Xezelên Sîyahpûş

Di edebiyata kurdî a devkî de xezel ciheke girîng digrin. Hinek xezel ji alî olperestan ve weke qasîdeyê olî têne xwendin. Deng û meqamê gotina xezelan hest û ruhê mirov mest dike. Di naveroka wan xezelan de zêde tiştek tunebe jî, yan jî mirov ji gotinên xezelan fêm neke jî, ravekirina wan û awayê vegotina wan xweşa mirov diçe. Xezel wisa xweş in ku, dibêjin “dema bi dil û can helbestek bê xwendin, belg û xezelên daran diweşin.” Anku xezel helbestên ku bi dil û can tên gotin in.

 

Helbestvanê kurd ê klasîk Sîyahpûş di dema xwe de gelek xezel nivîsandiye. Hinek xezelên wî bi tîpên latînî/kurdî ji alî weşanên “Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê” weke pirtûkeke biçûk hatin weşandin. M. Reşît Irgat xezelan ji tîpguhêziya erebî kiriye alfabeya latînî/kurdî. Pirtûk di sala 1999-an de derketiye û 60 rûpel e. Li dawiya pirtûkê ferhengokeke biçûk heye. Di pirtûkê de 15 xezel û 6 helbest hene.

 

Gelek helbestvanên kurd yên ku ji Kurdistana rojhilatin hene û gelek berhem afirandine. Lê, ji bo ku ew alfabeya kurdî/erebî bikar tînin, em ji wan tu siûdê wernagrin. Enstîtuya kurdî gelek baş kiriye ku pirtûka Sîyahpûş bi alfebeya latînî/kurdî weşandiye.

 

Enstîtuya kurdî ji bo pirtûkê pêşgotin nivîsiye û di derbarê berhema Sîyahpûş de gotinên giranbiha gotiye. Weke ku ew jî dibêjin; “Sîyahpûş stêrkeke geş e di ezmanê huner û wêjeya kurdî de. ” Pirtûka Sîyahpûş a herî navdar “Seyfilmilûk e. Ew helbestvanekî kurdperwer e.

 

Sîyahpûş helbestên xwe heşt sed sal berê nivîsiye. Wê demê bandora ola Îslamê xurt bû û ji bo ku ew jî bawermendekî Îslamî bû, di helbest û xezelên xwe de pesnê olê û Pêxemberê ola Îslamê dide. Helbest û xezelên wî bi wezn in û peyvên malîkan yên dawî hemû jî hevûdu digrin. Ji vê şêweya nivîsîna helbestan re westatî dixwaze. Ev şêwe helbest nivîsîn karê herkesî nîn e. Her yê ku helbest binivîse, wisa bi hêsanî nikare van peyvên ku li hevûdu tên li dawiya hevokê li pey hev rêz bike. Binêrin, weke mînak :

 

” …Qedîm î

…Kerîm î

…Selîm î

…Rehîm î

 

Û li vê mînakê binêrin :

…dil tên

…kul tên

…qizil tên

…gul tên

 

Sîyahpûş ji bo evînê, evîndaran û evîndarên rasteqîn gotinên gelek xweş û manedar gotiye. Ew dibêje . “Aşiqê sadiq ew e ê ku di riya dilberê / Ger ewî bînin bi ker ken neşkînî peymanê. / Neşîtin sirrê îşqê qet eyan ken / Meger bo yarê canê hûn feda ken/. Lêbelê ew derd û kulên evîndaran jî tîne zimên. Yên herî bi derd û kul, bi êş û birîn evîndar bi xwe ne. Ew nalîna evîndaran weha rave dike :

 

” Ax ji dest narê firaqê dil wekî biryan im ez

Her li ber wî iştiyaqê pir kul û kovan im ez

 

Pur bi kovan derd û ah im `aşiqê rûyê çû mah im

Bendeê zulfê siyah im Yûsifê Ken`an im ez

 

Ye`qubê pîr û hezîn im pir fixan û pir girîn im

Mestê camê `eyn û şîn im bê mey û fincan im ez

Sunbul û reyhan û sorgul rast û çep bûne muqabil

Lew dinalim şuphê bilbil teyrê xweş elham im ez

Ew di xezela xwe de diyar dike ku, ew bi xwe jî aşiq e. Ew navê evîndara xwe “Perî” datîne û aşiqbûna xwe ya ji bo Perîyê diyar dike. Ji xwe ji dema qedîm ve, piraniya helbestvanan aşiq in, ew miheqeq aşiqê keçek bûne û helbestên evînî li ser evîndara xwe nivîsîne. Sîyahpûş di malîkeke xezela xwe de rewşa derûnîya evîndaran bi şêweyeke hunerî şîrove dike ku, ew gotinên wî yên heşt sed sal berê ji bo evîndarên îroyîn jî derbas dibe. Bi rastî jî mirovên evîndar, ker in, kor in, gêj in. Çavên wan tu tiştek nabîne û ew ji tu tiştek natirsin. Hêz û qûweta evînê wan wisa bi azamet dike ku, ew ji bo evîna xwe dikarin li hemberê hertiştî derkevin. Êş û sancîya ku evîndar dikşînin, tu kes nakşîne û ji xwe kesên normal, yên ku evîndar nebin nikarin vê êşa dil bikşînin. Sîyahpuş weke evîndarekî rewş û birîna xwe bi van gotinan pêşkêş dike :

 

” Mest û ser gerdan û serxoş gah hişyar gah bê xoş

Dil birîndar û Sîyahpûş pir kul û kovan im ez ”

 

Cihê helbestvanên kurd yên klasîk nayên tijekirin. Wan bi berhemên xwe yên nemir edebiyata kurdî li ser lingan hêştin. Divê kurd herdem qîmet û rûmeta wan bizanibin.

 

Lokman Polat-Çandname

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply