eşkaniyan de du salixan dide û mêjûya serweriya wan diyar dike; lê derbarê bav û kalên wan de şik û gumanê nabîne û ji bo her duyan jî rasterast dibêje ku “ew neviyê Darayî ye” yan jî “ew neviyê Behmenî ye”. Îcar mirov dikare ji zanyariyên erebî piştrast bibe ku her çar serdemên şahaniyên Aryayê (pîşdadî, keyanî, eşkanî û sasanî) ji heman binemalê ne, ango ji binemala Ferîdûnî ne.

Bi berawirdkirina vegotinên Şahnameyê û zanyariyên dîrokî yên erebî derdikeve holê ku şahaniyên Aryaya qedîm ji aliyê binemalekê ve hatine damezirandin û rêvebirin; her wiha tevahiya çavkaniyên mîtolojîk jî nifşa aryayî dispêrin kesê bi navê “Keyûmers” û xuya ye ku payeya “key”ê jî aydî kurdan e. Bi vî awayî hemû tekstên Şahnameyê û dîroknasên serdema îslamî piştrast dikin ku “keyanî”yê, ango şahaniyê bi kurdan dest pê kiriye; piştre di navbera xanedanên vê binemalê de belav bûye. Tiştekî din ê balkêş jî ew e ku gava Selçûqiyan li erdnîgariya medoparsî desthilatdarî kiriye, ji bo rewakirina dagirkeriyê yan jî ji bo razîkirina dilên medoparsiyan (yan jî dibe ku her çiqas bi tirkî diaxivîn jî, şecereya xwe digihandin kurdan!?) leqebên keyên medoparsî li xwe danîne (Elaedîn Keyqubad, Xiyasedîn Keyxusrew, Izedîn Keykawis…).

(dûmayîk heye) 

Omitê Mistefê-Riataza

Nîşeyên gotarê:

[41] TDV Islam Ansiklopedisi, c. 24, r. 263-265.

[42] Şihabuddîn Muhammed b. Abdillah El-Huseynî El-Alûsî (1415 k.), Ruh’ul-Me’anî fî Tefsîr’il-Quran’il-’Ezîm, we’s-Seb’il-Mesanî, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, c. 8, r. 350; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/qur/944/3422.htm; dema gihiştinê: 27.03.2022; 20:53.

[43] Ebûbekr Ebdulqadir b. Ebdurrehman El-Curcanî (2009), Derc’ud-Durer fî Tefsîr’il-Ayi we’s-Suwer, Dar’ul-Fikr: Eman-Urdin, c. 1, r. 209; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/tfs/6418/200.htm; dema gihiştinê: 27.03.2022; 21:18.

[44] Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire, r. 8; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4538/8.htm; dema gihiştinê: 27.03.2022; 22:42.

[45] Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-E’şa fî Sina’et’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, c. 4, r. 409-410; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/adb/5849/2123.htm; dema gihiştinê: 28.03.2022; 02:24.

[46] Ehmed b. Elî El-Qelqeşendî, Subh’ul-E’şa fî Sina’et’il-Inşa, Dar’ul-Kutub’il-’Ilmiyyeh: Beyrût, c. 4, r. 410-413; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/adb/5849/2123.htm; dema gihiştinê: 28.03.2022; 02:24.

[47] Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire, r.  29-33; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4538/29.htm; dema gihiştinê: 28.03.2022; 06:04.

[48] https://en.wikipedia.org/wiki/Kar-Namag_i_Ardashir_i_Pabaganhttps://iranicaonline.org/articles/karnamag-i-ardasir; dema gihiştinê: 31.03.2022; 02:46.

[49] Ebû Henîfe Ed-Dînewerî (1960), El-Exbar’ut-Tiwal, Daru Ihya’il-Kutub’il-’Erebî: Qahire, r.  42; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4538/42.htm; 31.03.2022; 03:15.

[50] El-Mutahhar b. Tahir El-Meqdisî, El-Bedu we’t-Tarîx, Mektebet’us-Seqafet’ud-Dîniyyeh: Port Seîd, c. 3, r. 155; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4389/604.htm; dema gihiştinê: 29.03.2022; 02:10.

[51] El-Mutahhar b. Tahir El-Meqdisî, El-Bedu we’t-Tarîx, Mektebet’us-Seqafet’ud-Dîniyyeh: Port Seîd, c. 3, r. 156; her wiha bnr.: http://islamport.com/l/trk/4389/605.htm#; dema gihiştinê: 29.03.2022; 01:53. 

 

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply