Di 27 Saliya Oxirkirina Mîrzade Rewşen Bedirxan De

Di roja 01.06.2019’an de, (27) sal di ser koçkirina Mîrzade Rewşen xanim Bedirxan derbas dibe. Rewşen Bedirxan eva ku ji berî 78 salan ve di kovara Hawarê de wiha ji jinên kurd re gotiye:
(Xweyîngino! Ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene; hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirit û di pey re mamoste; mamosteyê zarokên xwe..)


Mîrzade Rewşen Bedirxan; di sibeha roja 01/06/1992’an de li Sûriyê/ bajarê Banyasê koça dawî kiriye û eynî rojê li Şamê di rex bapîrê wê Mîr Bedirxanê Azazî û pismamê xwe Mîr Celadet Bedirxan de hatiye veşartin.. Di sala 1935’an de bi pismamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re zewicî ye û rolek berz di alîkarîya wî de kiriye, herwiha rolek baş di şiyarbûn û tevdana hestê netewî kurdî de lîstiye, nemaze di warê rewşenbîrî de.
Wek rewşenbîreke Kurd a jin; ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re kiriye.. Nexasim di weşandina herdu kovarên wî (Hawar û Ronahî) de. Hem jî bi navtêdan û dehifdana wê û Mîr Celadet, nivîskarên wek Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can hatine holê.. Di sala 1955’an de bi Dr. Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî, Dr. Nûrî Dersimî, Hemîdê Hecî Derwêş komeleyeke bi navê (Komela Vejandina Çanda Kurdî), li Şamî damezirandine.. Û ew yekemîn jina Kurd e di astê Kurdistanê û sirgûnê de, ku di sala 1955’an de, rêveberiya dibistanek fermî li Şamê, bi navê (Leyla Elexyeliye), kiriye.. Û yekemîn jina Kurd e ku di sala 1957’an de, li paytexta Yûnan/ Atina Ala Kurdistanê a Rengîn di konferansa dijî imperialismê de bilind kiriye..
Berî 27 salan di guhestina termê wê de li Şamê, min ev helbest gotiye:
Erê Mîro! felek çerx û dewrane
Rewşen Xanim îro li te mêvane
Bigerîne civateke Botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî
Rewşen Xanim, wê bide we mizgînî
Îro şer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax
Gelê Kurd mil dane hevû bi yek rex
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
Bexwedan û serxwebûne û hew..

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply