TERCÎHA NIVÎSKAR

Bi sedan cure xwendevan hene. Her xwendevan li gor xwe xwedî taybetiyên curbecur in. Xwendevan homojen nîn in. Herkê li gor xwe pîvanên wî/wê yên ji hezkirina berheman hene. Nivîskarekî nikare li gor dilê her xwendevanî binivîse. Lê, divê nivîskar bizanibe ku hinek xwendevan ji hêla zanîna edebî de di radeya wî de ne.

Nivîskar jî di esasê xwe de rewşenbîr in. (Lêbelê divê bê zanîn ku her nivîskar rewşenbîr nîn e û her rewşenbîr jî nivîskar nîn e.) Kesên rewşenbîr li hemberê neheqiyê û nerastiyê ne, muxalîfê sazûmanê, desthilatdariyê, dîktatoriyê û li hemberê zilm û zorê ne, parastvanê azadî û demokrasiyê ne. Ew di dîtin û ramanên xwe de tawîz nadin û divê nedin jî.

Nivîskarê ku li gor dilê xwe, li gor stîla/şêweya xwe nenivîse, nikare li gor dilê hinekan binivîse. Dema nivîskarek li gor kesên din, yan jî bi emir/ferman û talîmatan binivîse, ew nivîs nabe nivîs, ew berhem nabe berhemeke bi rêkûpêk ya edebî. Dibe tişteke din. Nivîskarê ku bi fikrê xwe azad birame, li gor ramanên xwe jiyanê û civakê binirxîne û li gor zanîna xwe bûyeran şîrove bike, dikare bi hawakî azad berhemên xwe biafrîne.

Helbet, divê nivîskar li gor xwe û bi dilê xwe binivîse, lê xwendevanan jî bifikire. Ew dema berhemeke biafrîne, divê bifikire ku wî bi vê berhema xwe çi hêjayî pêkaniye? Çi daye xwendevanan? Di kîjan hêlê de, dê xwendevan ji berhema wî siûdê werbigrin?

Nivîskar xwendevanên xwe hilnabijêrin, lê xwendevan nivîskarên xwe hildibijêrin. Mesela li Tirkiyê bi sedan nivîskar hene û hersal bi sedan pirtûkên nû têne weşandin. Nemimkûne ku mirov -xwendevan- tevan bikire û bixwîne. Xwendevan di nav wan nivîskaran de, hinek nivîskar hildibijêre û pirtûkên wan dikire û dixwîne. Ez bi xwe, wek xwendevanekî, dema pirtûkên hinek nivîskaran, herwekî; Pirtûkên Yaşar Kemal, Ahmed Altan, derdikevin, dikirim û dixwînim. Lê, di gel ku ez ewqas pir pirtûk dixwînim jî, ez nikarim yên tevan, hemû pirtûkên temamê nivîskarên Tirkiyê bikirim û bixwînim.

Helbet, ji bo pirtûkên kurdî yên nivîskarên kurd rewş cuda ye. Ez bêku ferq bixim nav nivîskarên kurd, bêku ji xwe re hinek nivîskara helbijêrim, temamê pirtûkên nivîskarên kurd ên ku bi dest bixim, bikirim, dixwînim. Tu nivîskarekî kurd tune ku min pirtûkên wî/wê nexwendiye. (Heger hinek ji ber çavên min reviyane, min ew nedîtiye û nekiriye bila nivîskarên wan li min biburin. Ez bi taybetî dixwazin berhemên yekem ên nivîskarên nû bixwînim û binirxînim. Di kîjan nivîskarê nû de cewher heye dixwazim bibînim.) Min tev ên ku ketine destê min, ango ên ku min kiriye min xwendiye û min li ser gelekan jî nivîsên danasînê nivîsiye.

Mijarên ku nivîskar li ser dinivîsin, di serî de nivîskar eleqeder dike. Nivîskar li gor întereseya xwe, jê hezkirin û heyecana xwe tercîha xwe dike û li ser mijara ku tercîh kiriye dinivîse. Tercîha ku nivîskar kiriye, tercîha wî ya şexsî ye. Ev tercîh li gor dilê hinekan e yan nîn e, ji bo nivîskar ewqas girîng nîn e. Lê, helbet ew dixwaze ku tercîha ku wî kiriye, mijara ku bi şêweya edebî afirandiye, ji alî xwendevanan ve jî bê ecibandin.

Xwendevan, babeta ku nivîskar helbijartiye, mijara ku nivîsiye biecibînin yan na, êdî ew aîdê întreseya xwendevanan e. Heger xwendevan biecibînin û ji mijarê hez bikin, dê berhemê bi dilxweşî bixwînin.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply