Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – VI

 1.Rizgarkirina zimanên aryayî ji mengeneya hind-ewropayî

Wekî ku tê zanîn, zimannasiya nûjen a ewro-amerîkayî piştî Ronesansê geşeve hatiye; ev jî tê wê wateyê ku bi geşedana Ronenasansa Ewropayê re nirxê zanyariyên latînî nemaye. Wekî ku me di gotara xwe ya bi navê “Keşfeke nû ji bo dîroka kurdan: “Di berhemên latînî de kurd û welatê wan Kurdistan –Awireke nûjen li dîroknasiya ewropî ya berî Ronesansê: Bikaranîna ferhengên latînî yên erdnîgariya Încîlê wekî çavkaniyên dîroka kurdan a kevnare-”[64] de jî diyar kiribû, bi betalkirin an jî paşguhkirina zanyariyên latînî sitemkariyeke mezin li kurdan hatiye kirin. Ji ber ku tapûya erdê Kurdistanê ya ku di nava erdnîgariya Încîlê de li ser navê kurdan tomarkirî jî hatiye betalkirin, heman tişt piştî rûxandina dûgela osmanî û qedexekirina wêjeya wê jî pêk hatiye û erdnîgariya Kurdistanê du caran hatiye înkarkirin: carekê li derve û carekê jî li hundir. Dîsa Komara Tirkiyayê bi qedexekirina zimanê osmanî re hemû zanyariyên osmaniyan ên derbarê kurdan de  betal kir; bi vî awayî dîroka kurdan a digel osmaniyan hevpar bi biryareke neheq ji holê hate rakirin û qedera neteweyekê hate girêdan. Ji aliyekî din ve Xanedana Qecerî û Komara Îslamî ya Îranê jî serdemên hevrikên xwe (sefewî-zendî û pehlewî) sansûr kirine; hemû zanyariyên derbarê kurdan de bêjing kirine; bi vî awayî dîroka kurdan a digel parsiyan hevpar bi biryareke neheq ji holê rakiriye û qedera neteweyekê girêdaye. Her çi ku tiştên Qeyseriya Rûsyayê, Yekîtiya Sovyetê, dewletên Ermenistan û Azerbaycanê kirine jî ji hovîtiyê zêdetir dişibihin barbariyeke faşîzan; ji dagirkirina Aranê ya sedsala 17an heta roja îroyîn bêserûşûnkirina ziman, çand û hêmayên kurdan berdewam e. Me di wê gotara navbihurî de bal kişandibû ser berhemeke ayînzan û rojhilatnasê reformîst, erdnîgar û xwezanasê frensî Samuel Bochartî (1599-1667); bêguman pirtûka Bochartî ya dubergî “Geographia Sacra seu Phaleg et Canaan” bandoreke kûr li ser şîroveya Încîlê ya sedsala 17an kiriye. Samuel Bochartê ku berhema xwe wekî çar pirtûkan amade kiriye, di destpêka pirtûka yekem de (pênc beşên pêşîn: 27 rûpel) qala Keştiya Nûh û erdnîgariya wê dike; bi rastî zanyariyên ku wî di sala 1646an de tomar kirine gelekî resen in, mirov dikare bibêje ku zanyarên serdema me hê bi van agehiyan nehesiyane yan jî heke pê hesiyabin jî bi zanatî paşguh kirine: “Li gorî hinek nêrînên ku ez bi dilxwazî nêzikî rastiyê dibînim, -ji ber ku gelek berhevkarên wê zanyariyê hene û hinekên wan ji Jeromeyî kevntir in- keştiya Nûhî ber bi çiyayên Gordyayê hatiye guhastin ku ji niştecihên wê re Kardoxî tê gotin. Ev netewe wekî Kardeî, Kordîeî, Kordiyayî, Korduenî, Gordî, Kordeî, Kurdî û hwd tê zanîn; ev çiya jî wekî Kardû, Kardon, Kûrûd, Kardînûs, Kordîayûs û hwd tê naskirin. Tê gotin ku heya niha jî beşek ji keştiyê li Ermenistanê li çiyayê Gordyayan ketiye ku hin kesan tevahiya wê ji wir derxistiye. Her çiqas Aleksanderê Mezin van çiyayên Ermenistanê li şûna Gordiyan wekî Korkûran bi nav bike jî, di navbera vê gotinê û vegotinên wî de cudahiyeke ewqasî mezin tuneye. Ez bawer dikim ku wî qala niştecihên wan deveran (kardoxiyan) kiriye…” (r. 20) Piştî ku Bochart zanyariyên beriya xwe radigihîne, wan rexne dike û şûnwarê kurdên kardûxî wiha şîrove dike: “Ptolemeus çiyayên Gordenen û Gordieosê li ber çavkaniyên Dicleyê, gelê Kardûxî jî li nêzîkê çemê Kurê, di navbera Kadeş û avên Mardistanê de destnîşan dike ku welatê hoz û tîreyên cihêreng ên Gordiyan e. Lê belê, tiştê teqez ew e ku Kardûxî li ber Dicleyê hene; bi rastî ne li ser çavkaniyan in, lê di nava sînorên Ermenistan û Aşûristanê de yan jî li welatê Hezbaniyan (Adiabene, Hewlêr O.M.) niştecih in ku deverên Kordya û Gordiyan ji hev nayên cudakirin…” (r. 21) Ji beşa şeşem heta şanzdehem a pirtûka pêşîn derbarê erdnîgariya Babîlê de ye ku ji devera Şengalê dest pê dike. Nivîskarî pirtûka duyem ji Samiyan re veqetandiye; lê di beşa duyem de qala Îlamê û di beşa 12an de jî qala Dijleyê dike. Di pirtûka çaran de jî behsa Nemrûd (beşa 12an) û Neynewayê (beşa 20an) dike. Her çi ku mijara “Madai” ye, (ango med) ew jî di beşa 14an de (r. 219-225) derbas dibe: “Heke hûn peyva erebî ya Mahat bipejirînin, -ya ku ez jê fêm nakim- Madai bêguman di her rewşê de neteweya Medê ye. Bi rastî pirtûkên Danyal û Estherî li her derê ji bo Med û Persan peyvên Paras û Madai digel hev bi kar tînin. Tiştek hewce nake ku meriv li ser rewşa Medyayê bibêje, ji ber ku ew rastiyeke pir naskirî ye.” “Li wê derê ji Medan re Arî û Aryanî tê gotin ku li nêzîkê Kadeşê ye, ango beşa çiyayî ya Medyayê ye…” “Polybius bi awayekî balkêş behsa Ekbatanayê (Hemedan) dike û dibêje ku paytexta bajarên serdema navîn e, ew ji hemî paytextên din gelekî pêşdetir e. Dîmena wê cuda ye; xezîne, tirbên qralan û Perestgeha Anahîtayê li wir in…” (r. 220-221)

Bi rastî gava mirov li xebatên hevçerx ên ewro-amerîkayî dinêre, derdikeve holê ku hema kurdan bi dûvçikê hespê peyayekî xwe ve girêdidin û xwe ji lêkolînên kûr rizgar dikin; her çiqas xwe ji lêkolînan rizgar bikin jî, “darizandineke nedadwerane” li ser kurdan ferz dikin, bêyî ku kurd tezên xwe pêşkêş bikin û derveyî exlaqê darizandinê derbarê wan de “biryareke dawîn” derdixin. Me ev îtîraza xwe di gotareke xwe ya bi navê “Di berhemên latînî de Çiyayê Agiriyê wekî çiyayê herî bilind ê welatê kurdan”[65] de diyar kiribû û bal kişandibû ser dîsîplîna lêkolînê ya nivîskarên latîniyê ku nê kêmî rêbazên hevçerx e. Bi rastî di berhemên dîrokî yên latînî de gelek agehiyên kêrhatî hene ku piştî Ronesansê hatine paşguhkirin û divê dîroknasên kurd wan ji bo ronîkirina dewranek ji dewranên dîroka kurdî bi kar bînin. Her wiha me di wê gotara navbihurî de bal kişandibû ser berhemeke lêkolînerê fînî Ericus Erici Tigerstedtî ya sala 1679an ku bi sernavê “De inclutis montibus Ararat (Derbarê Çiyayên Navdar ên Araratê de)” hatiye amadekirin. Ev teza zanistî bi giştî ji du beşan (36 rûpel) pêk tê; her beş jî bi reqemên romayî hatine parkirin ku beşa yekem li ser 8 paran û beşa duyem jî li ser 10 paran hatiye levakirin. Pirtûk di para yekem a beşa yekem de behsa şûnwarê Araratê dike; bi kurtasî dewsa Araratê ya coxrafî di navbera dirêjahiya 79 pileyan û berwariya 41 pileyan de nîşan dide. Tiştê pir balkêş ew e ku nivîskar di sala 1679an de qala bajarekî li qûntara Çiyayên Agiriyê dike ku navê wî bajarokî wekî “Çiyagrî” (Chiagri) tomar kiriye. Her wiha nivîskar û wergêrê skotlandî, zanyar û bijîjkê nûjdar Dr. Robert Kerr (1757-1813)[66] jî di berhema xwe ya bi navê “A General History of Voyages and Travels”[67] (Dîrokeke Giştî ya Ger û Geştan) de qala bajarê Chiagri dike ku heman şûnwarê navbihurî ye. Dr. Kerr behsa geşt û gera xwe û qasidê Papayê Vatîkanê yê bi navê Contarini dike ku ji Gurcistanê ber bi Araratê ve tên û bi ser bajarokê Chiagriyê re derbasî Tewrêzê dibin. Dîsa balkêş e ku nivîskar bajarê Tewrêzê wekî Ekbatana (Hemedan) û paytextê qiraliyeta Ûzûn Hesenê Aqqoyûnî dide naskirin… (r. 132-133) Wisan e, ji heyama Tigerstedtî (1679) heta çapkirina vê pirtûkê ya sala 1811an bajarê Çiyayê Agiriyê hebûye ku şahidê wê zanyariyê jî gerokekî skotlandî û berhema wî ye. Di para duyem de Tigerstedt jî mîna Samuel Bochartî qala “gordkardî” û “kardûxî”yan dike û nîqaşên li ser şûnwarê Araratê şîrove dike. Di para sêyem de dibêje ku Ararat li Kordyeneyê ye ku di navbera welatên Ermenistan, Hezbanistan (Adiabene), Aşûristan û Neynewayê de ye. Di para çarem de nivîskar zanyariyên xwe dispêre Samuel Bochartî û hinekên din, her wiha dibêje ku Ararat li welatê Kordyeneyê ye; her wiha navên “medî û îlamiyan” (Madai & Elam/Medi & Elymai), “med û parsan” (Madai & Paras) û “Babîl û Kût/Qût”ê (Babel & Cuth) bi hev re dikşîne. Di para pêncan de behsa nîqaşên li ser “Kardû, Karda, Korda, Gord û Gordî”yê dike; her wiha van peyvan bi bergindên wan ên erebî re berawird dike. Di para heftan de nivîskar zanyariyên xwe dispêre heciyekî fileh ê bi navê D. Leonh Kauroolff û dibêje ku “welatê <kurdên devera Gordyayê> di navbera Medya û Mezopotamyayê de dirêj dibe û digihêje Ermenistanê” Di para yekem a beşa duyem de dîsa dikeve nîqaşeke din; behsa <Zeylan/Seylanê (Zîlan), Serendîb, Kardû û Gordû>yê dike. Nivîskar hemû mijar û îhtimalan nîqaş dike û bi nêrînên misilmanan re berawird dike; di hevoka paşîn a para dehan de (beşa duyem) digihêje wê biryarê ku çiyayê Araratê li Gordyaya nêzikî Ermenistanê ye. Bi rastî nêzikî wan salan (1733) Agusti Thuani jî qala kurdên vê deverê dike: “Li milê çepê yê Maronya, Erzerom û Wana binefşî hem gelên Ermenistanê hem jî parêzgarên kurd ên ku li nêzikî Gola Tûşpayê û çavkaniyên Mardistanê dijiyan amade bûn (In sinistri Maroniae, Erzirumi, et Vanni purpurati stabant cum utriusque Armeniae gentibus, et Curdorum pracfectis, qui circa Tospitem lacum et Martianam paludem habitant, cifque attributus erat summus castrorum  pracfectus).”[68] Divê bê zanîn ku “Mardpetakan, herêmeke dîrokî ya Ermenistanê bûye; sînorên wê ji Mîrekiya Anjewasî ya li Korduyene ya li başûrê Gola Wanê dest pê dikir û heta Siunika li bakurê çemê Erez diçû. Navçeyên wekî Mardastan (axa Mêrdan), Bûn Mardastan (axa sereke ya Mêrdînan), Çuaşrot, Tornavan, Ercîşakovit, Xulanovit, Alanrot, Krçunik, Nexçewan, Garnî û mîrektiya Ancaxî Jor tê de hebûn; di heman demê de bajarên Marakan (warê Medan), û Maravan (bajarê Medan) jî di bin serweriya wê de bûne.”[69]

Ji aliyekî din ve hetanî serdema Îsa Mesîh eleyhiselamî ewropiyan tiştekî bi navê ayîna yekxwedayî (dînê semawî) nas nekiriye, her wiha nehatiye tomarkirin ku ayîneke yekxwedayî bûye pergala wan a civakî; mîtolojî û dîroka wan nîşan dide ku pûtperest, heykelperest û xwedênenas bûne. Wisan e, çima ev gelheya xwedî şaristanî û ayînên esmanî (aryayînijad) bi dûvçikê komeke pûtperest ve bê girêdan ku Karnameya Erdeşîrî vê komê wekî “dijxwedayî” (derqanûnî, bîj û dijxwezayî) bi nav dike? Ji bo bersivandina vê pirsê pêwistî bi nirxandina ewropaperestiyê (eurocentrism) heye: “Ewropaperestî meyleke nîqaşbar a şîrovekirina dîrok û çandên civakên ne-ewropî ye ku tenê bi çavdêrî û perspektîfa ewropî (yan jî rojavayî) li zanyarî û ramanan dinêre. Bi rastî geşedana ewropaperestiyê pir kevn e; jixwe dîroknasê yûnanî Herodot hê di sedsala 5an a BZ de behsa hozên asyayî yên “barbar” dike, hem pesnê dide endazyariya wan a sipehî hem jî wan bi hîçkirina takekesiya (ferdiyeta) ewropî tawanbar dike. Îcar du taybetmendiyên hevpar ên ramana ewropaperestiyê hene: 1. Sivikatî bi civakên ne-ewropî yên ku -li gorî wê- ji rojavayiyan kêmtir in; paşguhkirin an jî daxistina nirxên wan ên civakî, çandî û zimanî 2. Sivikatî bi tevger, dab û nêrîtên civakên asyayî û afrîqî; nirxandina dîroka civakên ne-ewropî tenê ji bo mebestên “berfirehkirina Ewropayê” û bandora şaristaniya wê.”[70]

Di rastiyê de ev her du taybetmendiyên ewropaperestiyê yên hevpar xwe dispêrin du sedemên ne-exlaqî: 1. Ewropaperest dizîn û talankirina civakên ne-ewropî wekî mafekî rewa dibînin; da ku pêwistiyên xwe bi rêbazên nerewa ji slavî, afrîqî, latînî û asyayiyan dabîn bikin pêlîstokên xwe yên ramanî-madî bazar dikin. (Mînaka serdema me: firotana teknolojiyê û kontrolkirina nerewa û belaş bi riya înternet û peykan.) 2. Ewropaperest bîr û baweriyên xwe yên kevn dişînin nava civakên ne-ewropî û pêlîstokên xwe yên kevn hinarde dikin; ne-ewropiyan bi bermayeyên xwe û bi van pêlîstokên kevn kedî dikin, raman û tevgerên wan ên ne-ewropî dişibihînin xwe. (Mînaka serdema me: mijûlkirina beşeke civakê bi bîrdoziyên pêşketî yên wekî demokrasî, mafnasî, femînîzm û lîberalîzmê; handana beşekê jî bi bîrdoziyên qedexekirî û paşvemayî yên wekî nijadperestî, bêdadî, şeytanperestî û terorîzmê ku heyamek ji heyaman bûbûn teşqeleya serê ewropiyan.) 

2.Li gorî resenî û pişaftinê polînkirina zimanên aryayî:

Wekî ku di zanyariyên jorîn de hate ravekirin, vedîtina van belgeyên nû pêwist dike ku zimanên aryayî ji nû ve bên hilsengandin, rojanekirin û sererastkirin. Ji aliyekî din ve, zanyariyên derbarê kurdolojî, îranolojî û hindolojiyê xwe dispêrin lêkolînên kevn ên serdema dagirkeriya sedsala 18, 19 û 20an; di tevahiya van xebatan de nûnerên zimanên aryayî yên wekî osetî, peştûyî û kurdî qet beşdarî nirxandinan nebûne. Madem ku -wekî rastiyeke dîrokî- tevahiya zimanên aryayî zayendbar û tewangbar bûn, divê li ser vê bingehê teorî bê avakirin; piştre pêvajoya dîrokî ya her zimanekî bi awayekî serbixwe bê kolandin û sedemên têkçûna zayendbariyê bên vedîtin ku ev kar dikeve ser milê zanyarên aryayînijad, ne ku dikeve ser milê pisporên biyanî yên ku kevneşopîya dagirker didomînin.

Bi me, -ji ber çend sedeman- dabeşkirinên kevnşopî yên rojhilatnasan hem ne li gorî pîvanên zanistî ne hem jî ne li gorî dadweriya zanistê ne: 1. Ev ziman bi rizamendiya dewletên qaşo neteweyî hatine polînkirin; taybetmendiyên bilind ên zimanên kurdî, osetî, peştûyî û belûçî hatine paşguhkirin. 2. Di heyam û pêvajoya lêgerînên arkeolojîk de nûnerên fermî û pispor ên gelek zimanên aryayî nehatine beşdarkirin; tekst û materyalên destkeftî bi şahidî, beşdarî, şîrove û pisporiya wan nûneran nehatine nirxandin, vereşandin û polînkirin. 3. Arşîv, mûze û pirtûkxaneyên dewletên neteweyî yên ku zimanên aryayînijadan bi rê ve dibin, ji bo xebatên zimanî, dîrokî, arkeolojîk û etnografîk girtî ne, yan jî bi ewlehiyeke pir bilind sînorkirî ne. 4. Ev nêzikî du sed salî ye ku dewletên neteweyî yên li ser nexşeya Medistana kevnare avakirî bi zanatî û dijminane berhem û bermayeyên zimanên aryayînijadan ji holê radikin, naveroka destkeftiyan berovajî dikin û ji bo rewakirina mebestên xwe bi gelên xwecihî yên aryayînijad re şer dikin, komkujiyan pêk tînin.

Sedemeke din a vê pêwistiyê jî du rastiyên zanistî ne: 1. Kurdistana li Rojhilata Navîn dergûşa şaristanî û mirovahiyê ye 2. Zimanên Avesta û Gatayan mîna du cêwiyan dişibihin hev. Lewre divê mirov bi ruh û perspektîfeke pîvanên zanistî û dadweriya zanistê li mijara polînkirina zimanên aryayînijad binêre. Jixwe lêkolînerê kurd Fuad Heme Xurşîd diyar dike ku hesibandina zimanê kurdî di tofa zimanên hind-ewropî de xwe dispêre sedemine nezanistî û ewropiyan ev zanyariyên xwe sipartine zanyarên xwemalî yên wekî Jarl Charpentier (The Original Home of Indo-Europeans, B.S.O.S., Vol. IC, 1926-28, r. l49) û James Henri Brasted (Tarîx’ul-‘Usûr’il-Qedîmeh, wergera Dawid Qurban, Beyrût, 1926, r. 135). Vî zimannasê kurd derbarê rêzbenda zimanî ye tofa zimanên hind-ewropî de xebateke kûr amade kiriye; pêwendiya zimanê kurdî ya bi van zimanan re baş daye nasandin û hin rastiyên dîrokî derxistine ber nîqaşê: “Arkeologan bala xwe daye tevgereke hevpar a şaristaniyeke mirovahiyê ya kevnare ku piştî serdema kevirîn a nû li ser aqareke pir fireh belav bûye; wan dîtiye ku vê şaristaniyê li ser zemînê cîhana kevnare ya wekî Romanya, başûrê Rûsyayê, Sûs, Belûçistan, Hindistan, Tirkmenistan û Kurdistanê heyamek bihurandiye. Di encama vê yekê de zanyar gihaştine wê biryarê ku bêguman ev şaristaniya hevpar divê ji aliyê neteweyekê ve hatibe avakirin; ji ber ku nîşaneyên vê şaristaniyê ji Hindistanê heta Ewropayê belav bûbûn, wan li hev kir ku navê vê neteweyê bikin hind-ewropî.”[71]

