Teknîka herikîna hiş di vegotina postmodern de

Tevî ku navnîşana mijarê nîşan dide ku teknîka herikîna hiş (stream of conciseness) diyardeyeke taybet bi çîroka postmodern e, lê bi rastî ev teknîka wêjeyî di çîroka modern de jî pir tê bikaranîn.

Di çîrokeke klasîk de hûn bi çarçoveyeke wiha re rûbirû dimînin: Hîwa bi otomobîlê li bavê Şêrînê dide. Bavê Şêrînê dikeve nexweşxaneyê. Şêrîn û Hîwa dil dikevin hev û ji hev hez dikin. Bavê Şêrînê dimire. Evîna Şêrînê ji Hîwa re dibe rik û kîndarî. Hîwa bi destê Şêrînê tê kuştin. Ango tecrûbe wek rastiyeke neguhêr derketine holê û ji xeynî egerên ku mumkin e xwîner pêşbînî bike û di naveroka bûyeran de diyar be, tu paşxaneke me ya dîtir tune.

Gava ku hûn teknîka herikîna hiş bikar tînin, divê hûn tiştên negotî yan beşên axaftinê yên ku nehatine gotin (pre speech level) li ser tiştên gotî ferz bikin. Ferzkirineke ku bikare di çîrokê de çalak, diyarîker û hokarder be. Divê xwîner bi temamî hest bi wan gotinan bike ku ji devê kesî nehatine der.

Lê berevajî romanên klasîk ên polîsî, ne merc e xwîner bi nirxandina wan tiştên negotî yên ku nivîskar ew di nav diyalogan û carna bêdengiyan de nivîsîne, bi nerîngeheke giştî bigihe çareseriyê. Yanî nabe ew tiştên negotî yên nivîsandî bi rola mamikekê (nihêniyekê) rabin ku bi rêya danîna wan li tenişta hev, pirsên di çîrokê de çareser bibin. Yan nabe bi rêya bikaranîna wê teknîkê nexşeyek ji mejî û rabirdûya karakter ji xwîner re bê kişandin (wek çîrokên derûnnasî.)

Di heman demê de divê di dema bikaranîna vê teknîkê de nivîskar ji wê yekê miqate be ku mejiyê xwîner tûşî zor ji hev vebirîna mandûker û bê encam neke. Ev diyarde bêhtir wê çaxê rû dide dema nivîskar bilez û bez ji rêveçûna çîrokê dadebire û bêyî ku binemayek weke pênase ji xwîner re diyar kiribe, wî bi dû xwe de bi vî alî û wî alî de bikişkişîne.

Harald Weinrich dibêje divê hûn ji bo anîna holê ya rabirdû (mumkin e dahatû jî) pêşî zemînekê dabîn bikin ku bûyer li ser wê zemînê ber bi pêş ve here. Herçiqasî ew zemîn ne dûz û rast be jî, lê dîsa binemayek e ku xwîner li ser wê binemayê tutiştî winda nake û tûşî ji hev vebirînê nabe.

Di dema bikaranîna teknîka herikîna hiş de, xala ku pir girîng e, ew e vegera li mejiyê karakteran û gotinên wan ên negotî nabe bê piştevan bimîne. Bi wê wateya ku divê kirdarê diyar û eşkere yê karakter di dirêjiya rêveçûna hişê wî de be, heke na xwîner baweriyê bi we nake û bêhtir dibin sedemê ji hev vebirîna cih û mekanê xwîner ji çîrokê û qet ne dûr e hemû hewldanên we ji bo bikaranîna teknîka herikîna hiş weke kefteleft û kêferata mejiyekî ne saxlem xuya bike.

Pir girîng e di egera bikaranîna vê teknîkê de, tew ji bo careke tenê jî di çîrok an romanekê de, divê bandora wan tiştîn negotî yên hizrî li ser dirûv an derûn û kirdar û bertekên kesayetiyan derkeve. Wek mînak di çîroka jor de tê pêşbînîkirin eger beriya kuştina Hîwa, teknîka herikîna hiş ji Şêrînê re bihata kirin, pêkan bû di nav wê de piştevaniyeke hizrî ji bo wê kuştinê di nav tiştên negotî de derketiba.

Yanî kirdara kuştinê ji hêla tiştên negotî yên Şêrînê bê piştgirîkirin. (Helbet ev mînakeke sadekirî ye, heke na mijar aloztir e.) Wek çawa nîgarkêşek ji taybetmendiya rengan sûdê werdigire ku tiştekî derbarê kesayetiyên nav nîgara xwe bêje. Divê nivîskar jî binema û hîmên ruhî û derûnî yên kesayetiyên xwe perwerde bike û xwîner bigihîne baweriyê.

Wek mînak li vir mumkin e nivîskar bi îmajê me têbigihîne ku Şêrîn di malbateke girtî de mezin bûye, yan ji gotinên xelkê ditirse, lewra destê xwe daye wî karî. Şêrîn di hemû jiyana xwe de tirsiyaye li hember kêşeyan raweste û hertim ji wan reviyaye, lê vê carê dixwaze tola wan hemû salan bistîne.

Di dawî de amaje bi xaleke pir girîng pêwist e. Di çîrok an romanekê de ku teknîka herikîna hiş hatibe bikaranîn, wek her şêwazeke nivîsandinê kirdar di nava tekstê de belav dibin. Ji ber rêwîtiyeke zemanî ku di nav çîrokên bi vî rengî de pir rû didin, pir girîng e kirdar bi hûrbînî û tedbîr bên bikaranîn.

Tevî ku dibe di çîrok an romaneke wiha de ji hev dabiran û qut qutîbûna çîrokê pir rû bide, lê di her rewşekê de divê cihê nivîskar diyar be. Divê cihê çîrokê û tew cihê xwînerê wê jî diyar be. Berbesteke nivîskar tune ji bilî mejiyê wî, ango divê bikare hertiştî bi şêweyeke hestpênekirî birêve bibe û kontrol bike.

Bi gotineke din divê nivîskar di navbera dema bûyeran û hizrînên hevdem de pir hûrbîn be. Ewqasî hûrbîn be ku xwîner gava bûyeran û hizrînan û demjimêra destê xwe li tihêla hev datîne, tûşî sergêjiyê nebe û bikare ji bo her bûyer û hizrînekê rûpeleke cihê di mejiyê xwe de veke.

Enwer Ebasî-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply