Li Kobanê yekem pêşangeha pirtûkan hate vekirin

Li bajarê Kobanê yekemîn pêşengeha pirtûkan ji aliyê Desteya Çand û Hunerê yê Herêma Feratê hat vekirin. Di pêşangehê de zêdetir ji 4 hezar pirtûkan tên pêşandin.

Pêşengeha pirtûkan ku cara yekemîn li bajarê Kobanî tê vekirin, gelek weşanxane û pirtûkxane ji deverên Rojavayê Kurdistanê tê de beşdar in.

Di pêşangehê de, hejmarek ji rewşenbîrê Efrînê yên koçberî Kobanê bûne, pirtûkên girêdayî bi çanda Herîme xwe numayiş dikin.

Li gor Komîteya Amedekar dibêje, armanca wan ji vekirina vê pêşengehê ew e, ta ku hevdîtinek di navbera pirtûkxaneyên deverê çê bibe, herwihe çanda kirîn û xwendina pirtûkan bêhtir belav bibe.

Pêşengeh du rojan berdewam dike, herwihe li gel wê jî dê semînarên cuda di haman cihî de jî bêne lidarxistin.

Çavkanî: kurdistan24.net

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply