Nasê Min – Çîrok

Ji nişka ve dengê lêxistina derî hat gum gum gum. Çaya ku min nû demkirî bû û bi awayekî mestbûyînî vedixwar. Di gavê de çaya xwe danî wê derê û çûm ber derî;
– Kî ye?
Bêhnekê sekinîm ji bo ku navê xwe bibêje paşê derî vekim.
-Kî ye???
Tirseke sar laşê min wekî ku gurê birçî diçe nêçîra xwe wisa laşê min ê jar pêça. Dengê min dernaket ku dîsa bibêjim kî ye? Di kuna derî de lê nêrî
-waayyyy owwww na na na ev ne rast e !!! Çaveke reş , reşşş , ç-a-vvvê rrrreeeeşşş li hundir ew mirov çawa dibe berê yanzdeh salan na na na!!! nabe .
-Oxxx xewn bû.

Ji bo ku av vexwim rabûm û çûm mitbexê ronahiya wê derê vekirî !! Na na ez tenê li malê bûm. Wexta ku min ronahî vemirand û zivirîm ber odeya xwe
-naaaaaaaaaaaa tuuu çawa? Estaxfirûllah estaxfirûllah subhanellah subhanellah!!!!!

SEDAT KALKAN
COLEMÊRG/ ÇELÊ

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply