Keç û xortên Kurd di klîpa Samî Yûsif de def dijenin

 Hunermendê navdar Samî Yûsif biboneya cejna Qurbanê sirûda xwe ya herî nû belav kir û di klîpa wî de çend keç û xortên Kurdan bi cilûbergên Kurdî def dijenin.

 

Samî Yûsif sirûda xwe ya bi navê “Xwedayê me tu çi qas dadperwer î” bi boneya cejna Qurbanê belav kir, ku wî bi xwe ew sirûd nivîsandiye.

 

Keç û xortên Kurd jî di klîpa nû ya Samî Yûsif de bi cilûbergên Kurdî, li gel Samî Yûsif def dijenin.

 

Samî Yûsif yek ji wan kesan e ku muzîk, ziman û çanda Kurdî hez dike. Berî niha jî sirûdeke din a îslamî ya bi navê Şahê Medîneyê li ser pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed bi zimanê Kurdî xwendibû.

 

Samî Yûsif yek ji stranbêjên herî navdar e ku bi rêya sirûdên olî pesnê ola Îslamê dide. Yûsif bi eslê xwe Azerî ye, lê belê li welatê Brîtanyayê mezin bûye û şarezayê jenîna çendîn amûrên muzîkê ye. Heta niha li seranserê cîhanê 36 milyon albûmên wî hatine firotin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply