Black Sheep (Miya Reş) – Italo Calvino

Welatek hebûye ku hemû kesên wî diz bûne. Gava ku tarî dikete ser rûyê erdê herkesî mifte û lambeyên xwe hildidan û diçûne diziya cîranekî xwe. Dema ku şeveqê bi barekî giran vedigeriyan, mala xwe jî şêlandî didîtin.

Bi vî awayî hemû kes bi dilşadî, bi hev re dijiyan. Ji ber ku her yekî ji yekî din, wî jî ji yekî din didizî, tu kes bêpar nedima. Di welêt, danûstandinê de hin froşerên kiriyar dixapandin. Hikûmet sazûmaneke sûcdar bû, di nava saziyên xwe de dizî dikir, wan saziyên dewletê jî xêncî diziyê û xapandina dewletê pêştir tiştek nedikirin. Bi vî rengê jiyan, bêpirsgirêk didomiya. Ne kes zengîn bû ne jî xizan bû.

Rojekî, bi çi karî bû ez nizanim, mirovekî rast û dirust derket hat ku li wê derê bijî. Bi şev, şûna bi nerdewan û lambeya xwe ve çûyina derve ve(diziyê ve), cixara wî di dêv de, li mal rûdinişt û ji xwe re roman dixwend.

Diz dihatin, lambe vekirî didîtin û nediketine hundir.

Ev rewş heta wextekî berdewam kir ; paşê dizan bêgavî çûn jê re gotin. Gava ew bêkar bixwaze bijî jî, divê ew nebe astengek, ji bo yên din ku ji xwe re havilekî bikin. Her şeva ku ew li mal dima, roja din dibû sedema birçîbûna malbatekî.

Mirovê me yê dirust nikaribû mantiqeke wiha re serî derxe. Wek hemû kesî, wî jî êvarê lambeya xwe girt û çû derva û şeveqa din vegeriya. Lê wî dizî nekir (mala kesî xera nekir). Tiştekî ku te bikaribûya bikira tune bû, ew mirovekî rast bû. Ew heta pirê çû û ava ku di binî de diherikî mêze kir. Gava ku vegeriya malê, dêna xwe dayê ku mala wî hatiye şêlandin.

Nava heftekî de mirovê dirust bêpere ma, li wî rastê. Tiştekî wî yê xwarinê nemabû, mala wî vikvala bibû. Lê ew pirsgirêk nebû, qusûra wî bixwe bû. Na, ev kirina wî her tişt xera kiribû; wî hîşt ku herkes her tiştê wî bidize. Lê wî tu tiştekî kesî nedizî. Ji ber vê her sibehê, mirovek diçû mêze dikir ku tu kesî dest nedaye mala wî, ew mala ku divê wî bişêlanda. Her bûyerê wextekî şûnde ewê ku nehatibûne şêlandin, bala xwe danê ku ew ji yên din zengîntir bûne û êdî nexwastin diziyê bikin. Hê di ser de jî, ewên ku dihatin mala mirovê dirust bişêlînin her tim mala wî vala didîtin, ji ber wê ew bûn xizan.

Ligel ewên ku zengîn bûn mîna wî mirovê dirust bi şev çûne ser pirê û meşîna ava ku jêr de diherike mêze kirin. Vê pirsgirêk mezintir kir, ji ber ku gelekên din dewlemendtir bûn û gelek jî xizantir bûn.

Paşê, ewên zengîn dêna xwe danê ku ew jî her roj herin ser pirê, zehf derbas nebe ew jî yê feqîr bin û ew fikirîn : “De werin em hinek pere bidin çend feqîran, bila ji bo me diziyê bikin.” Wan biryara xwe dan, peyman kirin, meaş girêdan, qebale kirin ; lê dîsa diziya wan bi wan re bû, hê jî dikirin ku hev bixapînin.

Herwiha, çawa ku li ber çavan e, zengîn zengîntir û xizan pir xizantir bûn.

Ji zengînan hinek wer zengîn bibûn ku ji bo zengîn bimînin êdî hewceya wan nemabû ku diziyê bikin û ji bo xwe dizîyê bidine kirin. Lê ku wan dest ji dizînê berda, di dawiyê de ew jî yê bibûna xizan. Çimku xizanan, ji wan didizî. Ji bo wê, zengînan pere dan xizantirînên xizana, ku ji xizanên din malên wan biparêzin, ew jî tê wateya damezirandina hêzên polêzan û ava kirina girtîgehan e.

Tenê çend sal piştî derketina mirovê dirust, êdî tu kesî behsa şêlandinê û şêlandîbûnê nedikir. Tenê behsa zengîn û xîzanan hebû; lê dîsa jî hemû kes diz bûn.

Mîrovê di sêrî de rast, tenê rast ma û nava demeke kurt de ji birçîna mir.

 

Wergera ji îngilizî : Cumalî Guler

Çavkanî: Kovara Pêngavê – Hejmara 2em

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply