Tobe (Xutbe)

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا تُوبُوا إِلَى اللَّهِ تَوْبَةً نَصُوحًا عَسَى رَبُّكُمْ أَنْ يُكَفِّرَ عَنْكُمْ سَيِّئَاتِكُمْ وَيُدْخِلَكُمْ جَنَّاتٍ تَجْرِي مِنْ تَحْتِهَا الْأَنْهَارُ يَوْمَ لَا يُخْزِي اللَّهُ النَّبِيَّ وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ نُورُهُمْ يَسْعَى بَيْنَ أَيْدِيهِمْ وَبِأَيْمَانِهِمْ يَقُولُونَ رَبَّنَا أَتْمِمْ لَنَا نُورَنَا وَاغْفِرْ لَنَا إِنَّكَ عَلَى كُلِّ شَيْءٍ قَدِيرٌ (8)  التحريم                                                                                                                        

Bawermendên birûmet!

Însan bi teşeyeke ku karibe xêr û gunehan bike hatiye afirandin. Qet gunehnekirin ji taybetmendiyên milyaketan e û qet xêrnekirin jî, ji yên şeytan e. Xuda Teala bi rêya pêxemberan xêr û guneh bi me dane zanîn, emrê me kiriye bi qenciyê û men’a me jî kiriye ji xirabiyê. Kesê misilman gava ku bêyî hemdê xwe gunehek kir, pêwîst e di demeke herî nêz de tobe bike. Lewre guneh perdeyeke di nav Xuda Teala û bendeyên wî de ye. Gihîştina xweşî û seadeta ebedî bi rakirina wê perdeyê guncan e. Rêya paqijkirina ji gunehan bi tobekirina bi bal Xuda Teala ve ye. Tobe ew e ku terka gunehan bike û soz bide ku careke din li wan venegere. Şertê tobê sisê ne: 1- Ji gunehan xwe biparêze. 2- Li kirina gunehên ku kiriye poşman bibe. 3- Soz bide ku careke din wan gunehan neke. Eger gunehên ku kiriye bikeve mafê mirovan, wê demê yan wê mafê wan ji stûyê xwe eda bike û yan jî wê xwe bi wan bide helalkirin.

Misilmanên birûmet!

Kesê misilman pêwîst e ku lezê li kirina tobê bike. Paşxistina tobê jî xetereyeke mezin e. Lewre kirina gunehan li ser gunehan dilê mirov reş dike û dikeve rewşeke wisa ku êdî nayê paqijkirin û dibe ku bi hatina nexweşî û mirineke ji nişka ve jî fersenda tobê jê re nemîne. Ji bo vê yekê pêwîst e ku kesê gunehkar pê re pê re tobe bike û di pey de jî xêreke ku wî gunehî jê bibe, bike. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Gelî bawermendan! Berê xwe bidin Xuda û ji dil û can tobe bikin. Hêvî heye ku perwerdê we li gunehên we bibore û we bixe bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Ew roja ku Xudayê mezin, pêxember û bawermendên ku ligel wî ne riswa nake û nade şermê, ronahiya wan dê li pêşî û aliyê wan ê rastê biçe. Dibêjin: Xudayê me! Ronahiya me temam bike û me bibexşîne. Bi rastî tu, li ser her tiştî xwedanhêzî.”[1] Vêca kesê piştî neheqiya xwe poşman bibe û hal û tevgerên xwe rast bike, bi rastî Xuda Teala dê tobeya wî qebûl bike. Bêguman Xuda Teala bexşende û dilovan e.”[2] Di her du aliyên rojê  û demeke ji şevê de nimêj bike. Bi rastî qencî neqenciyan jê dibin. Eva ha ji bîrbiran re bîranînek e .”[3] Pexemberê me jî di vê derbarê de wiha dibêje: “Gelî mirovan! Tobe bikin bi bal Xuda Teala ve. Lewre ez di rojê de sed carî tobe dikim.”[4] “Tu li ku dibî bibe ji Xuda Teala bitirse. Gava ku gunehek ji te peyda bû di pey de xêrekê jî bike da ku jê bibe.”[5]

Misilmanên birûmet!

Nexwe em bi dil û can ji gunehên xwe tobe bikin. Bi barandina hêstirên poşmaniyê xwe ji wan gunehan paqij bikin û xwe bi xwedî mafan jî bidin helalkirin. Bila em ji bîr nekin :”Ew kesên ku ji gunehên xwe bi dil û can tobe bike weke ku guneh nekiribin.”[6] Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “(Ya Muhemmed) tu bêje: Gelî bendeyên min ên ku li hemberî xwe (bi gunehan) sînor derbas kirin! Ji dilovaniya Xuda bê hêvî nebin. Bi rastî Xuda Teala li temamê gunehan dibore. Bêguman bexşende û dilovan her ew e.[7]

Mele Cewadê Girdarî-ÇANDNAME

[1]  Et-Tehrîm 8.

[2]  El-Maîde 39.

[3]  Hûd 114.

[4]  Mislim 2702.

[5]  Teberanî

[6]  Îbnî Maceh

[7]  Ez-Zumer 53.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply