Berhemkarî-Afirînerî

Min di kovara çandî, edebî û hunerî “Berfîn Bahar”ê de xwend. Nivîskar Muzafer Îzgu 86 pirtûk nivîsîye û weşandîye. Ji van 86 pirtûkan 7 roman, 24 kurteçîrok û 55 pirtûk jî ji bo zarokan e. Piştê xwendina vê nivîsê ez li ser nivîskarên Kurd fikirîm. Tu nivîskarekî Kurd hetanî nûha 50 – 60 pirtûk nenivîsandîye. Di nav nivîskarên Kurd de, yên berhemkar ên ku li Swêdê ne Mehmed Emîn Bozarslan, Rahmetî Mehmed Uzun, Rahmetî Mahmud Baksî, Zeynelabîdîn Zinar, Hesenê Metê, Firat Cewerî, Lokman Polat, Enwer Karahan, Silêman Demir, Mehdî Zana, Rojen Barnas, Bubê Eser, Maruf Yilmaz, Zinarê Xamo, Mihemed Dehsiwar, Laleş Qaso, Xêzan Şîlan, Kamran Simo Hedêlî, Şoreş Reşî, Mistefa Aydogan, Mezher Bozan, Aynur Aras, Mukaddes Agirî, Xêzan Şîlan, Fatma Savcî û çend kesên din in. Helbet li welat jî gelek hene. (Li vir meqseda min nivîsandina berhemên edebî ne. Di hêla berhemên sîyasî de yên ku pirr pirtûk nivîsandine hene.)

 

Di hêla lêgerîn û lêkolînvaniyê de jî hinek nivîskarên kurd gelek xizmetên baş kirine. Wan bi xebatên xwe yên lêkolînî beşek ji dîroka kurdan, weşanên kurdan, çand û destanên kurdan derxistin ronahiyê. Di hêla lêkolînvaniyê de Malmisanij, Rohat Alakom, Mehmed Emîn Bozarslan, Murad Ciwan, Hesen Yildiz, Selahatîn Mihotolî, Baran Zeydanlî, Cemşît Bender, Botan Amedî û hinekên din pirtûkên lêkolînî yên gelek baş û hêja  weşandin.

 

Nivîskarên kurd yên edebîyatvan, ku min li jorê navê wan nivîsî, di hêla edebiyata Kurdî de xizmetên hêja kirin e, her yekî ji pênc, şeş pîrtûk (hinekan zêdetir) berhem afirandin e. Nivîskarên din yên Kurd gelek kêm -hinek jê pirr hendik, yek an jî du pirtûk- nivîsandin e.

  

Di nav nivîskarên ku bi eslê xwe Kurd in, yanî nivîskarên kokkurd, lê bi zimanê tirkî dinivîsînin de yê ku herî pirr pirtûk nivîsandîye Yaşar Kemal e. Bi Arebî jî Salim Berekat e. Gelek nivîskarên bi eslê xwe Kurd yên bi berhem ji dehî zêdetir pirtûk nîvîsandîne hene.

  

Nivîskarên Kurd yên ku xwerû bi Kurdî dinivîsînin, gelo çima berhemên wan hendik in? Gelek sedemên vê tiştî hene. Em nikarin yeko yek li ser wan hemû sedeman bisekinin. Lê ev tişt rastiyek e ku; nivîsandina pirtûkên Kurdî bi pirr alî hêj nûh e. Westayê edebîyata  Kurdî Ahmedê Xanî 300 sal berê bi Kurdî berhem afirandîye, lê ji ber sedemên rewşa welat nivîsandina berhemên Kurdî berdewam nekirîye. Di vê pêvajoya 300 salî de gelek kêm pirtûkên Kurdî hatine nivîsandin. Nivîsandina pirtûkên Kurdî bi giranî piştê salên 1980yê dest pê kir. (Li vir mabest nivîskarên Kurdistana bakûr in.) Piştê salên 1980yî ta îro gelek nivîskarên Kurd yên nûh derketin. Evan nivîskarên Kurd yên nûh berhemên xwe-pirr hendik be jî – bi Kurdî afirandin. Gelek pirtûkên kurteçîrok, helbest û roman bi destê van nivîskarên nûh hatin afirandin. Nivîskarên nûh yên Kurd ku piştê salên 1980’yî berhemên Kurdî afirandin, hinek ji wan  ev in: Firat Cewerî, Hesenê Metê, Mehmed Uzun, Laleş Qaso, Gabbar Çîyan, Lokman Polat, Maruf Yilmaz, Suleyman Demir, Mustafa Aydogan, Dawê Xanê û gelek kesên din hene ku min navê wan livir nenivîsand. Ev nivîskarên li Swêdê ne. Min behsa yên li welat nekir. Ew gelek in,

 

Di nivîskariyê de berdewama nivîsandinê gelek girîng e. Nivîskar divê nivîsandina berhemên edebî-Kurdî ji xwe re bike wek huner. Tim binivîsîn e. Hinek nivîskarên Kurd hene, yek-didû pirtûk diweşînin û hendî nanivîsînin, pirtûk naweşînin. Divê weha nebe. Azîz Nesîn 104 pirtûk nivîsand. Nivîskarên Kurd jî her çiqas bi qasî Azîz Nesîn berhemkar/afirêner nebin jî, divê her nivîskarek en hendik deh-bîst pirtûk binivîsîne û biweşîne. Berhemkarî hunerek e. Huner afirandin e, afirandin du car jîyandin e. Her afirandin jîyandina cîhanek nû ye. Pirrnivîsandin û afirandina berhemên edebî-Kurdî, çand û edebiyata Kurdî dewlemend dike, zimanê Kurdî hîn jî pêşve dixe. Nivîskarên bi berhem bi vê kar û xebata xwe, bi keda xwe ya mejî, vatînîyên cîvakî û netewayî tînin cîh. Nivîskar bi hunera bi berhemî di nav cîvakê de rolekî girîng dileyizin. Ji bo hişyarbûna netewan û guherandina cîvakan pirtûk rolekî xwe dileyize. Bandora edebiyatê/wêjeyê  li ser civakê gelek heye û ev bandor hêj jî tesîra xwe didomîne.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply