XEZAL

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Zilamek û sê kurê wî hebûn. Rojekê zilam her sê kurê xwe li dora xwe dicivîne û ji wan re dibêje:

– Kurê min hûn mezin bûn. Ê dî herin ji xwe re li dinye bigerin.

Piştî gotinên bavê xwe, her sê xort ji bo rêwingiye xwe amadedikin. Piştî ku kurê zilam xwe amadekirin û xatir ji bavê xwe xwestin, derdikevin ser rê. Duv rêwingiyeke duvdirej li hember wan rê bu sê beş. Her sê birayan biryar dan ku wê her yek di rêyêkê de herin. Piştî rewingiyeke duvdirêj her sê rê li welatekî digijin hev. Li vî welatî şahek hebû. Keçikeke wî hebû. Navê wê Xezalê bû. Xezalê ji dema ku hatiyê dinye heta niha neaxiviye. Ev ji şah re bûye derdekî mezin. Tu hekîman derman ji Xezalê re nedîtine. Şah biryar daye ku kî keça wî bide axaftin wê keça xwe Xezalê bidê wî. Birayê mezin dema rêya wî dikevê welatê şah de. Piştî ku li nav bajar digere ji gelê wir serpêhatiya Xezalê û biryara şah dibihîze. Birayê mezin dibêjê ezê keça şah bidim axaftin. Û berê xwe dide qesra şah. Xezalê tênin ba birayê mezin. Biraye mezin çi dike nake nikare Xezalê bidê axaftin. Piştî vêna şah wî dixê zindanê de.

Duv demekê re birayê navîn tê welatê şah. Ew jî li nav bajar gotinên şah ê ji bo keça wî dibihîze. Birayê navîn jî berê xwe dide qesrê. Xezalê tenin. Birayê navîn çi dike nakê keçik na axive. Şah birayê navîn jî tavêje zindanê.

Birayê piçuk di rê de dema ku diwestê li ber hawizekî diraweste. Têr av divexwe û duvre di xew ve diçe. Pişti demekê çûkek tê xwe li ser serê kurik dideyne. Kurik bi çûk dihise û bi tevgeriyeke lezgîn çûk digre. Çûk çiqas li ber xwe daye bêçare maye. Çûk ji kurik re gotiye:

– Ger tu min azad berdê ezê pirtikekî xwe bidim te. Dema ku tu ketî astengiye de vî pirtikê min bi şewitêne ezê bêm alîkariya te.

Birayê piçuk ev daxwaza çûk pêjirand. Çûk pirtikekî xwe da kurik û kurik jî çûk azadkir. Duvre birayê piçuk rêya xwe domand. Ew jî gihaşte welatê şah. Birayê piçuk li nav bajar gotinên şah bihist. Ew jî berê xwe didê qesra şah. Xezalê tenîn ba birayê piçuk. Birayê piçuk çi dike nake Xezalê nade axaftin. Duvre pirtikê ku çûk dabûye tê bîra birayê piçuk. Birayê piçuk pirtik dişewitêne. Çûk hemen demê tê hawara kurik. Kurik derde xwe ji çûk re dibêje. Çûk xwe dixe nav livîne Xezalê. Duvre bangî Xezalê dike. Xezal bersiva çûk dide. Bi vî awayî Xezalê dest bi axaftinê dike. Mizgînî didin şah. Şah bi kef û eşq hate ba keça xwe û kurik.

Şah keça xwe da birayê piçuk. Her du birayên dî dana xatirê birayê piçuk û serbest berdan. Şah bi zêr û ziva keça xwe bi kurik re şiyand.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

 

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply