Cankurd: ”Gava xwendevanên me bêtir pirtûkên bi Kurdî hatîne lêkirin bistînin û bixwînin, nivîskar wê bêtir bi zimanê wan binivîsin”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Cankurd ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Cankurd Navê min ê rastîn ne Cankurd de, lê ji ber ku min peyva Cankurd pêda kir, min ji xwe re ew di nivîsandin û di hevpeyvînan de, ji zû ve, bi kar anî, lê niha gelek kes xwe bi navê Cankurd didin nasîn û hinek ji wan jî bi niyeteke nebaș wilo dikin, da nav û rewșa me di nav gel de reș bikin.

Ez ji herêma Çiyayê Kurda me, ku jê re Turk dibêjin ”Kurd-daxî”, li rojavayê Kurdistan, û ev navê Turkî dide nasîn, ku ev navçe an herêm Kurdî ye, lew re carina min bi navê Kurdaxî jî berhemêd xwe nivîsandine.

Li gundê Meydankê, ku çemê di bin re diherikî û dîmenekî xweșikê welatê me dida diyarkirin, niha goleke pir mezin a avê heye. Ez li wî gundî mezin bûm. Rehmetî bavê min digot ku ew ji êla Duderiyan e, ku bavpîrê wî ji zû ve ji derdora Hezexê hatibû, û rehmetiya dayîka min ji me re digot, ku bavê wê ji Kol Hesarê bû, ew mirovekî pir oldar û bêdeng bû, ez bi rûhaniyeta wî û bi rastejiyana wî di zarotiya xwe de hukar bûm, bêtir ji bavê xwe.

Min xwendina xwe wekî mamosteyekî zimanê Erebî sala 1971ê li Helebê teva kir, lê di salên berî wê yekê de ez gelek caran hatim girtin û pir êșandin, taybet di zindanên El-Amîriye û El-Mezze de. Pișt re min xelata cenga sala 1973ê di leșkeriya peyebend de stand, lê min çi mifa jê negirt, ji ber ku ez ji kar hatim avêtin û di nasnameya min de bi pênûsê sor nivîsandin, ku ez ji hemî mafên sîvîl bê par im, û dest danîn ser mal û dêrîna min jî bi șêweyeke fermî. Paș saleke dî ya zindanê, ez binzor bûm 09.09.1979ê bêm Almaniya û niha paș 43 salan hîn ez nikanim vegerim gundê xwe, heta destpêka șorișa gelê Sûrî, hîn navê min di lîsteya kesên ku tên xwestin de hebû…

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Cankurd Berhema min a yekemîn, ku bi zimanê Kurdî belav bû, gotareke dirêj bû li ser çêrok û efsaneyên kurdî. Ew di kovara “Gulîstan” de, sala 1968ê an di sala 1969ê de, hejmar 2 û 3ê derket, ya ku rehmetî Cegerxwîn dinivîsandin û derdixist, lê naye bîra min, hîngê min bi çi navî belav kiribû û ez taze bi rêya elîfbaya rehmetî Osman sebrî (APO) fêr bûm nivîsa Kurdî û bi rêya pirtûka rehmetî șehîd Mûsa Enter (Birîna Reș) fêr bûm xwendina Kurdî, hema gotara min baș hatibû nirxandin ji aliyê seyda Cegerxwîn ve, wê yekê jî xwîna min bi ser zimanê Kurdî de germ kir. Helbesta min a yekê jî (Baran barî zevî șil kir, nav zinaran tijî gul kir) bû, ew di pirtûka min a helbestê de (Dilopeke xwîna dila) heye. Ew dîwan sala 1988ȇ de ji aliyê YRWK ve, wek yekemîn pirtûka wê yekîtiyê bi zimanê Kurdî hatibû çapkirin. Ew helbest gelek navdar bû, û pir hunermend û helbestvanan li herêma Efrînê jî ew helbesta min kiribûn malê xwe û xwe pê serbilind dikirin… Helbestvanekî Çiyayê Kurda ji min re got, ku hemî dengbêjên herêmê ew distiran, lê kesekî nedizanî ew helbesta kê ye… Wî hejarî jî berî wê bo min gotibû ku ew helbest ya wî ye, û bizava xwe kir li ber min di ber tenbora xwe re wê helbestê bistirê.

Lokman Polat – Pirs : 3 – Min pirtûka cenabê te a kurteçîrokan ku navê wê “Gundê Dîna” bû xwendibû û gelek ecibandibû. Ji xwe wê pirtûkê min li Swêdê di nav weșanên ”Helwest”ê de weşand. Piştî wê pirtûka te, pirtûkên te yên çîrokan derketin?

Cankurd Min ji zû ve kurteçêrok lênekirine, lê belê pirtûkeke min a bi sernavê (Hespê Talanê) berî niha bi çend salan derket, ku tê de hinde kurteçêrokên dî hene, û hinek jî bi șêweyekî efsaneyî-ramanî ne, wek (Seriyê di avê de).

Lokman Polat – Pirs : 4 – Bi qasê ku min xebatên cenabê te şopandiye te gelek roman jî nivîsiye. Heta niha te çend roman nivîsiye?

Cankurd Min 3 roman bi zimanê Erebî nivîsîne: Du roman hatîne çapkirin (Xemgîniya șehzadeya Mîtanî) û (Şehzadeyê Lebzêrîn), ku herdu dîrokî – efsaneyî ne, li ser șaristaniyên rojhilata navîn in, û yek jî hîn ne hatiye çapkirin bi sernavê (Meynûș) e, lê amade ye bo çapê. Meynûș li ser wan kiç û jinan e, yên ji ewrûpa diçûn li Sûriyê bibine têrorbazên DAÎŞ.

Bi Kurdî jî min van roman lêkirine:

-Welatê hevrîșmê sor: Efsaneyî ye, lê wekî neynika civakî-olî-ramanî ye, li ser jiyana me Kurdan û gel û welatên derdora me.

-Gilgamêș (kurdîkirina efsaneya Somerî ya navdar e

Gulyar: li ser bingeha efsaneya kurdî : Sê Gul û sê bira ye (ji ber pêkarkirina bi bernameyeke computerê yê ne dirist bû dema çapkirinê, gelek çewtiyên çapkirinê tê de çêbûne.)

Çaverêya Rûpak: Romaneke siyasî ye bo șirovekirina rewșa herêma Kurdaxê, berî Turk derbas bibin Efrînê. Min ev giring dît, bêtir ji bo xûșk û birayêd me li bakurê Kurdistanê.

-Alanê Kurd: Li ser bingeha çêroka kușterekî kurdaxî hatiye lêkirin, ku min di zindana Helebê de peyrew û rêhevalêd wî dîtin û nas kirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li rojavayê Kurdistanê qet pirtûkên te hatine weşandinê?

Cankurd Ma kîyê li wir pirtûkên min çap bike, ew ên dikarin çap bikin jî, pêbendên partiyan in an jî hejarên wek min in, ku nikanin bê harîkarî pirtûkan çap bikin. Lê belê du pirtûkên min li bașûrê Kurdistanê hatin çapkirin, yek (Pirtûka Alexander Jaba ye li ser çêrokên Kurmancan) bi tîpên Kurdî yên klasîkî, ji aliyê weșana Spîrêz ve li Duhok, û pirtûka min a dawî bi Erebî (Li ser Öcalanîzmê – Vekișîn û hevçewtîkirin), ku ji aliyê Liqê 8ê PDK ve li Zaxo hatiye çapkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Hinek kurdên rojava pir pesnê Selîm Berekat didin. Romanên wî ji romanên tevahiya nivîskarên kurd ên rojava baştir û serketîtir dibînin. Binêr min du romanên wî yên ku ji arebî wergerandine kurdî xwendiye, bi qasê romanên Jan Dost, Bavê Nazê, Helîm Yusiv, Merwan Berekan, Vejîna Kurd û hwd, nayê. Tu çi difikirî? Ez şaş im yan ew kurdên ku pesnê Selîm Berekat didin şaş in?

