Dîwana Osman Sebrî

Sirgûnî, hepis û zîndan herwekî ku bûye qedera rewşenbîr û sîyasetmedarên kurdan. Ji mala Cemîl Paşa û Bedirxanîyan virve bi sedan, bi hezaran kurd sirgûn bûne û ketine hepis û zîndanan. Gelekên wan di hepis û zîndanan de, di sirgûniyê de li welatên xerîb çûne ser heqiya xwe. Jîyan û têkoşîna wan hemû kurdên cefakêş, heryek bi serê xwe dikare bibe babeta romanek.

Ji wan kurdên têkoşer yek jê jî kurdê welatperwer Osman Sebrî ye. Ew ji bo doza netewa kurd hetanî dawiya jiyana xwe têkoşiyaye, wî bê rawestandin kar û xebat kiriye.

Osman Sebrî 5-1-1905 an de, li gundê Narînçê yê qeza Adiyamanê, li Kahtayê hatibû dinê. Osman Sabrî ji malbateke welatparêz dihat. Di serîhildana Şêx Seîd de, du apên wî hatin dardakirin. (îdamkirin). Ew tê girtin î hetanî sala 1928-an li zîndana bajarê Denizlî’yê dimîne. Ew piştî ku tê berdan, vala nasekine, dest bi kar û xebata welatparêziyê dike. Hêzên dagirker li dû dikevin ku wî bigrin û bavêjin girtîgehê. Ew nakeve destê wan û di sala 1929-an de derbasê binxetê dibe.

Ew di sala 1930yî de derbasê Kurdistanê dibe. Armanca wî ew e ku; biçe çiyayê Agrî û xwe bigişîne serhildêrên kurd ku wê demê fermandarê wan Îhsan Nûrî Paşa bû. Li başûrê Kurdistanê bend û asteng derdikevin pêşiya wî û ew xwe nikare bigişîne çiyayê Agrî. Ew li wir tê girtin û di zîndanên Musul û Baxdatê de radize. Ew di sala 1935-an de tê berdan, lê salek paşê, di sala 1936-an de ji alî Îngilîzan ve tê sirgûnkirin. Wê demê Îraq û Suriye di bin desthilatdariya Fransa û Îngilîzan de bûn.

Osman Sebrî sirgûnê girava Madagaskarê dikin. Ev girav li ber başûrê Afrîka ye. Ew hetanî sala 1937-an li wir di girtîgehê de dimîne û paşî vedigere Libnanê. Ew li Beyrût û Şamê bi birêvebirên partiya Xoybûnê re, bi weşanên kurdî yên wê demê re têkilî datîne, mil dide kar û xebata wan.

Osman Sebrî kar û xebata welatperweriyê didomîne, lê tim ji alî hêzên dagirker ve tê girtin. Hepis û zîndan dibe navnîşana wî ya duyem. Ew hetanî sala 1972-an 18 car hatiye girtin. Gelek salên wî di hepis û zîndanan de derbas bûye.

Osman Sebrî, di meha 10  a 1993 de, di 88 saliya xwe de çûbû ser heqiya xwe.

Osman Sebrî, him helbestvan( Şaîr) û him jî zimanzan bû. Wî di hêla ziman, çand û edebiyatê de xebatên pir hêja kir. Osman Sebrî, têkoşerekî bêhempa bû. Wî di serîhildanên Kurdan yên berê de cîh girtibû. Wî di nav Xoybûnê de kar û xebata siyasî dikir.  Di kovara Hawar(1932), Ronahî(1943), Roja Nû(1943), Hêviya Welêt(Awrupa-1963), Çiya(Awrupa-1966), Hêvî(Parîs-1983), Berbang(Swêd-1983), Roja Nû(Swêd 1979) de nivîsên wî derdiketin. Osman Sebrî di van kovaran de nivîsên pircure nivîsîbû. Wî li ser adetên(tradîsyon)Kurdan û serpêhatî û çîrokên dirokî nivîsîbû.

Berhemên Osman Sebrî yên çapkirî ev in:

  1. 1– Apo, “Gotinên xav nepijîn bê tav” Almanya, 1981 (Hemreş Reşo, amadekiriye û çap kiriye)
  2. 2 – Elîfbêya Tikuz, 1982
  3. 3 – Çar Leheng, 1984 – Şam- 40 rûpel.
  4. 4 – Bahoz û çend nivîsarên din, 1956 – 68 rûpel
  5. 5 – Elîfbeya Kurdî, 1955- Şam- 56 rûpel
  6. 6 – Derdên me (gotar û helbest)
  7. 7 – Dîwana Osman Sebrî -1998 Stockholm – 215 Rûpel
  8. 8 – Bîranînên Osman Sebrî – 2003

DÎWANA OSMAN SEBRÎ

Pirtûka bi navê “Dîwana Osman Sebrî” di sala 1998-an de di nav weşanên Apec`ê de, li Stockholmê derket. Ev pirtûk ji alî A. Balî ve hatiye berhevkirin. Wêneya berga pirtûkê jî wênevan S. Rêzanî çêkiriye.

Ebada pirtûkê mezin e û pirtûk 215 rûpel e. Helbestên di pirtûkê de ne di bin sernavê 5 beşan de hatine civandin. Di temamiya beşan de hemû li serhev 89 helbest hene. Navên sernavên beşên helbestan weha ne : 1 – Merşên Kurdî, 2 – Evîna Çiyan, 3 – Welat û jiyan, 4 – Dengê Lawiran, 5 – Dengê Zarokan

Weşanên Apecê ji bo nû çapkirina pirtûkê kurtegotarek nivîsiye. Weşanxanê diyar kiriye ku; ji nû ve vejandin û ronîkirina bîr û hişê dîroka gelê kurd ji wan re bûye armanc û lewre jî vê berhema hêja ji nû ve weşandine.

Pispor û siyasetmedarê kurd Îsmet Şerîf Wanlî bi sernavê “Mirovê sîyasî û wêjedar” nivîseke dirêj amade kiriye û wî di nivîsa xwe de rewşa demê û têkoşîna Osman Sebrî nirxandiye. Wî vê analîza xwe ya îlmî, zanîstî di sala 1994-an de li Lozanê -Swîsrê- nivîsiye. Berhevkarê pirtûkê A. Balî jî bi sernavê ” Çend gotin li ser jîyana Osman Sebrî” nivîsîye. A. Balî di nivîsa xwe de dibêje : “Osman Sebrî yekîtîya kurdan ewqas dixwest ku bê yekîtî serketin li gor wî û li gor hemû welatparêzan ne mumkun bû. ”

  1. Balî dîtinên Osman Sebrî yên derheqê helbest û çîrokan de weha pêşkêşê xwendevanên kurd dike : “Heger helbest û çîrok ji bo hişyarbûna gel tên nivîsîn dê ciyê xwe di tevgera rizgarîxwaz a demokratîk de bigrin û dê rola xwe ya pêşketî bilîzin. Min jî da ku ew rol bête lîstin hemî berhemên xwe nivîsandiye.”

Osman Sebrî jî wek hemû kurdên rewşenbîr û siyasetmedarên sirgûnkirî û yên ku di hepis û zîndanan de ne, evîndarê gel û welat bû. Jîyan û têkoşîna wî, daxwaza dilê wî ji bo azadîyê bû. Wî dixwest ku gelê wî azad bibe û bi serfîrazî bijî.

Lokman Poalat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply