Ji Weşanxaneya Na: 5 Pirtûkên Nû “Seta Êzdiyatiyê”

Di van (pirtûkên) Seta ku Kemal Tolan li ser Êzdiyatiyê amadekirine de, gelek dokument, dîroka veşartî mayî, serpêhatî, irf û edetên Êzdiyatiyê, zargotin, çîrokên ku şopên Êziyatiyê di nav wan de hene; mijarên aktuel, hevpeyîn, bîranîn, nirxandin, klam û stranan cîh girtine.
Bi van pirtûkên ra, wênê Ezdiyatiya ku bi sedan salan ji aliye desthilatdaran ve hatiye tepisandin û rastî êrîşên hatiye nas bikin; rastiya nexşeyên cihê ku Êzdî lê jiyan kirine û dijîn, rewşa demografiya wan, tabloyên navên cih û warên wan, îstatîk û analîzên kevn û nû binêrin.
Bi hewla kesên wek nivîskarê me Kemal Tolan, Êzdiyatî û hinek dîroka wê bi desten Êzdiyan dikeve dokumantan û nav jiyana me. Di van berheman de zelal dibe ku, gelek berhemên heya îroyîn li ser Êzdiyatiyê hatine nivîsandin, bi desten kesên ne Êzdî hatine nivîsandin û pirr ji wan jî bi meqsedên siyasî hatine nivîsandin û ewan ya Êzdiyatiyê şaş nivîsandine yan jî reşkirine. Yek ji taybetiya vê xebatê ev e ku, beşekê berfireh yê vê xebatê bi şahid û kesên Êzdî, yên li qada xebatê bakûr, başûr, rojhilat, rojava û Ewropa yê nehatine berhevkirin, Ev berhemên vê setê bersivên van pirsan jêr bi alîkariya tablo, wêne, nexşe û belgeyan didin:

Di Êzdiyatiyê de Naskirina Xwedê?
Êzdiyatiya Berî Dema Şêx Adî li Ser çend Çîna Bûye?
Di Kurdîstanê de Erdên Êzdiyan?
Mîrgehên Êzdiyên li Bakurê Kurdîstanê?
Erdên Êzdiyên li Başûrê Rojavayê Kurdistanê?
Erdên Êzdiyên li başûrê Kurdîstanê?
Xwedan û Ocaxên Êzdiyan?
Sembolên Êzdiyan?
Ziyaret û hin cihên pîroz yên Êzdiyan?
Rewşa Êzdiyan a îro?
Rewşa Êzdiyan a demografik?
Berhemên di setê de ev in:

Ji Weşanxaneya Nayê 5 Pirtûkên Nû
“Seta Êzdiyatiyê”
Nivîskar: Kemal Tolan
1-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – I –
2-Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê – II
3-Dîroka Êzdiyan a di dokumentan û zargotinê de
4-Çîrokên ku şahidiya kevnariya mîtologiya Êzdahîtiyê dikin
5-Hevpeyvîn, Nirxandin û Bîranînên Hinek Êzdiyan

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê “Çîrokên Axa Min” çap kir.

  Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê. Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe. Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin. Di çîrokên “Xweziyên Çiyayê Spî”, “Rêwiyê Çiyayê Spî” û “Hevalê Çiyayê Spî” de Çiyayê Spî derdikeve pêş. Her wiha çîrokên “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît” û “Teşirêse” çand û mîrata Semsûrê nîşan didin. Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine. Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin. Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in: 101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022) 101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024) 101 Çîrokên Kurdî (2024) Asmîn (2025) 4 Başar 45 Çîrok (2026) Çîrokên Axa Min (2026)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *