ziman

Adar, 2017

  • 21 Adar

    Fêdeya têkila lîmon û sîrê

    Îltîhaban rihet dike. Nahêle rehên dil bên girtin. Nahêle tansiyon bilind bibe. Kolesterol û dohnê di bedene de dadixe. Pankreasê nû dike. Kevirên di gurçik (gulçîzk) û zirav de ji hev dixe. Dihêle mîza mirov rihet were û werma bedenê kêm dike. Mîkroba ku di mîdê de birînan çêdike dikuje û birînên mîdê rihet dike. Nahêle ku îltihaba romatîzmayê çêbibe. …

  • 20 Adar

    Giringiya 11ê Adarê di dîroka siyasî de

    Di roja 11ê Adara sala 1970ê de peymana 11ê adarê di navbera hikumeta Îraqê û şoreşa Kurdistanê de bi serokatiya nemir Mistefa  Barzanî hat îmza kirin û bo cara yekê bû bi awayekê fermî û yasayî mafên gelê kurd di çarçuvê Îraqê de bihên naskirin. Di wê demê de ku şerê sar di navbera rojhelat û rojava da hebû, rewşa …

  • 20 Adar

    Behlûlê Dîn

    Hebû carek ji caran, xêr û xweşî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû, dibêjin li gundekî, koskeke kevn hebû, û di wê koskê de jî efendiyek tevî du kurên xwe dijiya. Îca herdu kurik wisa biaqil bûn ku nîvê aqilê wan jî wê têrî wan bikira. Wan herduyan jî dixwest bi keça qral re bizewicin lê belê ji bo …

  • 19 Adar

    Pere di edebiyatê de ciheke balkêş girtiye

    Mijara “pere” di edebiyata kurdî, romana cîhanî û edebiyata olan bîrmendên cîhanî de ciheke balkêş girtiye. Berê, di warê bazirganî û aboriyê de mirovan berhemek li hember berhemeke din bi hev diguhert. Lê belê demek bi ser mirovan de hat ku dîtin pêwist e berhemeke taybet hebe ku bikare bi hemû berhemên din re bê pevguhertin û wiha pere û …

  • 19 Adar

    Dêlegur (Çîrok)

    Amê Hesen li ber şibakê rûniştibû. Çaya xwe vedixwar, li kulîlkên dara behîvan dimeyîzand û xwe bixwe diştexilî. Mala Xwedê ava vaye bihar hat. Kuro! law ma zivistan jî demsal e? Hema bila qet demsal neguherin. Salê du demsal bes in; bihar û havîn. Ev demsal demsalên feqîran in, hema tu li derve jî bimînî tiştek bi te nabe. Lê …

  • 18 Adar

    Ji Ekola “Riya Teze” -1-

    Riya Teze di sala 1930an de, li payîtexta Ermenistanê, li Yerîvanê  dest bi weşana xwe kiribû. Xwendevan û nivîskarên ku li dora rojnameya “Riya Teze” xwe komkiribûn, bi serê xwe hêzeke siyasî û çandî bûn. Roj bi roj xwe xwurt dikirin û berheman diafirandin. Şansê wan yê mezin ew bû ku di dîrokê de gelek Kurdên siyasî dem bi dem …

  • 18 Adar

    Cilên Nû Yên Qral

    Hebû carek ji caran, xêr û xwesî bibarin li hazir û guhdaran… Hebû tunebû… dibêjin carekê li welatekî qralekî qure, kuspene hebû. Derd û kulê wî tenê ew bû ku bi cilûbergên xwesik xwe bixemilanda. Îca wî her saetê carekê diçû cilê xwe diguherand û xwe bi cilên nû nîsanî derdorê dida. Ev xûy û tebîeta qral êdî derveyî sînorên …

  • 17 Adar

    Qumar û Ziyanên Wê (Xûtbe)

      يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِنَّمَا الْخَمْرُ وَالْمَيْسِرُ وَالْأَنْصَابُ وَالْأَزْلَامُ رِجْسٌ مِنْ عَمَلِ الشَّيْطَانِ فَاجْتَنِبُوهُ لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ (90).               المائدة                                                                                                                          Bawermendên birûmet! Yek ji wan kiryarên ku Xuda Teala qedexe (heram) kirî, qumar e. Aqil û tenduristî du nîmetên mezin in ku Xuda dane Kurê Adem.  Vêca qumar ew e ku bikaranîna van nîmetan di ziyan û zirarê de ye. Çend …

  • 16 Adar

    Hostayê meqamên kurdî

    Stranbêj û melodîsaz û dengbêjê kurd Ezîz Şahrox ji bo gelek ciwan û nûciwanên kurd di warê muzîkê de bûye mînak. Karê û xebatê wî mamostetî bûye lê muzîkê jî didomîne û dengê wî yê xweş mêvanê mala kurdan e û hêviya dilê evîndaran vedigêre. Muzîka kurdî roleke girîng di parastina çand û zimanê kurdî de dilîze. Gelê kurd di …

  • 15 Adar

    Keç û dayîkek ketine pey şopa Melayê Cizîrî

    Seida Xerzî û keça wî ya bi navê Jiyan dilgirtiyên wêjeya kurdî û taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî ne. Seida û keça wê Jiyan ku wekî du hevalan in, ji bilî suhbetên rojane behsa rojên berê û wêja û çanda kurdî jî dikin ji hev re. Seida û Jiyan, rojeke ji zivistanê tîrêjên rojê li ser wana wek mizginiya buharê …