Cankurd Naye kêmkirin, ku Selîm Berekat nivîskarekî navdar e, bi Erebî ji gelek nivîskar û helbestvanên Ereb baștir zimanê wan bi kar tîne, lê carina tu dipirsî, gelo bo çî ew wan peyv û pevekên Erebî yên ji kûraniya dûrokê de mane ji xwe re dike pêkar û pê dinivîse, heta helbestvanê Ereb ê mezin Edonîs carekê gotibû: Pașeroja zimanê Erebî di devê vî Kurdî de ye…!

Carekê helbestvanekî Kurd ê niha gelek navdar e, ji min pirs kir, ka wateya sernavê va pirtûka helbestê, ya Selîm Berekat çî ye? Ji min re got, ku Selîm Berekat wek diyarî libek ji wî re hinartiye û pêwîst e ew tiștekî li ser wê diyariyê binivîse. Min jê re ew peyva Erebî ya di dîrokê de windabûyî wergerand Kurdî û dilê wî vehesî. Ereban jî gelek caran di xwendina pirtûkên Selîm Berekat de giranî dîtine, lê naye kêmkirin, ku ew nivîskarekî mezin e, hema gelek nivîskarên me yên rojavayê Kurdistanê li ser șop û rêçên wî dinivîsin, ez jî ne li gel vê rêveçûnê me. Me gelek nivîskarên xwe yên hêja û serkeftî hene, em bi naskirina hinekan ji wan jî serbilind in. Di vir de, tiștekî giring heye: Gava em li ser roman û çêrok û helbestên Kurdî dipeyivin, em tew nivîskarên xwe yên navdar û serkeftî li parçeyên rojhilat û bașûr û li welatên Soveytistana berê nayînin zimên, ev jî di xebata me ya wêjeyî de kêmaniyek e, divê em vê yekê ji bîr nekin.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Gelek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Cankurd Mixabin, min jî hinek berhemên xwe bi Erebî lêkirine, ne ji ber ku ez Kurdî nizimtir ji Erebî dibînim an ez nikanim zimanê dayîk û bavê xwe baș bi kar bînim, lê ji ber ku min xwestiye Ereb jî bixwînin, ka ez çi dibêjim, taybet di berhemên ramanî de, lê belê ev nîvê rastiyê ye. Gava xwendevanên me bêtir pirtûkên bi Kurdî hatîne lêkirin bistînin û bixwînin, nivîskar wê bêtir bi zimanê wan binivîsin. Lê tu bipirsî, gelo ev ên Kurd in û bi zimanekî ne Kurdî dinivîsin “Kurd in” an ne, di vir de gelek bersivdar ji hev verê dibin. Gelo, mezintirîn helbestvanê Ereban, ku Ehmed Şewqî ye û bi (Şehzadeyê helbestvanan) hatiye bi navkirin, Kurd e û yek ji mestirîn zimanzanên Ereban (Îbin Elhacêb) jî, ku li bașûrê Misirê ji Dayîk û bavekî Kurd e… Gelek nivîsevanên mezin ên Ereban, wek M. Seîd Remezan El-Botî, Ebbas Mehmûd El-E’qad, M. Kurd Elî û helbestvan Hamêd Bedirxan Kurd bûn, lê berhemêd wan ne bi Kurdî bûn. Di dema pêș me de wê nivîskarên me yên li Ewrûpa û Emerîka û Australiya bibînin, ku zarokên wan xudan berhemin bi zimanên wan welatan in, ku tê de dijîn û dibe ku tew bi Kurdî nizanibin. Ev rewș hinek nivîsevanên Ewrûpî jî tîne bîra me, ku ji nijadekî bûn, lê bi zimanekî biyanî pirtûk lêdikirin, mîna Gogol û Enwer Beg. Gava nivîskar bi xwe li nijadê xwe, li gelê xwe û li çand û zimanê xwe dernekeve, êdî em nikanin bibêjin, ku ew Kurd e, lê gava bibêje, ku ew Kurd e û gelê xwe diparize, bi çi zimanî dinivîse ne xem e, an kêmtir xem e ji rexnevanan re. Biryar ya nivîsevan bi xwe ye, ka ew xwe Kurd dibîne an ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî? Û li rojavayê Kurdistanê niha rewş çawaye?

Cankurd Ez bawerim, ku dewlemendiya wêjeya kurdî ji firehbûn û kûrbûna wêjeya devkî tê. Ji ber ku zimanê me demeke dirêj ji aliyê dagîrkeran ve hatibû berbestkirin “Qedexekirin”, lew re Kurd binzor bûbûn berhemên xwe wekî stranan bibêjin û belav bikin. Min pirtûkek ji stranên Kurmancan, ji pirtûk û kovaran da ser hev û çapkir, lê rast gelek pirtûkên stranan hîn di nav gelê me de li benda nivîsevanan mane û xebateke mezin di vî warî de pêwîst e, ji ber ku zimanê me yê șîrîn di van stranan de mayî, çand û șȇweya jiyana me ya civakî û ramanî jî di nav de hatîne parastin.

Wêjevaniya me ya nivîskî jî gelek fireh û mezin e, û roj bi roj li bakur û li bașûrê Kurdistanê berhemin taze bi zimanê Kurdî derdikevin û dikevin destên xwendevanan, mixabin pirbûna berhemên bi zimanên dî xwendevanên Kurd bi ser xwe ve dikișînin, ji ber ku asantir bi dest dikevin û asantir tên xwendin, lê ez bawerim, ku pașeroja wêjeya me ya nivîskî wê ji niha baștir bibe. Divê em tev bi hev re bêtir dema xwe bidin bo berhemdariya bi zimanê xwe.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Cankurd Rewș cuda ye di navbera bakur û bașûr de, li bașûr nivîsevanan gavin mezin avêtine, û di her warekî de berhemên hêja ji zû ve hene, lê li bakur jî keftelefteke wêjevanî ya baș pêda bûye. Eve jî nîșana hoșyariya neteweyî ye. Wekî ez dibînim, Kurd bêtir helbest û romanê dinivîsin, lê di warê zanistî û siroștî û felsefî de pir hindik berhem bi Kurdî hene. Şano jî kêm tê nivîsandin, tevî ku pir giring e ji bo gelê me.

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Cankurd Tiștê tu dibêjî rast û dirist e, rexneya șirovekar pir giring e ji bo pêșxistina berheman, di hemî waran de, lê belê gelek kes hene rexnekirina berhemeke wan mîna neyartiyeke kesanî dibînin. Dostekî bo min got: “-Min pirtûka filan dostî rexne kir, ew niha bi min re napeyive, lê min rexneya kurte romana te (Gulyar) kir, te ez supas kirim!” Di vê gotinê re, mirov ditirse li ser berhemên kesekî bîr û baweriya xwe binivîse an bibêje. Tevî ku rexne zanîneke pir pêșketiye di nav gelên azad û pêșkeftî de. Berî niha bi 1400 sal, Omer Ibin Xettab ê pir hêzdar û hișk bû, carekê di camiyê de hate rexnekirin, çavêd wî tije hȇstir bûn û got: “-Berxwedarî ji Xwedê re, ku di nav neteweya min de mirov hene, li hember min derketine û bo min dibêjin: Te șaș kir.”

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – li rojavayê Kurdistanê rexnegiriya edebî di çi rewşê de ye û çi radeyê de ye?

Cankurd Li rojavayê Kurdistanê rexne hîn pir pêș neketiye, civaka kurdî hîn negihaye wê pileyê, ku cudahiyê têxîne navbera rexnekirin û dijminahiyê, lê bê guman hinek nivîsevanên serkeftî di vî warî de hene, yek ji wan jî mamoste Heyder Omer e, ku ji zû de hatiye Almaniya û çend berhemên wî yên rexnekariyê hene.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Cankurd Bi rastî hinek hêjayan li ser pirtûkên min gotinên xwe belav kirine û pesna wan dane, lê ji ber ku min berhemên xwe pir di nav xelkê de belav nekirine, û piraniya wan di mal de mane, ewana ne bûne mijara rexneyê, ez wek nivîsevanekî nenaskirî têm dîtin. Lê kesekî bê wijdan jî bi ser berhemeke min de hatibû û reș kiribû, da partiyekî kurdî dilxweș bike, ne ji ber ku berhema min nebaș e. Ew berhem pișt rexneya wî ya tûj û tund li bașûrê Kurdistanê jî hate çapkirin û xwendevanan ew pirtûk baș dîtin.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

Cankurd Ez gelek ji çêrok, efsane û romanê hez dikim, lew re di van waran de min piraniya pirtûkên xwe lêkirine, lê ji wan pê ve, li ser mijarên dîrokî û helbestê jî… Ez pir dixwazim berhemên biyanî jî werbigerînim zimanê Kurdî. Min pirtûkeke helbestên wergerandî jî belav kir.

 

Lokman Polat – Pirs : 14Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Cankurd Bawer bike, ez gelek pirtûkên bi zimanê Kurdî, belku ji ên bi Erebî û Almanî bêtir dixwînim. Hinde nivîskar hene, min hemî berhemên wan xwendine û min pirtûkeke nasdana ew ên min xwendine bo çapê ji zû ve amade kirî. Wek nimûne: Min bêtirê pirtûkên cenabê te xwendine û li ser wan jî bîr û baweriyên xwe nivîsandine.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Cankurd Di van salên dawî de gelek ”helbestvan!” li rojavayê Kurdistanê pêda bûne, û bêtirê wan helbesta nû dinivîsin, lê rast dibêjim, ku gelek ji wan berheman tew nagihin wê pileyê, ku mirov bibêje evana helbest in. Min gelek ji wan pirtûkan xwendin, ji ber ku ez di wan de li peyvên Kurdî digerim, ji bo nivîsandina Ferhengeke Kurdî-Kurdî, ku ji bîst salan ve min dest pȇkiriye. Lê belê mixabin, tiștek ji wan pirtûkan di mejiyê min de nema ye. Hene çend helbestvanên mezin, ew ên ku ez di berhemên wan de heza dilê xwe dibînim, lê belê ewana tenha çend kes in, ne gelek in. Li ba hinekan tew bengzê helbestê nîne, li ba hinekan sîstemeke avakirina rêzikan nîne û li ba hinekan tew bihna helbestvanî nîne… Rast mirov carina dibêje: Xwezî min ew berhem nedîtiba! Hema dîsa jî mirov dibêje: Bila binivîsin, wê pișt re baștir berheman derxînin holê.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Cankurd Gava ez gotarekê dinivîsim, û di van 40 salan de, min gelek gotar bi Kurdî û Erebî di gelek kovar û rojnameyan de belav kirine, ez wê gotarê carekê û du caran weku ew ne ya min e, ya kesekî dî ye dixwînim û ez dibêjin: Gelo, ev peyv neba wê baștir ba, û bê guman gava mirov li çi berhema xwe vegere, wê tê de șașî û çewtiyan bibîne. Lew re divê nivîskar her li xwe vegere û bibe rexnevanê xwe û bi sîngekî fireh rexneyên hevnas û hogir û dostên xwe bipejirîne. Dibe jî rast rexneya yekî dirist be, û nivîskar mifayê jê bigire. Mixabin, hene nivîskar xwe di burceke zêrîn de dibînin û dilê wan piçûktirîn rexne jî napejirînin. Feqiyê Teyran dibêje: Barê emanet hûn nas bikin, ger xar dibe hûn rast bikin.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Li rojava û hem jî li seranserê Kurdistanê çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Cankurd Bersiva vê pirsê tenê eve: Li rojavayê Ewrûpa, zarok di dibistanê de tê fêrkirin, ku ew bi devê xwe rexnê li xwe bike û sîngfireh be li hember rexneya heval û hogirên xwe. Em li Kurdistanê hîn negihîștine wê pileya șaristaniyê, çavê me tim bi tirs in, ku em peyveke rexneyî li hev bikin, gopalê bavo an hostayê dibistanê an yê çawîșê polîs li nav çavêd me keve. Destpêka pêșwazîkirina rexneyê di malbat û dibistanê de dest pêdike.

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Bi taybetî jî wêjeya kurdî a devkî, kilam û stranên kurdî ji hêla erotîzmê ve gelek xurt e. Kurd neteweyek in û ji bilî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe. Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

Cankurd Her civatek xudan ramanin cihê ye, xudan baweriyeke olî ya verê dibe ji ola yên dî. Bêtirê neteweya Kurd Musilman in û di Îslamê de axiftin û nivîsîn li ser kiryarên ”li gan ketinê” piçekî kêm in, bêtirê van bûyerên mirovî di navbera mêr û jinan de dimînin. Berî Îslamê 10 șêweyên ”Zînakarî” li nav Ereban bi așkereyî hebûn, lê belê bi hatina Îslamê re ewana ji civakê winda bûn, an jî ew așkerebûna kirinên li gan ketinê ketin tariyê, û nema helbestvan û çêrokxwend xwe pê gêro dikin. Tenha navê helbestvan Ebo Newwas di vî warî di nav xelkê de gelek sedsalan ma.

Civaka kurdî jî civateke musilman e, lê gava mirov ji bajêran diçe gundan û li nav êlên çiyayî digere pêrgî gelek stranan tê, ku di nav de bînahiyê hezkirina govdeyî gelek in, maçîkirin, destavêtina memikan û bi hev re razan û rewșgotina govdeyê mê, di nav de pir hene. Bo çî ta niha wêjeya me ya nivîskî hîn wek berê pabendê ramanên olê ye, ez nikanim baș bidim nasîn, lê belê bi pêșkeftina șaristaniya global re, wê wêjevanê Kurd jî li ser warê erotîzmê raweste, ji ber ku bazara wê pir fireh û dagirtî ye.

Lokman Polat – Pirs : 19Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de erotîzm, pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Cankurd Ya rast ewe, ku min pirtûkên hinekan ji wan xwendine, mîna Bavê Nazê, Helîm Yousif, Yildiz Çakar û Mehmed Uzun… Lê ez di behemên wan de li mijara erotîzmê negeriyame, bêtir ez li nêrînên wan ên neteweyî geriyame.

 

Lokman Polat – Pirs : 20Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Cankurd Di helbestê de, mirov bêtir hukariya helbestvanê Sûrî yê navdar Nîzar Qebbanî û yê Filistînî Mahmoud Derwêș, xudanê helbesta (Kurdistan) û Nazim Hîkmetê Turk dibîne. Bêguman hinek helbestvanên Ewrûpî jî hukariya xwe li helbestvanên Kurd kirine, wekî çawa ewana bi helbestvanên xwe yên Kurd jî hukar bûne. Di romanê de, em siya hinek nihîskarên mezin dibînin, mîna Necîb Mehfozê Misrî, Yașar Kemalê, ku Kurd bû, hema bi Turkî dinivîsand û bi gelek romanerên klasîkî yên Firensî û Rûsî. Bêguman hukariya kesên wek Dostoyfêskî, Tolostoy, Charles Dikens û Ernst Hemengway jî li nivîskarê romana kurdî jî bûye.

 

Lokman Polat – Pirs : 21Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

Cankurd Ez nikanim li ser gelekan bipeyivim, lê ez bi xwe gelek ji ”pêjiniyê” xeyalê  hezdikim, ku bi rêya wê li ser rastînî û tehliya jiyanê, siyasetê û civakê radiwestim. Du romanên min ên mezin (Xemgîniya Şehzadeya Mîtanî), ku bi Erebî ye, û (Welatê hevrîșmê sor), ku bi Kurdî ye, bi pêjiniyê dagirtî ne. Rastiya wilo req û bê fantazî carina romanê dike keftelefteke siyasî, ji warê romannivîsê dûr dixîne. Ez romanên bi pêjiniyê dagirtî û tê de tovek ji gengeșeyên rastîn heye pir hezdikim û ez gelek ji romanên wilo, yên bi Îngilîzî û Almanî û Erebî dixwînim.

 

Lokman Polat – Pirs : 22Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Cankurd Gava mirov dixwaze romanekê binivîse, berî her tiștekî ji xwe dipirse: -Mijar a ku ez li ser binivîsim çiye?  Ev mijar wê li ser çi bûyeran ava bibe? Pirsêd min çine? Sira min di nav wan bûyeran de  heye an na? Eger van pirsan ji xwe neke, wê encameke jar û lawaz ji karê wî derkeve. Di (Welatê Hevrîșma sor) de, ku du cîhan tev li hev dibin, ya rastîn û ya pêjinî, bi ser de jî lawikekî pir ji çêrokên efsaneyî hezdike, di vê romanê de, ji cîhana xwe ya rastîn dikeve nav bûyerên romanê û dibe yek ji kesayetiyên wê di demeke kevintir de ji dema wî, di nav vê cîhanê de rastîniya felsefî, olî, ramiyarî û civakî ya gelê me tê nasîn. Min gelek hezdikir, ku ev bi Turkî bihata wergerandin… Erê, mijar pir giring e, lê wek te gotiye pir romaneran xwe kirine stûna serekîna berhema xwe… Ev xwepesindarî romanê dikuje.

 

Lokman Polat – Pirs : 23Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Cankurd Romana kurdî sala 1928ê derket rohniyê, gava romana (Şivanê Kurd) i aliyê Ereb Şemo ve derketiye û bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Pișt re di kovarên kurdî de, gelek xebatên baș di warê wergerandina romanan de, an wekî çêrokan xebatin mezin hene. Li rojhilat û bașûrê Kurdistanȇ, û li nav Kurdên Sovyetistana berê gelek berhemên hêja hebûn, çawa romana kurdî nîne? Ev ên wilo dibêjin, dibe ku bi Kurdî tew naxwînin an hajê nînin, ku li bașûr romanerên pir navdar hene. Niha li bakur jî pir romanên delal hene, qey evana wan naxwînin û ji ber xwe van gotinan davêjin nav gel.

 

Lokman Polat – Pirs : 24Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Cankurd Rast, ez ji hemî helbestvan û romaner û hunermendên bi zimanê kurdî berhemên xwe dinivîsin an dibêjin hezdikim. Lê di her warekî de hinek pêșdatir hene, çi romaner bin, çi çêrokbêj bin û çi hunermend bin. Zimanê asan û paqij ji peyvên biyanî, mijareka nû, pêjiniyeke xort û armanceke xuya ji min re pir giring in, lew re gava stûnek ji van stûnan di berhemekê de tune be, ez nikanim wê berhemê ta dawî bixwînim.

 

Lokman Polat-Pirs: 25Ez zanim te pirtûkên min xwendiye û hinekan nirxandiye. Loma jî pêwîst nake ku ez ji cenabê te bipirsim te qet pirtûkên min xwendiye yan na? Min vê pirsê ji gelek nivîskarên din pirsî bû, di encamê de ez gihîştim vê qeneetê ku bi rastî jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin. Tu di vê hêlê de çi dibêjî?

Cankurd Hinek ji me hene dibêjin: Gava bûk ne ya me be, ez naçim dewatê! Ev jî rengekî ji rengên nesaxiya nefsî ye. Min bêtirê berhemên cenabê te û hinek nivîsevanên dî jî xwendine. Ez piraniya dema xwe bi xwendinê derbas dikim, ne bi nivîsandinê, lê ez ne tenê bi Kurdî dixwînim, lew re ez wan kesan jar dibînim, yên ji nivîsên xwe pê ve yên kesên dî pûç dikin an reș dikin. Nivîsevanekî carekê bo min got: ”-Ez ji te rindtir dinivîsim.” Min gotê: ”-Ez navê te pêșniyaz dikim bo xilata Nobel a wêjevaniyê.” Ew bêdeng bû!

 

Lokman Polat – Pirs : 26Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Cankurd Rast, ez ketim rewșekê, ku nema ez xwe jê rizgar dikim: Ez pirtûkekê werdigerînim Erebî, yekê dikim Kurdî, di ferhengeke kurdî-kurdî de ji gelek salan ve dixebitim, carcar gotaran li ser derd û kulên gelê me li Çiyayê Kurdan (Efrînê) dinivîsim û romana xwe ya bi Erebî (Meynûș) di ber çavan re derbas dikim. Lê belê paș ku min așleya sêyemîn a Corona bir, êdî ruhniya çavêd min yekser daket %50, lew re dibe ku ez tew tiștekî nû nenivîsim, rewșa dîtinê li ba min têkçû ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 27 – Gotina te ya dawî…

Hûn herdem sax û bextewer bin. Berxwedarî ji we re, ku we van pirsên hêja ji me kirin, û li me biborînin, gava bersivêd me ne li gor dilê we bin.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply