Peyva DÛŞ

Peyva “dûş” yan jî “Diş”ê yek ji wan peyvên Pehlewanî ye ku ta niha jî di zimên de roldar e, lê bi çend reng û wateyên cur bi cur. Dûş tê wateya “xêrnexwar, neyar, a hember, li hember sekinîn, nexwaz, bed, xerab” hwd.. lê em dibînin di zimanê Sumerî de bûye “DIZ” ango “zêz, sûv, vaj, vajû, bervajû, bervajî, ne ew” hwd..
Di Kurdiya îro de ew bi çend terzan xwewate ye, heta niha jî “DIZ, DIJ, DÛŞ, DÛŞAR, DÛÇ, DÛÇAR û TÛŞ”ê di wateyên xwe de watebexş û roldar in bi rengên cuda, bo mînak:
“DIZ” di wateyê neyar û xerabkarê ku ji heqê te dibe.
“DIJ” di wateya “zêz, sûv, vaj û bervajû”yê de.
DÛŞ: pêre neaxaftin û pêvendî qût kirinê de, weku dibêje felan û felan dûş in, nego pêvendiyên wan qût bûye. Binêre ferhenga “Hezar û Yek Peyv-1”
“DÛŞAR” di wateya “rast hatin û qeder”ê ye.
“DÛÇ” di wateya “nexwaz û jê hez nekirî” de.
“DÛÇAR” di wateya “qeder û qîsmet”ê de.
“TÛŞ” di wateya “rast hatin û pergî hatin”ê de weku dibêje: doh tûşî felan kesî hatim, ango rastî felan kesî hatim.
dîsan “DIJ, DIZ” di wateya “sext, çetûn(çetîn), giran, zehmet”ê de kara ye, her weku di peyva “dûşvar, dûşwar, dijwar”ê de hê maye û weku xwe watedar û roldar e.
Dîsan “DIJ, DIZ” bi awayê îdîomî(mecazî) di wateya “kelh û tepe, gir û cihê dijwar” de watebexş e, heta niha jî navê gelek bajarên Kurdistanê ku li ser kelh in yan jî bilind in, bi peyva “DIJ, DIZ”ê saz bûne weku:
Rewandij, Rewandiz
Qeladiz-ê, Qeladij-ê
Senendiz, Senendij
Şêladiz-ê, Şêladij-ê
hwd…
Lê em dibînin di zimanê Îngilîzî de di rewşa “ne ew” bûyinê de heman peyv û mantiqa Kurdî-Sumerî-Pehlewanî tê kêzkirin û kara ye û weku peyva (Dis)ê rola xwe dibîne, ango heman peyv û wateya DIZ,ê ye lê bi konsonnanta (Z) bo (S)ê ku ev du deng konsonantên nêze ne di her zimanî de, peyva “diz, dij”ê di wateya “ew na, bervajî”yê de weku:
Accaunt disaccaunt
Connect disconnect
hwd…
Helbet di Kurdî de jî heta niha em “dij” di wateya “dis”a înglîzî kêz dikin weku:
wate – dijwate
ber – dijber
hev – dijhev
hwd…
Bo berçavronî û agahiyên zêdetir, min çend peyvên di zimanê Pehlewanî de di bin de nivîsîne, daku rola peyva “DÛŞ”ê di zimanê Kurdîya navîn ango Pehlewanî de baştir xuya û idyar be, weku:
Dûşamûxt: Bedperwerdekirî, xerabdersdayî
Dûşamûxtar: Xerab perwerdekar, bed fêrkar
Dûşbext: Bedbext, bext xerab
Dûşmet: Xeyalên bed, bedbîr
Dûşşerm: Şermezar, xecalet, bedşerm
Dûşeriz: gotina bêbiha, peyvên xerab, axaftinên bêkêr
Dûşexiv: Dûjeh, dojeh, dûzex, dozex, cehennem
Dûşburt: Bedkar, bedreftar, bed akar, îslub xerab
Dûşçeşm: Çav xerab, bedbîn, çavpîs
Dûşçîhir: Bednejad, neresen, ber berî
Dûşdîn: bedol, bêdîn, kafir
Dûşduwîsir: Çav bi nezer, nezer pîs
Dûşferg, Dûşfer regî: Bedbext, bêşens, care reş
Dûşgend: Bêhnpîs, genî û pîs, bêhnnexweş
Dûşgo: Bedgo, gotin xerab
Dûşkam: Bedarmanc, xeraphêvî
Dûşkerp: Heykel xerab, şikilxerab, bejnbed
Dûşvert: Bedkar, akar xerab
Dûşmen, Dûşmên: Dijmin, neyar
Dûşmênatî: Dijminatî
Dûşnam: Bednav, bednam, îsîm xerab
Dûşpatexşa: Padişahê xerab, şahê nebaş
Dûşmiyan: Bedmiyan, tundkar, tund islub
Dûşram: Nearam, nerehet, bedasûde
Dûşrew: Bedrew, bedrewişt, bedaxlaq
Dûşvar, Dijwar, dijvar
Dûşverz: Çandinên xerab, bedziraat
Dûşvîr: Bedbîr, fikir xerab, bêaqil
Dûşvîçar: Nezango, şaşpeyvîn
Dûşxêm: Bedasil, bêasil, neresen, ber berî
Dûşvîterg: Rêbaza xerab, bedrê
Û….
Bi agahî, zanîn û nasîna zimanê kevin ê Kurdî em dikarin hemû etîmolojî û rîşe-koka ziman û peyvên xwe kod bi kod bidozîn û eşekere bikin, zengînî û rengînîya ziman û çanda xwe jî baştir nas bikin. Bi baweriya min yek ji sedemên herî mezin ku em hê gelek tiştên xwe nizanin û nanasin ango haya me jê nîne, vedigere ser ew ê ku em berîya xwe hê baş nas nakin.
Hêvîdar im zimannasên me neku rêzimannasên me! berê xwe bidin van lêkolîn û agahiyên kod-zimanî, daku bigihîjin gelek derên zimên.
Lêkolîn: Qandîl Şeyxbizînî
29.1.2021 – Hewlêr

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply