Li ser romanên kurdî çiqas gotarên danasîn, nirxandin, şîrovekirin û analîz bêne kirin ewqas ji bo romana kurdî û bi gelemperî ji bo edebiyata kurdî baş e. Hinek kes (xwendevan û nivîskarên kurd) bi devkî romanên kurdî, berhemên edebî dinirxînin, lêbelê bi nivîskî yek rêzek jî nanivîsin. Gotinek heye dibêjin; heger ez neşewitim, tu neşewitî, ew neşewite dê çawa ronahî …
Tîrmeh, 2016
-
16 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (16)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -16- Me di dersa pêş vê de gotibû, em dê bersiva vê pirsê bidin: PIRS: “Ji bilî navên rast, em dê çawan zayenda navên mecazî (rêzimanî) peyda bikin?” BERSIV: Zimanzanan ji bo peydakirina zayenda navên mecazî, hindek rê û rêbazên senahî (hêsan, asan) nîşa dane. Ew jî ev in: Navên Mecazî yên Mê: 1) Ji bilî “ewr, …
-
15 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (15)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -15- Dewama Mijara Zayendê… QERTAFÊN ÇEMANDINÊ (TEWANGÊ) (yên diyarkirî) Zimanê kurdî zimanekî çemandî ye. Bêjeyên hevokê li gorî deman têne çemandin (tewandin). Bo mînak; di lêkerên gerguhêz de dema borî de kirde tê çemandin, di dema niha û dema bê de bireser tê çemandin. Ev jî bi qertafan têne nîşandan. Qertafên çemandinê jî wekî qertafên veqetandekan hem …
-
14 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (14)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -14- ZAYEND (CINSIYET): Di kurmancî de gelek mijar hene ku, li gor zayendê xwe durist dikin. Ji ber hindê, divêt mijara zayendê ji serî de baş bête (bê) zanîn. Yek ji van, mijara ravekê ya dî jî mijara çemandinê (tewangê) ye. Zayend û hejmara bêjeyan (kelîme, peyv) bi harîkariya (alîkariya) QERTAFÊN VEQETANDEKAN (qertafên îzafekirinê) û QERTAFÊN ÇEMANDINÊ …
-
13 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (13)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-13 2)LÊKERÊN NEGERGUHÊZ (Lêkerên Negerandî, Têneper, Nederbas): Lêkerên negerguhêz, ew lêker in ên bireserê wernagirin. Lêkerên negerguhêz di hemû deman (dema borî, ya nûke û ya bê) de li gor kirdeyê tên kêşandin. Mînak: Bila lêkera me ya negerguhêz “bezîn” be (bît). Ez bezîm. (dema borî) Ez dibezim. (dema nûke) Ez ê bibezim. (dema bê) Her sê deman …
-
12 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (12)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -12- Di dersa borî (çûyî) de me cînavên kesane (şexsî) dîtibûn. Em dê ser van cînavan hindek tişt dî jî bibêjin. Belam (feqet, lê belê), cînavên kesane yên çemandî jî divêt bên zanîn û piştre dê her du kom bêne hevberkirin (berêkdan). 2- Cînavên Kesane Yên Çemandî (Tewandî) (Koma “Min”ê): Min Te Wê/Wî* Me We** Wan* *Hindek …
-
11 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (11)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -11- CÎNAV: Bi erebî; d(z)amîr, bi tirkî; adil. Ciyê bêjeyên ku navên wan nehên gotin an jî nivîsandin, hindek bêje dî tên gotin û nivîsandin. Ev bêje “cînav” in. Bo nimûne; “Rûkenê mast xwar.” Di vê hevokê (cumleyê) de 2 nav hene. Navek “Rûken “, êk (yek) jî “mast” e. Li ciyê van navan, em dişên (dikarin) …
-
10 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (10)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -10- Berêkdana Çend Tîpan: Berêkdana “e” û “ê”yê: Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş, Kelîn-Kêlîn(cotkirin)… Berêkdana “i” û “î”yê: Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn… Berêkdana “k” û “q”yê: Kelandin-Qelandin, Kal(pîr)-Qal(behs), Ker-Qer(qerz,deyn), Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî), Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt (1.vexwarina yekcarî ya avê an jî ya tiştekî dî. 2.Cure …
-
9 Tîrmeh
Kurdî ji Farsî kevntir e!
Nivîskar û parêzer Necat Zivingî da zanîn ku zimanê kurdî ji yê farsî kevntir e û di vê yekê de ti nîqaş nîn e. Zivingî eşkere kir, “Her çiqas bandora farsî hebe jî çarîneyên Baba Tahir bi kurdiya lorî ne. Mînorskî jî vê yekê piştrast dike.” Nivîskar, alfabeyên kurdî yên beriya îslamê destnîşan kir û got, “Li Hewramanê di şikeftekê …
-
8 Tîrmeh
Dersên Kurmancî (8)
DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) -8- Alfabe: 25)Uu: Tîpa “u” dengdêreke kurt e. Di bilêvkirinê de gilover (xirûxir) û bilind e. Di tîpên erebî de tîpa “و”yê dikeve paşiya tîpên dî û ciyê tîpa “u”yê digire (wekî; چو:çu, كورد:kurd, گوڵ:gul). Celadet Bedirxan dibêje, ev tîp di navbera “w” û “i”yê de ye. Wekî “u”ya tirkî nahê xwendin. Gava ku mirov di kurdî …