CEZAYÊ MAÇEKÊ (Folklorîk)

Dibêjin, paşayekî mêrê sê jinan hebûye.
Paşê ji hers ê jinên xwe jî pir hezdikir.
Lê ji hersê jinan, tenê keçeke wî hebûye.
Keçik jî, pirî dela bû, meriv digot qey hîv û roj li ber rû û bejna wê hatine wergirtin.
Zilamek jî li bajarê Paşê hebûye.
Ew zilam gelek zana, bîrewer û di nava xelkê de bi rûmet bûye.
Xelkê bajêr pirî ku rêz lê digirtion, Paşê fikar dikir û ew zilam cihê wî bigire.
Paşê gotiye wî zilamî, were bibe jîrikê min.
Zilam daxwaza Paşê qebûl nekiriye
Biraziyekî xort ê zilamê zana hebûye, dil ketiye keça Paşê û xwe bi xwe gotiye:
-Ez ê rojekê herim rûyê keça Paşê maç bikim, bila xelk pê bihise, êdî kes wê naxwaze û wê ji min re bimîne.
Ew Xort rojekê çûye nava baxçeyê Paşê û dîtiye ku Keça Paşê bi tena serê xwe li ser birkê rûniştiye û hema gulên rengareng bihn dike. Hêdîka çûye û xwe avêtiye serê, ruyê wê maç kiriye û bazdaye, çûye.
Notirvanekî Paşê dema dîtiye ku wî Xortî ruyê keça Paşê maç kiriye, hema bi bez çûye serayê û gotiye Paşê ku lawê filankeso ruyê keça te maç kir û bezda çû.
Paşê ad wad ji xwe dane û gotiye:
-Ez wî xortî li kurê bigrim, ez ê hêlik û pilikên wî jêbikim.
Û Paşê gotiye notirvanê xwe:
-Lawo, tu vê meselê ji kesî re nebêjî. Eger xelk pê bihise, ez ê mecbûr bimînim ku keça xwe bidim wî.
Demekurtek şûnde, dengê jêkirina hêlik û pilikên wî Xortî, li nava bajêr belav bûye û xelk pê hisiyaye.
Ew xort jî reviyaye û çûye xwe di nava qul û qewêreyên daristanê de veşartiye.
Dema Zilamê Zana bihîztiye ku Paşa sondika biraziyê wî xwariye, ew jî rabûye û çûye ba Paşê, gotiye:
-Paşayê min. Te çend car gote min ku ez bibim jîrikê te, min ewçav nedixwest. Lê niha ez amade me ku jîriktiya te bikim.
Paşê gotiye:
-Wey li ser seran û li ser çavan.
Paşê kincên jîriktiyê lê kirine, payeya aqilmendiyê pê ve kiriye, koçkek jê re raxistiye û meaşekî jê re daye girêdan. Êdî her kesî gotiye wî, Jîrikê Paşê.
Lê hinekan jî kenê xwe pê kiriye û gotiye: Paşa fermana biraziyê wî daye û ew jî çûye bûye jîrikê Paşê…
Biraziyê Jîrik dema seh kiriye ku mamê wî bûye Jîrikê Paşê, sondika mamê xwe xwariye û gotiye: Ez mamê xwe li kurê bibînim, ez ê wî bikujim.
XXX
Roje ji rojan Jîrik derketiye piyasê û bi peyatî çûye li nava daristê geriyaye. Ha ku dîtiye, wa ye biraziyê wî li ser rê sekiniye û gotiye:
– Mamo, îcar tu yê îro çewa ji destê min xilas bibiî? Ez ê te bikujim.
Jîrik gotiye biraziyê xwe:
-Lawo, ez mamê te me. Çima tu dê min bikujî?
Birazî gotiye:
-Lêêê, Paşê fermana jêkirina hêlik û pilikên min daye û tu jî çû û bûyî jîrikê wî, ez ê te bikujim.
Jîrik gotiye biraziyê xwe:
-Lawo, ez ji bo hêlik û pilikên te ji jêkirinê xilas bikim, bûme jîrikê Paşê.
Çîroka min çû nava dehl û deviyan.
Rehma Xwedê li dê û bavên me hemiyan.
Zeynelabidin Zinar
________________________________________________________
Ev çîrok bi riya telefonê, ji devê Mihemedê Êlihî hatiye wergirtin, 21/ 12/ 2020.

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply