Cergê wê tije bibû, ji axîn û janên sedsalî. Hesret û hizora xwe ji nava xwîna keliyayî a bedena westiyay çirçirand. Here kîjan birîna bedena vê axê derman bike , kîjan rupela dîrokê bigoherîne, kîjan sinorên mirinê pak bike ji çîrokên veşartî, kîjan helbest u romanê ji dilê welatê rojê binvîse û bixwîne. Yekîtî û zanîn u jîr pêwîstin ji …
Tebax, 2021
Adar, 2021
-
25 Adar
Peyv
‘‘-Mîrê min tu çi dixwinî -Peyv, peyv, tenê peyvan…’’ (Shakespeare) Erê. Peyv, peyv, tenê peyvan… Heke meriv dixwîne, dinivîse, diaxive, dikene, diqêre, dipelîne, direve, ser dikeve, berze dike, dixapîne, hez dike, maçî dike, bêdeng dimîne yanê ew zerf û etîketên ku em her demekê û her derekî bikar tînin peyv in; êdî me bivêt an nevêt… Peyv malê me hemûyan …
Sibat, 2021
-
14 Sibat
PEYVA ALÛ
Peyv û paşgira “alû”yê yek ji wan peyv û paşgiran e ku winda bûye û di kûnc û goşeya çend peyvekê de maye û hew. Di demekê û zimanê berê de gelek roldar û hêzdar bûye. Bo zêdetir nasîn û rol û wateya wê di zimên de em ê di kurte nivîsekê de û bi çend mînakan, wê şênberwate û …
-
7 Sibat
Peyva DÛŞ
Peyva “dûş” yan jî “Diş”ê yek ji wan peyvên Pehlewanî ye ku ta niha jî di zimên de roldar e, lê bi çend reng û wateyên cur bi cur. Dûş tê wateya “xêrnexwar, neyar, a hember, li hember sekinîn, nexwaz, bed, xerab” hwd.. lê em dibînin di zimanê Sumerî de bûye “DIZ” ango “zêz, sûv, vaj, vajû, bervajû, bervajî, ne …
Gulan, 2018
-
17 Gulan
Gelo Tirkî Peyv Ji Kurdî Wergirtine ?
Gelek caran ereban û bi taybetî jî tirkan hem zilm û neheqî û hem jî qerf û tinaziyên xwe bi zimanê kurdî kiriye. Heta vê dawiyê, gelek ji zimannasên (yan zimannenasên) tirk û bi taybetî jî siyasetvanên wan heta itiraf jî bi hebûna zimanê kurdî nekiriye. Ji aliyê tirkan ve heta hin hewlên nîv-zanistî jî hatine dan daku biselmînin ku …
Tîrmeh, 2016
-
29 Tîrmeh
Peyva: “Dîk û Dik”
Di Kurdî de bikaranîna du peyvan û nêzikiya wan peyvan: Peyva: “Dîk û Dik” Dîk navê ajalekî ye. Ev ajal radibe li ser derê bilind bang dike. Ji bo ku dengê xwe biçe gelek kesan, cihên bilind ji xwe re hildibijêre. Dik jî navê cihekî piçekî li der dora xwe bilindtir ku ji bo kesak rade ser bangî gelekî bike. …
-
20 Tîrmeh
Peyvên “Sînor” û “Hed/Hudûd”
Peyva “sînor” îhtîmaleka mezin koka xwe yûnankî ye, “hed” jî -dîsa îhtîmalen- erebkî ye. Her du jî bi eynî manayê di hemî dîyalektên kurdî de her ji qedîmî ve hene. Peyva “sînor” di manaya şênber de jî di manaya razber de jî tê manaya ew xêza xeyalî ku cihekî/derekî yan jî tiştekî ji cihên/derên yan jî tiştên din vediqetîne. Di …
-
16 Tîrmeh
Gotinên Zaneyan-1
Cudahiya di navbera kesê bixwîne û binivîse û kesê nexwîne û nenivîse de, biqasî cudahiya di navbera sax û miriyan de ye. (Arîstotales) Xwediyê îradeya (vîn) xwe, esîrê wijdana xwe be (Arîstotales) Zanîna dilpakiyê (fezîlet) tenê ne bes e. Dive mirov xwediyê wê be û wê bike. (Arîstotales) Qeweta te têrî qenciyê neke, xirabiyê neke (Arîstotales) Di cihanê de mirovê …
Adar, 2016
-
1 Adar
Di Peyvan De Bêwate Mam
Berî ku ez birayar bidim bi destê lîstikvanên xwînmij qedera min hate diyarkirin min lîsteya êşên xwe veguhaste Newala Qeseba niha bi sêwiyên Helepçê re bûme destebira hejmara pêşiyên xwe yên ku bi destê xwînxwaran hatibûn qetilkirin dijmêrim li xerîbiyê bi awayekî stemkar naletê li senarîstên şerxwaz dibarînim ez encama aloziyekî di şevên kesernak de di peyvan de bêwate mam …
Sibat, 2016
-
23 Sibat
Mehmed Uzun; Nûserê jiyana mişext û mirina lezgîn
Li gel rexnekirina romannûsiya wî jî tu kes tune ye ku sûda keda wî li pirtûkxaneya kurdî nebîne û navê wî wek îmzeya herî xurt û navdar a wêjeya kurd nehesibîne; Lewre ew nûserê romana nûjen a kurdî ye û bi berhemên xwe rêyeke qerase li pêş romana kurdî vekirî ye. Bê guman em qala honannûsê bîra qedera jîndarê kurmancî …