                      3.Zimanên aryayî yên zayendbar û pişaftî

Di serdema zimanên aryayî yên nû de êdî gelek ziman mirine û li pey xwe zaravayên pişaftî hiştine; zimanên zindî jî bi serê xwe bûne malbateke serbixwe. Zimannasiya ewro-amerîkî zimanên rojhilatî li ser bakur-rojhilatî û başûr-rojhilatî dabeş kirine; her wiha zimanên rojavayî jî li ser bakur-rojavayî û başûr-rojavayî pareve kirine. Li gorî vê dabeşkirinê, li bakur-rojhilatê xaka aryayînijadan zimanên wekî “muncî, oroşorî, osetî (zaravayên îronî, dîgoronî/digorî, kasî), peştûyî, yexnabî, zimanên pamîrî (bertengî, îşkaşmî, rûşanî, sengleçî, serîqolî, şuxnanî, wexî, vancî, yidxî, yezgulamî, zîbakî…)” derketine; lê tenê osetî û peştûyî xurt an jî zindî mane. Her wiha li başûr-rojhilatê erdnîgariya wan jî zimanên wekî “ormurî, peraçî” çêbûne û êdî zimanên mirî ne. Her çi ku li bakur-rojavayê ye, zimanên wekî “azeriya kevn, belûçî, başkurdî (başkerdî), gîlekî, kurdî (kirmanckî [zazakî/dimilî], goranî, hewramî, kurmancî, soranî, kelhûrî, feylî, şêxbizinî, lekî), mazenderanî, sengeserî, şêwezarên aryayiya navîn (aştiyanî, ebûzeydabadî, gazî, nayînî, netenzî, sîwendî, sohî, wefsî, xûnsarî, yezdî…), talişî” çêbûne; ji van zimanan tenê zimanên “beluçî, başkurdî, gîlekî, kurdî, mazenderanî, sîwendî, talişî” zindî ne. Îcar li başûr-rojavayê jî zimanên wekî “deriya zerdeştî, farsî (derî, tacîkî, hezaregî), kumzerî, lurî (bextiyarî, xuremabadî, kohgîluyî, bala garivayî), şêwezarên Farsê (dîwanî, ebdoyî, lerî, kûrûşî, korûnî…), tatiya cihûyan, tatî” pêk hatine; ji van zimanan jî “farsî, derî, lurî, ebdoyî, korûnî, tatî” gihiştine roja îroyîn.[72][73]

Wisan e, divê zanyariyên kevn bên rojanekirin û ji nû ve bên nirxandin; jixwe erdnîgariya heyî jî vê yekê pêwist dike. Îro erdnîgariya zimanên zayendbar ên aryayî guheriye: zimanê osetî (bermayeya sakayî) derbasî bakur-rojavayê Deryaya Hezareyê bûye, zimanê peştûyî (bermayeya sakayî) li Xoresana kevnare çikiliye, zimanê kurdî (bermayeya avestayî) li xaka yekpare ya Kurdistanê, Kafkasya, Anatolyaya Navîn û rojhilatê Deryaya Hezareyê li ber xwe dide û zimanê sanskrîtî (cêwiyê avestayiyê) jî li parzemîna Sindo-Hindistanê dijî. Tara (xîmê) avahiya zimanên aryayînijad di navbera van çar goşeyan de ye; lewre divê hosta û mamosteyên zimanê kurdî (her wiha zimanên din ên aryayînijad) li gorî vê tarê şakûlên xwe girêdin.

Wekî ku me di gotara xwe ya bi sernavê “Şûnwara zimanê kurdî li ser etlesa zimanên cîhanê de” jî gotibû, pêwistî bi teoriyeke nû heye û divê zimanê medî (zimanê kurdî yê kevnare) wekî bingehê tevahiya zimanên aryayî were dîtin, ne ku devokên pişaftî yên medî wekî bingehê zimanên aryayî.[74] Lewre em ê di çarçoveya vê nêrînê de zimanên aryayî dabeş bikin.

Gava li ser nexşeyeke cîhanê li şûnwara zimanên kurdî, osetî, peştûyî û sanskrîtî bê nihêrtin, wêneyekî çarkujî (çargoşeyî) tê ber çavan û mirov dikare van her çar goşeyan bi têgihînên bîrkariyê yên wekî A, B, C, D bi nav bike. Îcar li kujê Ayê (bakur-rojavayî) zimanê osetî, li kujê Byê (bakur-rojhilatî) zimanê peştûyî, li kujê Cyê (başûr-rojavayî) zimanê kurdî û li kujê Dyê (başûr-rojhilatî) jî zimanê sanskirîtî bi cih dibe. Sedemeke vê pêwistiyê zayendbariya sê zimanên vê tofê ye (kurdî, peştûyî û sanskrîtî) ku genetîka zimanê kevnare yê aryayînijadan dihewîne. Li vir divê zimanê osetî yê bêzayend bi kurtî bê ravekirin ku di xebatên pêştir de sedemên têkçûna zayendariya wî bên destnîşankirin.

(dûmayîk heye)

Omitê Mistefê-Riataza

 

Nîşeyên gotarê:

[64] https://umiddemirhan.wordpress.com/2021/09/03/kesfeke-nu-ji-bo-diroka-kurdan-di-berhemen-latini-de-kurd-u-welate-wan-kurdistan/; dema gihiştinê: 10.05.2022; 23:40.

[65] https://umiddemirhan.wordpress.com/2021/09/05/rupeleke-nu-di-diroka-kurdan-de-di-berhemeke-latini-ya-sala-1679an-de-ciyaye-agiriye-weki-welate-kurdan/; dema gihiştinê: 10.05.2022; 23:59.

[66] Ji bo jînenîgariya Dr. Robert Kerrî li vê girêdankê binêrin:  https://en.wikipedia.org/wiki/Robert_Kerr_(writer); dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:04.

[67] Ji bo PDFya berhema Dr. Robert Kerrî ya bi navê “A General History of Voyages and Travels” li vir bitikînin: https://books.google.com.tr/books?id=YVjm2VmuOlgC&pg=PA133&lpg=PA133&dq=chiagri&source=bl&ots=EHvE4lK7GT&sig=ACfU3U0nDtUsUjESEKouHD2LWRY4avrJBQ&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwjc0YqLiObyAhVCg_0HHQaiCekQ6AF6BAgMEAM#v=onepage&q=chiagri&f=false; dema gihiştinê: 04.09.2021; 00:05.

[68] Jac. Augusti Thuani, Historiarum sui temporis tomus primus, (bi latînî), S. Buckley: Londini, 1733, c. 4, r. 366. https://books.google.com.tr/books?id=ytVYTDSRJWMC&pg=PA366&lpg=PA366&dq=martianam+paludem&source=bl&ots=4jqhHUPuuk&sig=ACfU3U2ItIVbu9GekGQRp8dsJsmAFmEUsQ&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwiA__a4zeHyAhVGhf0HHZe7Cd8Q6AF6BAgLEAM#v=onepage&q=martianam%20paludem&f=false; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:08. Her wiha bnr.: Servaas Galle, Sibylliakoi chrēsmoi, hoc est, Sibyllina oracula ex veteribus codicibus emendata, ac restituta et commentariis diversorum illustrata, operâ & studio Servatii Gallæi : accedunt etiam oracula magica Zoroastris, Jovis, Apollinis, &c. : Astrampsychi Oneiro-criticum, &c. græce & latine, cum notis variorum, apud Henricum & viduam Theodori Boom, 1689, c. 2, r. 150-159; https://books.google.com.tr/books?id=lW1eAAAAcAAJ&pg=PA157&dq=Martianam+paludem&hl=tr&sa=X&ved=2ahUKEwiDlKqsz-HyAhWMQvEDHcOoADAQ6AEwCHoECAUQAg#v=onepage&q=Martianam%20paludem&f=false; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:18.

[69] https://en.wikipedia.org/wiki/Mardpetakan; dema gihiştinê: 03.09.2021; 04:31.

[70] https://www.encyclopedia.com/history/dictionaries-thesauruses-pictures-and-press-releases/eurocentrism; dema gihiştinê: 19.03.2022; 19:34.

[71] Fuad Heme Xurşîd (1989), Zimanê kurdî û belavbûna cografî ya zaravayên wî (beşa yekem), kovara Têkoşer a Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Belçîkayê, hejmara 32an, r. 18-22.

[72] https://ku.wikipedia.org/wiki/Zimanên_îranî; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:40.

[73] https://en.wikipedia.org/wiki/Iranian_languages; dema gihiştinê: 20.03.2022; 01:35.

[74] https://umiddemirhan.wordpress.com/2022/02/09/sunware-zimane-kurdi-li-ser-etlesa-zimanen-cihane/; dema gihiştinê: 16.02.2022; 04:17.

(dûmayîk heye)

Riataza

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply