Tesîra Cixareyê Li Ser Tenduristîya Dev û Diranan

Tenduristîya dev û diranan ji bo jiyaneka bi tendurist yek ji faktorên giring e. Faktorên weke bikarana dermanan, guherînên hormonal, stres, xwarin û vexwarinên bêdenge, nexweşîyên sîstematîk û cixare tesîreka neyînî li ser diranan dikin. Em ê di vê nivîsê de li ser tesîra cixarê bisekinin.

Di nav cixarê de zêdetirî 4000 hêmanên zerardar hene. Ji ber vê yekê gelek tesîrên cixarê yên xirab hene.

 

Tesîrên cixarê li ser dev û diranan bi vî awayî ne:

 

. Dibe sedema li ser rûyê diranan girtina camaxê

. Çêbûna plaka diranî a mîkrobîyal zêdetir dike

. Diranan zer dike

. Hîjyena devî xira dike

. Dibe sedema halîtozîsê (bêhna devî)

. Li ser zimên lekeyên reş çêdike

. Dibe sedema kulbûna pidûyî

. Dibe sedema helandina pidûyî

. Di tedawîyan de başbûnê dijwartir dike

. Dibe sedema penceşêrên devî (kêm rastî vê tên, lê yên ku bi salan cixarê dikişînin di emrê xwe yên dawî de gelekî rastî vê nexweşîyên tên)

 

Ji bo tesîra cixarê ya li ser tenduristîya dev û diranan kêm bikin divê em çi bikin?

 

. Gava em tenduristîya giştî difikirin ya herî baş divê nexweş dev ji cixarê berde, lê belê ev ne tişteka hêsan e. Ji ber vê yekê qet nebe divê haya nexweşî rê û rêbazên diransazî jê re got, hebe. Rê û rêbazên ku zerarên cixarê li ser tenduristîya dev û diranî kêm dikin ev in:

. Divê herî kêm serê şeş mehan bên kontrolê

. Ji bo pêşî lê girtina camax girtin û zerbûna diranan divê salê carekê diranê xwe paqij bikin

. Firçekirineka baş û di heman demê de bikaranîna tayê diranan

. Ji bo pêşî lê girtina halîtozîsê (bêhna devî) bikaranîna xerxerê

 

Encam: Divê em ji bo dev û diranên paqij, bi tendurist, xweşik û estetîk cixarê nekişînin. Divê neyê jibîrkirin ku cixare û diran ji hev hez nakin.

 

 

 

Rêzan Diljen

Çavkanî:

https://www.dentalhealth.org/smoking-and-oral-health

 

https://wmsmile.com/smoking-oral-health/#iLightbox[gallery6685]/0

 

https://www.akvadent.com/sigara-kullanmanin-agiz-ve-dis-sagligina-etkileri-nelerdir/

 

 

 

 

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply