Taybetîyên Rastiyên Pirsiyariya li Rusya de û veguhertinên wê yî borcuwazî û demokrasî (Rusya Berê)

“Tevî li lastîkbûna bîr û bawerîya “Mafeyê Netewan di Nîşankirina Çarenûsa xwe de”, tevî ku ewaya ji tiştên giştîyî xurû ve tête biderkevtin û diyare, ku ew nebes tenê li ser Miletên Rusya de, lêbelê jî ew li ser wan Miletan de, yên ku ew li Cerministan û Nemsa de, li Siwêsra û Siwêd de, li Emerîka û Awsturalyan de têtin bijîyandin, mîna hev dikare bête bicihanîn, em wê hîç di yekek bernama Partîyên Sosyalistîyî Nuh de nadin bidîtin.” (“Przeglad” Jm. 6, R. 483).

Weha Roza Luksumburg di destpêkirina hêrîşa xwe de li ser benda nehan de ji bernama Markisistî dide binivîsandin. Di wê çaxa ku ew nav bi dû me de dide bixistin, ku me ev benda bernameyê mîna “tiştên giştîyî xurû” daye bidanîn, weha bi xwe jî ve Roza Luksumburg xwe duçarî vê gunehbarîya hanê dide bikirin, gava ku ew bi mêrxasîyeke pêkenîn ve dide bizanîn, ku ev deqa hanê “diyare mîna hev” li ser Rusya, Cerministan û hd.., de dê bikare “bête bicihanîn”.

Diyare, em dixwazin bidin bersivkirin, ku Roza Luksumburg di gotara xwe de dayite bixwestin, ku ew komekê ji şaşbûnên hişîtîyê bide bipêşkeşkirin, yên ku ew ji bona fêrbûna erkên karên malêyî Şagirtên dibustanan bi başî ve têtin bidîtin. Jiber pevika Roza luksumburg ji serî û binî bi hîç û pûçe ve û ew qeşmerîyeke bi danîna pirsiyarîyê ve di rewşeke mêjûyîyî rastî de dide biderxistin.

Heger Merov bernameya Markisistî ne bi zarotî ve, lêbelê bi şêweyekî Markisistî ve lê bide bivenerandin, weha bi rastî ve liberketina wê bi dijwarî ve nayête bidîtin, ku ew bi xwe ve bi tevgerên milîyî Burcuwazîyî demokrasî ve tête bigirêdan. Gava evaya bi xwe jî ve wisa bête biderkevtin -û bê gûman jî ew bi xwe jî ve wisa tête biderkevtin-, wê çaxê bi “diyarî” jê ve tête biderketin, ku ev bernameya hanê “bi şêweyekî tevayî” ve û hd… li ser tevaya rewşên tevgerên milîyî bourcuwazîyî demokrasî de xwe dide bicihanîn.

Ne bi kêm jî ve ji bona Roza Luksumburg li nik remankirinek biçûk jî de dê ev encama hanê jî jêre bihata bidiyarkirin, ku bernameya me bi xwe ve bes û bi tenha xwe ve li ser wan rewşan de dide bicihanîn, li cihên ku tevgereke weha tête bidîtin. Heger ku Roza Luksumburg li ser van deqên diyar de kûr reman bida bikirin, weha dê wê bê westandineke taybetî bida binasîn, bê ka wê çi axivtinên hîç û pûç dane bikirin. Di wê çaxa ku ew bi dû me ve nav dide bixistin, ku me “Tiştên Giştî” dane bianîn, ew dijî me vî eşkerebûnê dide bikaranîn, ku di bernameya welatan de, yên ku di nava wan de tu tevgerên milîyî borcuwazîyî demokrasî nayên bipeydakirin, der barê Mafeyê Netewan de der Nîşankirina Çarenûsa xwe de hîç peyvek nayête bidîtin.

Eşekerebûne jîrbûn jê tê xwar! Beramberkirina berhev pêşveketinên siyasî û aburîyî welatên cuda, herwehajî pêrejî beramberkirina berhev bernameyên wanî Markisistî jî ji deqa dîtina Markisistîyê bi xwe jî ve girinbûneke wêyî pir mezin tête bidîtin; jiber herwehajî serûştîya giştîyî sermeyedarîya dewletên nuh, herwehajî pêrejî Qanûna pêşveketina wanî giştî jî guman li wan de nayête bikirin. Lêbelê beramberkirineke berhevî wisa divê Merov bi hişitî ve bide bikirin. Mercê pêşî jî ji bona rewşenkirina vê pirsê tête biderkevtin, magelo pêlên pêşketinên mêjûyî, yên welatên ku ew ligel hev de têtin biberamberkirin, bi yek diger têtin biberamberkirin yan na. Bernameya Çandinîya Markisistên Rusya ji bona nimûne, bes û bi tenha ve Nezanên bi carekê ve (mîna Mîr J. Trobêzkoyi di “Ruskeya Misil”[1] de ligel bernameyên Ewropa Rojavayî dikarîn bidin “biberamberkirin”; jiber bernameya me bersiva pirsa girêdayî bi veguhertinên borcuwazîyî demokrasî ve di pêwendîyên çandinyê de dide bidan, ya ku li ser wê de li welatên Rojava de nema bêtir peyv li ser de tête bikirin.

Wehajî ligel pirsiyarîya milî jî tête bikirin. Di piranîya welatên Rojava de ji mêj ve pirsiyarîya milî hatîye biçarekirin. Ev bi xwe ve bi cihê pê kenînê ve tête biderkevtin, ku di bernameyên Rojava de bersiva pirsên,

yên ku ew li wê derê de nayêtin bidîtin, lê bête bigerandin.

Roza Luksumburg bi xwe ve li vê derê de bingehtirîn tişt di ser guhê xwe re date biavêtin: Cudabûna di navbera wan welatên ku ji mêj de veguhertinên borcuwazîyî demokrasî di nava wan de hatine bidawîkirin û welatên ku ew veguhertinên hanê jî hêjî di nava wan de jî nehatine nidawîkirin.

Di vê cudabûna hanê de cewhera tevaya pirsiyarîyê tête bidîtin. Guhpênedana bi carekê ve ji bona vê cudabûna hanê gotara Roza Luksumburg, ya ku bi xwe jî ve ew tanî radeyekî jî pir bi dirêj ve tête biderkevtin, nala komekê ji tiştên giştîyî hîç û pûç date biderxistin. Li Ewropa Rojava de, li Bejayê de, di pêla şûreşên borcuwazîyî demokrasî de tanî radeyekî demeke nîşankirî dide bigirtin, ku ew bigir ji 1789 tanî 1871 de tête bikişandin. Ev pêla hanê bi xwe ve pêla tevgerên milî û pêkhatina dewletên milî bi xwe ve dide biderxistin.

Piştî bi dawî hatina vê pêla hanê de Ewropa Rojava bi ser û çarên xwe ve nala rêstikekê ji dewletên borcuwazî dihate bidîtin û li gora rêzanê de ew ji dewletên milîyî yekane dihate biderkevtin. Iro di bernameyên Sosyalistên Ewropa Rojava de li Mafeyê Nîşankirina Çarenûsa xwe de bête bigerandin, evaya dide biderxistin, ku di Alfebaya Markisistîyê de nehatîye biliberketin.

Der Ewropa Rojhilat de û der Asya de dewrana şûreşên borcuwazî û demokrasî bi xwe ve der sala 1905 de dayite bidestpêkirin. Şûreşên li Rusya de, li îranê de, li Turkîyê de, li Çînê de, Cengên li Belkanê de -ev bi xwe ve zincîrekê ji rûdanên cîhana pêla me di “Rojhilata” me de didin biderxistin.

Di vê zincîra hanê de ji rûdanan bes û bi tenha xwe ve Korek şiyarbûna /tevaya rêzekê/ ji tevgerên milîyî borcuwazîyî demokrasî û ji mêldarîyan ji bona afirandina dewletên milîyî serbixwe û milîyî yekane nikare bide bidîtin. Jibervêjî û bes û bi tenhajî ve jiber ku Rusya ligel welatên hemsayên xwe de niha ew di vê pêla hanê re têtin biderbaskirin, em di bernameya xwe de danîna deqa li ser Mafeyê Netewan de di Nîşankirina Çarenûsa xwe de bi pêwistî ve didin bidîtin.

De bera em piçekî din hêjî li ser wergirtinê de ji gotara jorîyî hatîyî Roza luksumburg de bidin bicûyîn. Ew dide binivîsandin : “Bi taybetî ve der bernameya partîyekê de, ya ku ew di dewletekê de di suwarkirina xweyî milîyî pir rengîn de dide bikarkirin û ji bona wê pirsiyarîya milî roleke pir pêşekî dide biyarîkirin- yanî der Bernama Sosyalistê Demokrasîyî Nemsawî de, bîr û bawerîya Mafeyê Netewan di Nîşankirina Çarenûsa xwe de nayête bidîtin” (kanîya pêşî bi xwe). Weha Merov dixwaze Xwendevanan “bi taybetî ve” di rêya nimûna Nemsawî de bide bawermendîkirin.

De bara em carekê bi xwe jî ve ji dîtina mêjûyîyî rastî bidin bitemaşekirin, bê magelo di vê nimûna hanê de jî pir jîrbûn têde tête bidîtin.

Yekem, em pirsa bingehî didin bikirin, eya şûreşa borcuwazîyî demokrasî hatîye bidawîkirin?

Li Nemsa de wê di sala 1848 date bidestpêkirin û ew der sala 1867 de hate bidawîkirin. Ji wê çaxê de bigir ji nîvsedsalî de li wê derê de bi giştî ve destûreke borcuwazîyî hîmkî tête bizalkirin û li ser zemîna wêna de Partîya Kargerîyî eşkere bi eşkere ve dide bikarkirin. Jiber vê yeka hanê jî der mercên pêşveketina Nemsawîyî navxwe de (yanî ji deqa dîtina pêşveketina sermeyedarîyê li Nemsa de bi giştî ve û di nava Miletên wêyî cuda de bi taybetî ve) hîç pêkêr nayêtin bidîtin, yên ku ew çengbûnan didin bipêwistkirin, yên ku tengalkirina diyarbûna wan dikarin dewletên milîyî serbixwe bidin bipeydakirin.

heger Roza Luksumburg di beramberkirina xwe de dide bimerckirin, ku Rusya xwe di vê deqa hanê de di pêwendîyên mîna hev de ligel Nemsa de dide bidîtin, ew ne bes tenê bi xwe ve rê dide bidan, ku ew danînekê ji binî de û dijî mêjûyî dide bidanîn, lêbelîjî bê agehdarî jî ew ber bi Remanên Wêrankirinê ve tête bişemitandin.

Duwem, pêwendîyeke bi carekê cuda ve, di pirsiyarîya ku ew me dide bimijûlkirin, di navbera milîbûnên de li Nemsa û Rusya de jîyandî tête bidîtin, ya ku jêre giringbûna wêyî taybetîyî gewre tête biderkevtin. Nemsa ne bes tenê ji mêj de dewletek bû, ya ku têde Elemanan pirbûn didan bipêkanîn, lêbelêjî Elemanên Nemsawî jî daxwaz ji bona zalbûna xwe li ser tevaya Netewê Eleman de bi carekê ve didan biberzkirin.

Dibe, ku Roza Luksumburg, (mîna ku ew dibêje, ku ew ji tiştên giştî, ji şablonan û ji rûtbûnan bi xwe ve nade bihezkirin…), ji qenciya xwe dê bide bibîrxistin, ku ev “dilbijandina” hanê der cenga sala 1866 de hatibû binabûdkirin. Netewê ku li Nemsa de fermanrewa bû, yanî Netewê Eleman, wî xwe derveyî dewleta Elemanîyî serbixwe date bidîtin, ya ku ew di dawîya dawî de der sala 1871 de hatibû bipêkanîn.

Ji alîyê din de xwetevdana Meceristan ji bona pêkanîna dewleteke milîyî serbixwe ew bi xwe ve di sala 1849 de di bin lêdanên Sipahê Rusîyî Derebegî de hate bitarûmarkirin. Weha rewşeke pir bi taybetî ve xwe date biderxistin:

Meceran û di pişt re jî Çîkan jî ne bes tenê ew mêldarîya cihêbûnê ji Nemsa nadin bikirin, lêbelê jî hêjîbêtir ew mêldarîya parastina yekitîya Nemsa didin bikirin, û evaya jî bi xwe jî ve wan ji bona serxwebûna milî didan bikirin, ya ku ew ji bal hemsayên bêtir talanker û bêtir xurttir dikarîbû bi carekê ve bihata binabûdkirin! Nemsa di encamê vê rewşa pir bi taybetî ve bi dewleteke Du Navînî (Du Serî) dihate biderkevtin û ew niha xwe ji bona dewleteke Sê Navînî (Sê Serî: Eleman, Mecer û Silavî) dide biveguhertin.

Magelo tiştekî wisa bi vî rengî li Rusya de tête bipeydakirin” Magelo li nik me de “Miletên Nerusî” mêldarîya Yekitîyê ligel Rusên Mezin de didin bikirin, da ku ew xwe ji metirsîyeke din bidin bivegirtin, ya ku ew hêjî ji ya niha bêtir ji sitemgêrîya milî didin bihilgirtin”

Evaya bi xwe ve dide bitêrkirin, ku ev pirsa hanê bête bikirin, da ku em bizanibin, çend bi hîç û pûçe ve, bi vir û nezanîtî ve tête biderkevtin, gava Merov di navbera Rusya û Nemsa de di derbarê Mafeyê Netewan de di Nîşankirina

Çarenûsa xwe de dide biberamberîhevkirin. Pêwendîyên taybetîyî Rusya derbarê pirsiyarîya milî de, ligel yên ku em wan li Nemsa de didin bidîtin, ew bi xwe ve bi carekê ve bi dij ve tête biderkevtin. Rusya bi dewleteke milîyî xwedan yek serî ve tête biderkevtin: ku ew jî Rusên Mezinin. Rusên Mezin di heremeke mezinî bi hev girêdayî ve têtin bijîyandin û serjimara wan nêzîka 70 melyon Nefer tête biderketin.

Taybetîyên vê dewleta milî ev in:

  1. Ku “Miletên Nerusî”, (yên ku ew di tevaya xwe de piranîya Xelkê didin biderxistin: 57%), ew bi xwe jî ve li heremên kenarên welêt de têtin bijîyandin.
  2. Ku sitemgêrîya beramberî van Miletên Nerusî bi gelekî notir ve tête bidîtin, ji ya ku ew li nik dewletên hemsa de tête bidîtin (û ev jî ne bes tenê jî di dewletên Ewropî de jî tête bidîtin).
  3. Ku pir ji caran milîbûnên sitemkêş, yên ku ew li heremên kenarên welêt de têtin bijîyandin, Merovên wan li alîyê din de ji sînor bi serxwebûneke milîyî firehtir ji ya wan têtin bixwedankirin. (Weha tête bitêrkirin, ku em ji bona nimûne bi tenha ve li ser sînorê Rojava û Jêrî welêt de bidin bibîrxistin: ku li wir de Finlendî, Siwêdî, Lehistanî (Polonî), Okrayînî û Romanî têtin bijîyandin).
  4. Ku pêşveketina sermeyedarîyê û giştîbûna berzbûna ferhengî li nik “Miletên Nerusî” de di heremên kenarên welêt de ji Navrastîya welêt pir caran ew bilindtir tête bidîtin. Dawî jî em dibînin, ku di dewletên Asyayî hemsa de bi xwe jî ve pêla şûreşên borcuwazî tevgerên milî daye bidestpêkirin, ya ku tanî radeyekî xwe bi ser Merovên wan milîbûnan de daye birakişandin, yên ku ew li heremên kenarên welêt de têtin bijîyandin. Weha bi vî corî ve bi xwe ve taybetîyên rastîyî mêjûyî pirsiyarîya milî li Rusya de li ser me de bi giringî û bi pêwistî ve didin bineçarkirin, ku em di vê qonaxa hanê de bi Mafeyê Netewan der Nîşankirina Çarenûsa xwe de pê bêtin birûniştin. Tevlivêjî peyva Roza Luksumburg, ku di bernameya Sosiyal Demokratên Nemsawî de hîç pêrûniştinek derbarê Mafeyê Netewan der Nîşankirina Çarenûsa xwe de têde nayête bidîtin, bi xwe jî ve ji alîyê rûdanên bi serê xwe jî ve bi rast ve nayête biderkevtin. Ji bona me bes dide bitêrkirin, ku em li pirotokolê Kongirê Birûn de bidin bitemaşekirin, yê ku têde bernameya milî hatîye biwergirtin û em têde dazanînan dibînin, yên ku ew ji bal Sosiyal Demokratê Rûtiniş Hankevitş de bi navê tevaya Wenerîya Okrayînê (Rûtinîş) hatine bidan (R. 85 ji Pirotokol) û her wehajî yên ku ew ji bal Sosiyal Demokratê Polonî de Reger bi navê tevaya Wenerîya Polonî ve hatine bidan (R. 108).

Li gora wan dazanînan hanê de hatîye binivîsandin, ku Sosiyal Demokratên Nemsawî ji bona herdu Netewên bi navkirî ve pişta xebata wan û herwehajî têde xebata wan ji bona yekitîya milî, azadyê û serxwebûna Miletên wan didin bigirtin. Tevî ku Sosiyal Demokratên Nemsawî Mafeyê Netewan der Nîşankirina Çarenûsa xwe de raste rû di bernameya xwe jî de nedane bidanîn, lêbelê jî pêrejî ew bi carekê ve pê tête birûniştin, ku hin Desteyên Partî daxwazê ji bona serxwebûna milî bidin bilindkirin. Serûştîye, ku ev bi xwe jî ve bi pêrûniştina Mafeyê Netewan der Nîşankirina Çarenûsa xwe de bi rastî ve dide biderxistin! Weha nimûneya Nemsa, ya ku Rosa Luksumburg ji xwe re dide bianîn, ew bi / her/ awayekî ve li ser wê de tête biwergerandin.

Dr. M. S. Cuma-Derbarê Mafeyê Netewan di Nîşankirîna Çarenûsa xwe de

[1]“Ruskaya Misil” (Remana Rusî) Kovereke Mehaneyî borcuwazîyî Liberalî bû, ku ew ji sala 1880 de li Mosko de dihate derketin, Piştî Şûreşa sala 1905 de ew ji bona Organê Perê Rastî Partîya kadêtan ve hate biveguhertin, Di vê dema hanê de Lenin “Ruskaya Misil” bi “Tisemosotenaya Misil” (Remana Sedên Reş) ve dida binavkirin. Ev kovara hanê derketîna wê di nîvê sala 1918 de hate biqedexekiri

Derbar ziman

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply