Zimanê Wêje û Stranan

Eger pirtûkeke zanistî bê wergirandin ji bo zimanê Kurdî  zaravayê  Kurmancî, wê çend kes bixwînin ?

Ez bawerim ne gelek, lê gava helbestvanek yan jî romanivîsek pirûkekê belav bike, wê gelek kes bixwînin, û rexneyên erênî û nerênî wê lê bên kirin, gelo ev qelseke zaravayê kurmancî ye, yan jî sûncê xelkê ye.

Berî demekê hevalekî min yê Soranî ji min pirsî: “Kîjan zaravên Kurdî zarava resen e? zaravayê Soranî  yan jî zarava yê Kurmancî ?”

Piştî gengeşeyeke dirêj em gihane vê encamê: Ku herdûk zarav weke du bira ne, yek ji wan bi laşê xwe mezin e lê feqîr e, ew jî kurmancî ye, û yê din biçûk e lê dewlemend e ew jî Soranî ye.

Ji ber tu li nexşeya Kurdistanê meyzênî, tê bibînî ku Kurdê bi zaravayê Soranî diaxivin bi gelekî kêmtirin ji yê zarava Kurmancî, lê di heman demê de li herêma Kurdistanê dibistan û zanko û dezgehên fermî hemû bi Soranî dinivîsin – li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê – ji bilî hezarên pirtûkên ji hemû cûreyên zanistî û zaniyarî ku hatine wergirandin ji bo Soranî, û ev dewlemendiyeke bi rastî.

Pirtûkxaneya Kurmancî tenê Dîwanên helbesta ne, û roman û çîrok û hinek şano ne, lê ji sedî yek tê pirtûkeke zanistî yan tiknolojî bibînî.

Gelo em li hêviya welat bin heta çê bibe, yan jî em bi xwe zaravayên xwe dewlemend bikin?

 

Alan Pêwend-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Şiroveyek

  1. Rêz û silav
    1: Zimanê kurdî bi kurmancî tê naskirinê ji ber kû tiştek bi navê Soranî tine ye.
    2: Ger ku mirov kêmekî baş lêkolîn bike tinê bighêjî vê kû tiştên kû îro tê îda kirin ku soranî ne tevahî bi kurmancî hatine ber girtin.
    3: Bi lêkolîneka piçûk mirov dighêje vê encamê kû 200 ango 250 sale ku tiştek bi navê soranî çê kirine .
    4: Soranî navê eşîrekî bûye kû di salên dawî da bûye tiştekî bi navê zaravayê kurdî
    5: Niha li rojhilat tiştekî bi navê soranî tine gelên kû soran tên nav kirin an erdelanî ne an jî mukryanî
    6: Ev tevahî siyasetên sunîgerî û soranî geriya rayedarên başûr’e kû îro zimanê Kurdî yanê bi eslê xwe kurmancî feqîr maye.
    7: Ji ber kû di perçên din da qedexe ye ji bela wê pêş neketiye / lê li başûr bi zanebûn hatiye qetil kirin!
    8:Werhasil kesek nikare bibêje kû soranî kevne ji ber kû êrgatîv jî tê da nê dîtin / her wisa kurd tevahî birane / lê bila kesek ji kerema xwe bi çend nivîsên wergirtî ji kurmancî kû bi navê soranî didin weşandin nebêje kû soranî zarave!

Leave a Reply