“Arşîva Kurd” nêzî 10 hezar belge, kovar, rojnameyên Kurdî belge kirine

Platforma Neteweyî 12 sal in kar li ser dîjîtalîzekirina belge, kovar û rojnameyên Kurdî yên ji dema derketina rojnameya Kurdistanê di sala 1898’an de, ji aliyê Miqdad Midhet Bedirxan ve, dike û heta niha bi hezaran kovar û rojname arşîv kirine.

Yek ji damezrînerên malpera Arşîva Kurdî Merd Baran Boskan ku beşdarî bernameya “Beyanî Baş” a K24ê bû, behsa xebata xwe kir û diyar kir ku Arşîva Kurd pirtûkxaneyeke dîjîtal e û nêzîkî 10 hezar weşan tê de hene.

Boskan da zanîn, heta niha bi piranî berhemên bi tîpên latînî hatine çapkirin dîjîtal kirine û got, eger derfetên teknîkî û aborî bên peydakirin, ew dixwazin berhemên ku bi alfabeya aramî yên li perçeyên din ên Kurdistanê hatine weşandin jî, dîjîtal bikin.

Boskan diyar kir, armanca wan ew e ku hemû kovar û rojname û belgeyên têkildarî Kurd û Kurdistanê arşîv bikin û got: “Em hemû tiştên ku ji bilî Kurdî bi zimanên din tên nivîsandin û pêwendiya wan bi Kurdan heye dîjîtal dikin. Em nivîsên bi zimanên cuda wekî ku hene jî dîjîtal dikin û herwiha em zanyariyan wekî ew kovar yan rojname li kû derê hatiye çapkirin, naveroka wê çi ye, bi çend zimanan hatine nivîsandin û ji çend rûpelan pêk tê jî, wek PDF li malpera xwe diweşînin û pêşkêşî hemû xwendevanên kurd dikin.”

Lêkolînerê Kurd Boskan diyar kir, astengiya herî mezin a li pêşiya xebatên dîjîtalkirinê, astengiyên teknîkî û aborî ne. Herwiha got jî, ew gotarên ku nêrînên li dijî Kurdan hene jî arşîv dikin. Herwiha wan hin ji belge û weşanên partiyan jî arşîv kirin.

Amaje bi wê yekê kir, ji bo belgekirina pirtûkan jî pirsgirêk hene, ji berk u pirtûk xwediyê xwe heye û heta ku ew deynin ser malpera xwe, divê mafê weşanê werbigirin. Bi hezaran pirtûk li ber destê wan hene, lê wan neweşandine.

Boskan got: “Hin pirtûkên salên 1950 û 1960 yên di arşîva me de jî hatine dîjîtalîzekirin. Pirtûkên ji vê kevintir di arşîva me de nînin. Herwiha Boskan anî ziman ku di arşîvên wan de ti wêneyên têkildarî dîroka Kurdan nîn in.

Destnîşan kir jî, rojname û kovarên di çi warî de bin wan arşîv kirine, wek yên di warê siyasî, çandî û wêjeyî û yên ji bo jin û zarokan di malpera xwe danîne.

Boskan amaje bi wê yekê kir, ew xwebexş kar dikin û ti piştevanî ji ti aliyekî wernegirtine. Berhemên dîjîtalkirî jî bi piranî ji derdorên xwe yên nêzîk, partî û rêxistinên Kurdistanî wergirtine.

kurdistan24.net

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply