Bexçeyê Pisikan

Li welatekî dûr bajarekî biçûk hebû. Li vî bajarî xaltîkeke pîr bi tena serê xwe di xanîyekî bi baxçeyekî biçûk de dijîya. Zarokên xaltîka Meryem zewicîn û dûr çûn. Dev ji dêya xwe berdan. Demek berê hevjîna xwe jî winda kiribû. Kesek tune bû ku wê bipirse ka ew çawa ye. Xaltîka Meryem ewqas ji tenêtîya xwe bêzar bûbû ku dest bi pisîkên yên li kolanê kir. Yên ku wê dîtin, difikirîn ku ew dîn e û jê dûrtir çûn.

Reşo ku li taxê dima, tim û tim li Xaltîka Meryemê temaşe dikir û ji rewşa wê aciz dibû. Reşo di dersên xwe de pir serketî bû û heta xortekî dibistana bilind bû. Di dibistanê de ji alîyê mamosteyên xwe ve gelek dihate hezkirin ji ber ku ew xebatkarek dijwar bû. Lê herkesî wek mirovekî mezin bi wî re dikir. Wî got ku xwendin rast e, ne bi lîstikan. Lêbelê, Reşo dikaribû herduyan jî bike. Reşo zarokek bû ku di 8 salîya xwe de ji ders û mamosteyên xwe hez dikir û bi her zanîna ku dielîmî pê şa dibû.

Bûyerên ku li dora wî diqewimîn temaşe dikir û tiştê ku kesekî din nedîtibû wî dîtibû. Rojekê bihîst ku Xaltîya Meryem bi pisîkê re dipeyive. Wî dizanibû ku ew xelet bû. Guhdarîkirina danûstendinên kesên din qet tevgerek ne rast bû. Lê Xaltîka Meryem bi pisîkê re dipeyivî, ne bi kesekî re. Pisik çawa dikaribû qise bike?

Reşo ji nişka ve matmayî ma, dengên ku bi wê re sohbet dikirin, dibihîstin ku bersiva Xaltîya Meryem dide. Ew fikirî ku kesek din heye. Li Xaltîka Meryem mêze kir, lê tenê pisîk bi wê re bû. “An pisik jî qise dike?” Reşo fikirî. Erê, ew pisîk bû û dikaribû qise bike. Xaltîka Meryem jî difikirî ku kes jê hez nake ji ber ku ew bi tenê ye û pir xemgîn dibû. Vê xemgînîyê hişt ku ew bi pisîkan re hevaltîyê bike. Xaltîya Meryem, her tim bi pisikan re bû û ji wan qet veneqetîya. Pisikên kuçeyan tev bir baxçeyê xwe û xwarin da wan.

Li bexçeyê Xaltîka Meryem hêlekan, xîjxijik zirnazoq hebûn. Lê kesî wan bi kar nedianîn. Piştî ku pisîk hatin, mala xaltîyê tijî bûbû û êdê xaltî ne tenê bû. Bexçeyê bi pisîkên bedew bala her derbasekî dikişand, her kes bi dîtina ji dûr ve qayîl dibû, xema kesî nebû ku xaltî bi tenê ye, nedihatin cem wê û digotin ew dîn e, jê direvîyan. Lêbelê, Reşo bi dizî li Xaltîya Meryem û pisîkan temaşe dikir, hewil dida ku fehm bike ka hevaltîya wan çawa ye. Her yek ji pisîkên ku bi Xaltîka Meryem re hevaltî dikirin. Pisîkên ku li kolanê bûn ji alîyê kesên derbider ve nedihatin dîtin.

Reşo xortekî jîr bû. Bi temaşekirina wan, bi derengî be jî, ew vê fehm kir. Her kesî ji bîr kiribû ku pisîk jî zindî ne. Herkesî difikirî ku pisîk nikarin qise bikin û herkes henekên xwe bi Xaltîya Meryem dikir.
Lê pisîkan bi rastî qise dikirin. Piştî wê rojê, Reşo dest pê kir ku ji xwarinên di çenteya xwe ya xwarinê de li kuncên kolanan danî. Li ser vê yekê bi mamosteyên xwe re jî qisekir. Piştî wê demê yek heywan jî li kolanê birçî nebûn. Ji wê rojê şûnda Reşo û hevalên xwe qet xaltîka Meryem bi tenê nehiştin. Baxçeyê pisîkan bû cihê meraqdaran.

Amadekar: Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply